|
Xewnên venasînê
Çiqas sanehî ye pesnê serketinê, lê çiqas
zehmet e venasîna şikestinê...?
Sebrî
Silîvanî
Herşev, hestên xwe yên azirî bi efsaneya
bengîniyek nû diarhînim, cesteyê ku di bin axa
nihêniyên lawiniyê de dariziyayî dadiqutim,
henasegeha xwe ya bi ahînk û keseran hatî
çirrandin bi hesreta tevnê mûcesteyên te mîna
parsekekî didurîm, ji kêlîkên temenê ku li ber
bayê bêmiradiyê çûyî, berî ku bigehin, direvim û
bo dawî car berev peraşînên te penayê
radigehînim...
Erê, zengelora xwe ji pirîşkên peyvên hamoş û
qedexe disirînim û ji bo hevpeyvîna te xwe fêrî
zimanek nû dikim, vemirandina xwe li catê
keskesora ku di sîngê sahiya esmanên xerîbiyê de
buhujî, bi leylana şebenga te, bi tîrêjên elinda
ku ji nava asoya memikên te dihele dadigirsînim
û li ber derîzanka qiblegeha koledariya te ya
derizî bi kirasek sipî xwe dipêçim û diçim
kernoşê...
Bi gulolek ronahiyê, ji gunnehên salgara dêrîn
xwe vedişûm. Ta mirinê sûlavên xwêdanê bi ser
qarqûdeyê min de diherikîne, çavên min mîna dû
belgên payîzî ji pawana dêmê min helwiderin.
Li bîra min dihê, ku li serdemê veqetiyanê, li
werzê şikestinê, demarên min bibûn tevnê kêliyên
duryara zemînî û li werzê çikbûnê jî xwîna min
bibû berka sor û li jêr pêngavên melkemotî
mirinê hat raxistn û ji hîngê de diçewisim lewra
ku di dumahîk kurtepistan de, bîvelerza vedengê
hawar û veperiyana min li ser cilnivêja evînek
jibîrbûyî erşê hemû xwedêyên hêc vedilerizîne û
henasesariya tevayiya dildarên bermayî
radigehîne berî ku dergehên mihdervaniyê bihên
daxistin û dîsan direngmayî bimînin.
Bêhûde ye ez baweriyê bi çewsandin û lamijiya
xwedayê te bihînim yan jî li xwedayek nû,
dadperwer, bigerim, çunkî pirr sanehî ye ku
beniyek azad xwedayek dîl biafirîne.
Ma qey tu dizanî ku ez dikarim li ser her
kaxezek sipî xwedayekê biafirînim? Ma qey tu
dizanî ku ez rojê çend kaxezan jî diqurmiçînim...?
Lê ez çi li ser kêla serê wî binivîsim...? Di
axa kîjan welatê azad de bispêrim? Kîjan
nasnameyê li ser kêla serê wî binivîsînim?...
* * *
Di nava şûşeyên pencera şikestî li nava heriya
kolanê de, kolana ku heya duhî zaro lê dileyîzîn,
li bendî tirîskên şebenga te, li bendî pirîskên
barana ewrên te yên helçûyî, bi ramanên pêl û
qerimî serê xwe di nava çokên xwe de vedişêrim.
Li ser derzek dîwarê axê, enîşka xwe dipalînim û
mîna hezretê Silêmanî hemû azar û xem û
pejareyên xwe li hawîrdor derîzanka te dicivînim
ji bo ku hestê serkoneya wijdanê bimirînim ...
ji bo ku herkes, hertişt, mîna min berev
çarenivîsê xwe biçe, yan berev wexerek nediyarî,
yan jî berev şûnwaran...
* * *
Tinê yadê Xwedayî dimîne, tu ya bêmirwet dimînî,
ezê qurban dimînim û di navbera te û wî û min de
xewnên temenê ku bûye bela serî.
Xewna 1 ê :
Li serê milê
Ronahiyê eniya min ramûsa,
Lê, teperepa hespên şikestinê
Xewê ji çavên min revand
Şahsiwar, ji bilindayiyan daketin ser devên xwe
Û axê jî...
bi helmirisîna lêvên mirinê,
Sor kirin lêvên xwe.
Xewna 2 yê :
Li kazêweyî
Roj kêlîkekê direng ma
Sitêr vemirîn û
Ez jî,
Li mildefê dayîka xwe digeriyam.
Xewna 3 yê :
Gixgixa zaroyan
Bi ser bangê melayê ket
Û bi çelpêniya masiyan di kaniyên çavên min de
Tîqetîqa keniyê te bû.
Xewna 4 ê :
Di qeyristanê de ,
Ez bibûm keçek û
Min pora sipî divehand
Çunkî rastiyê,
Dawiya zelaman radigehand.
Xewna 5ê :
Li kevokên sipî
Esman dibû sêlek sor
Roj bibû mistek xwelî
Di kêferata mirinê de,
Te dixwazt,
Ez lêvên xwe bhavêjim lêvên te!
Xewna 6 ê:
Ezê Adem li ser zemînî li bendî te
Lê te ,
Li gel Iblîsê xwe dida revanê û
Xwedê hûn li hev mehr dikirin.
Xewna 7 ê:
Baran dibarî.. û
Ez velerizî li ber derîzana Xwedê
Lê, dergeh daxist û çira vemirand
Xewna 8 ê:
Hemû zelam...
Hemû jin...
Çîplaq tazî dihelperîn
Min xwe bi kirasê Xwedê ve girt
Lê,
Wî jî xwe tazî kir û
helperî.
Xewna 9ê :
Min destê te yê rastê girt
Lê,
Te destê min yê çepê berda.
Xewna 10 ê:
Li kolbê
Guliyek genim tinê ma
Min viya ez biçûnim
Lê,
Te xwar.
Sebrî Silêvanî / Kanûna yekê 2003
|