|
DERYA REŞ
Gulistan
Dêrikî
Pirtûka destê wê , kûrbûna deryayê
Û
dengê pêlên bilind
ku wek dengê stirana qedexe serî hildida...
Dilê bi pêla re çû ye.. Hêsrên þor
"Balefir silava li bavê min ke“
bi tenê ew gotin ji pirtûkê fahm kiribû…
bi dengekî xemgîn:
" Balefir silava li evîndarê min ke.."
Gelo dê balefir silava li evîndarê wê bike?
Li Deryayê dinêre
Derya kûr, derya bêbinî þîn dikir...
derya wê, derya reþ bû...
Di derya reþ de evînê dikaribû avjeniyê bike
Derya þîn bêwate bû..
Evîn te de difetisî..
Ew li derya reþ digeriya…
Balefir silava li evîndarê min ke..
Ji hesreta derya reþ wê derya þîn kevn kiribû..
Ger Ahmed Arîf ew hesret dîba, dê tûre bûba..
Çawan derya dikare kevn bibe?
Lê wê kevn dikir bi awirên tal
Pêl bilind dibû, bi pêla re hesret mezintir dibû
Çav li derya reþ digerya..
Hêsrên þor
Roja bi tîn
Pirtûka bi pêla re cûyî,
Silava li evîndarê min ke
Derya kevn bûyî
Çavên li benda derya reþ
Ku
Diherikî derya þîn
silava li evîndarê min ke
An jî çavên reþ ji min re bîne!
17. 07. 03 Adana
|