|
Ez û beytik Ketin çelê hev
Fatma Savci-
Di laşê mişextiyê de, bi taya şevên xerîbiyê
dikevim. Kesek nîne ku êvarên
Midyadê li min bipêçe. Dîwarên odeya şevbûhêrkên
koçberiya min bê xalî ne.
Ti rêwî rastî min nayên, ku destanên di dawa min
de li ser ruyê wan bireşîne…
Bawerzîna şeveqa havînê me, hênikahiya binê
kolîkê nava werza, ji hemî
riyan derketime…dûrketime…
Tama behîvên ter û sêvên kerik ji feryadên min
tên. Sardarokên zarokatiya min
û beranê helîlê, xemlûxêza tora nava min e.
Nikarim xwe ji giyasêvk û indekoya
çavên Nisêbînê neçinim…
Ez û Beytik ketine çelê hev…
Ku dengê sirsirkan tê ji peyvên şevê, pirpirîkên
bêrîkirinê tên li
Binefşên ser ruyê min dihêwirin.
Li tûreşkên bîranînan diewiqim…Nikarim xwe bi
sûretên
ser keviran bigûhêzim…Di dergûşa zemên de,
hitikek bê bendik û şityar dimînim…
Sibatên sor xwe li nav birînên min dihejînin…
Pepûkeke westiyayî di guhê şevê de, ji dûr ve
dixwîne. Difikirim:
Ew kîjan birakujê kurd e, ji poşmanî li ber van
dergehên gerdûnê, wiha kelogirî
dixwîne?...
Sewîlkekî neqişandî, li ser banê dilobêjekê,
diderize.. Ez ji ber çembilkê
wî sewîlkî careke dî dirijim… wext nabînim
bigihêjim rehê nefelê…Ji mêrgên
welat jî dixeyidim…
Wê gavê dibihîzim ku berfoyê min, ji ser keziyên
çiyê, gulik gulik diweşihe.
Xwe bi dara heyatê ve hew digrim. Bi hejîrên
biçûk re dinifilim…
Dengê hecîreşkekê bi dilê min vedide…
Dibêjim: ma ne Berfo, tayekî beybûnê bû. Min ji
ber biska kaniyeke dildariyê
ji bo dilê xwe yê birîndar çinî bu…
Ew peşka ser lêvên du evîndaran bû. Ji ramûsana
wan a dawî niqutî bû.
Di navbera karwanê roniya heyvê de, wekîlê
silava evîna bû…
Bayê beza hespekî seglawî bû, ji ser hemî
sînorên giyanan ve qevistibû…
Va ye ez li vir im!
Bila herkes bêndera hezkirina xwe hilîne.
Û bi xwedêkî bêjin heyva çarde şevî û şeveqê,
bila Berfo careke dî, ji zerka çavên berfîna bi
welidîne…
|