|
Ramana romanê
Rênas JIYAN
08 Kewçêr 2006
Ramana romanê herî zêde di romanên
egzîstansiyalîst (hebûnnas) yên weke “Sergêj”a
Sartre’î û “Biyanî”ya Camus’yî de pir baş bi
xwîn û laş bûye. Gava ku ev roman tên xwendin,
tê dîtin ku bê çiqasî roman û raman weke goşt û
hestî bi hevdu ve mihiyane.
Qet bêguman di romanên berî van ên weke romantîk
û realîst û her wekî din de jî rehên ramanê
hebûne; lê ev romanên hanê bi qasî romanên
hebûnnas sikelêtekî fîlozofîk ava nekirine, û
çîroka van romanan ne weke romanên hebûnnas ji
felsefeya wan zaye; berovajî wê, felsefeya wan,
ji çîroka wan zaye. Ango di romanên
egzîtansiyalîst (hebûnnas) de ji ber ku felsefe
hebûye çîrok çêbûye; lê di yên berî wan de ji
ber ku çîrok hebûye felsefeyek jixweber ji
çîrokê derketiye.
Romanên hebûnnas jî her hewl dane ku di neqeba
xwe û Dostoyevskî’yî de destbiraktiyekê ava
bikine, illim jî romana Dostoyevskî’yî ya bi
navê “Têbiniyên Ji Binê Erdê”yê ji xwe re
arketîp û referans girtine û kokên xwe ber bi vê
romanê ve dirêj kirine. Di yên weke Proust û
Remarque yên lîberal û di yên weke Gorkî û
Orwell ên konunîst de jî heta mirov bêje bes
raman heye, lê ev ji ber ku ne ji raman û
fîlozofiya hunerî-wêjeyî ji ber ku ji raman û
fîlozofiya polîtîk-îdeolojîk ava bûne di warê
ramana berhemdariya hunerî de singine baş
nekutane. Her çiqas ev jî berhemine mezin û hêja
bin ji ber ku ne ji xwe zane, ji ber ku bi
awayekî rast ne ji fîlozofiyeke xas û ji ramana
hunerî çêbûne di warê ramana romanê de bi tenê
weke teyisandinên hunerî yên îdeolojiyan mane.
Roman, ji gelek celebên hunerî yên din baştir
dikare ramanê hilgire, jixwe ji lew re, ramanên
polîtîk û îdeolojîk ji bo berjewendiyên xwe,
hunera romanê gelekî îstismar kiriye. Bikaranîna
bi nêta xerab a hunera romanê, kiriye ku roman
bi xwe re bikeve antagonîzmayeke (dijberiyeke)
tûj û bûye sedema felişandina romanê. Lê belê ne
ku hayê romannivîsê îdeolojîk ji celebên zanistî
yên weke lêkolîneke polîtîk, sosyolojîk,
felsefîk û her wekî din tune bûye ku di vê
çarçoveya zanistî de berhema xwe nenivîsiye; wî/wê
ramanên xwe yên îdeolojîk di romanê de civandine
ji ber ku wî/wê hesabê heyeta ku di romanê de
heye kiriye û baş hay jê hebûye ku ramanek, herî
baş ancax di romanekê de bi xêra şexsiyet û
tîpolojiyên romanê dikarîbû herî zû û tendurist
biketa nav jiyanê. Ma dawiya dawîn her îdeolojî
ne ji bo ku bibe jiyan û jiyanê ji nû ve
bifesilîne ava dibe?
Heta niha tu romana bêraman xwe ji sergoyê
dîrokê xelas nekiriye. Ma gelo nivîseke
bêderzika piştê* mimkûn e ku bi wî halê xwe di
demê de meşa xwe ber bi qonaxên jor ve bidomanda?
ji Azadiya Welat
|