|
Al-anfal di televizîona Swêdî TV 8 de !
Al-anfal, Bi navê Allah, Bas û Seddam »
Li ser Kenala TV8 a Televizîona Swêdî sê caran
tê pêşkêşkirin
Weşandin a yekemîn roja Sêşem, 24.10.2006 seat
21.00 û duberekirin hema şev seat 23.30
Weşandina duemîn roja Carşem 25.10.2006 Seat
18.00.
Filmê Al-anfal, ji produksîon û derhênana
Rejîsêrê kurd Mano Khalîlˆe
Piştî ku filmê Al-anfal li çend festivalên
navnetewî weke festîvala Solothurn, Singapur,
Panorana hate helbijartin û demek nêzîk li
Montréal û li London tê şanîdan.
Berî çend mehan li televizîona Swîsrî du caran
hatibu belavkirin. Pistî çend rojan wê li
Televizîona Swêdî kenala TV8 sê caran bê weşanin
.
Roja Sêşem 24.10.2006 seat 21.00 û seat 23.30
deqe tê dubarekirin û roja çaşem 25.10.2006 seat
18.00. Film wê bi zimanê Kurdî û wergirandina
zimanê Swêdî bê pêşkêşkiin.. Tê zanîn ku filmê
Al-Anfal berî salekê bi produksiona derhinêrê
Kurd Mano Khalil û bi alîkariya televizîona
Swîsri hatibu amadekirin. Giringîa filmê
Al-anfal li wire, ji ber ku cara yekemîn bi
rengekî paqij û firah û hesan operasîonên
xwînxwarên Besê ereb li Iraqê ku dijî miletê
kurd kiribun tîne ser ekranan. Ev operasîon ku
navê wê al-anfal bu.
Enfal weke ku tê zanîn sureta 8 a Quranê ye, ku
li ser Pêximberê ereb Muhamad daketibu, û têde
li ser talankirina mal û milkê „ Gauiran“ daxive,
talankirina jin, zarok û hetra dewarê „Gawiran“.
Diktatorê Ereb Saddam Huseyn, ku kur amê xwe Ali
Hasan Al-magid di sala 1987 kire berpirsîarê
kurdistan ê yekemin, Ali Hasan almagid jî dest
bi qirkirina miletê kurd kir, bêhtir ji 182
Hezar mirov hatin kuştin û bêhtir ji 4500 gund
hatin xira kirin.
Filmê Al-Anfal ronî dide serekî ku dinyayê ji
bîr kiribu, di riya hevpeyvîn û ersîv û dîmenan
de, xwesik sanî dide bê bi ci regê wehsîtî
Besîên ereb kur qelandin…
„ em tev bi du hev re mesîan, esker li alîkî û
em li alîki yek bi du yek de, du serleskerên
ereb hebun, yek navê wî Muhamad bu, yek jî Abbas
bu, gava ku em gihan vî cihî, yekî ji
hrduserleskeran da qêrîn, bisekinin, û di hema
demê de, got bikuj…“ Ji axivtina Kerîm Nayef ku
ji komkujîkê xelas bu.
Bo informasionan li ser Kenala TV8 A swêdî û
programê Televizîonê li vir binere:
http://www.tv8.se/index.php?option=com_wrapper&Itemid=71
|