Kurdî
Lêkolîn

Werger

Helbest
Gotar
Çîrok

Hevpeyvîn

Nivîskar

Arşîv

Şevçira

Kurmancî

Başûrname

Êzîdxane


 

 

 


Pêjna
Baranê


Hevgirtin

Pirtûk &
Xwendin


Urkêş


Şevçira


Kurmancî


Kurdart



Êzîdxane



بعض نافذة

كردستان
 عربياً

القوس
الثالث

Dibistan
A-Z

Qehwa sibehê
 
 
عربي
 Deutsch
 English
Redaktion  

 

H.R.R.K    West Kurdistan Intellectuals Union

20 September 2007 14:58

 


Xelat Ehmed

 

 

Çîrokê çîrvanokê

Xelat Ehmed


Somorîngen:

Ji bê hemberiyan piştrast, sed û pîncî xelekên şedadî avêtin stûyê Dêrikê, dêwê nîjadperestiya kor, wek rastiyê tazî di xelekê de xeparê dike.
Ringo ring e, bêbexto bi hing û ding e. Kebaniya me dest zêrîn e, lê gunehê ne aş e ne pêjing e.
Dibêjin ji şêst û diduyan ve Ringo simê xwe li zemînê dide û ti leheng jê re danakevin xelelekê.
Xaltîka Adarê dibêje: Belê weleh keça min, di not û pêncê de pixik kirinê û wek ewareyan bû ureura wî û bi nav xelkê ket. 2004 ê jî lehengek sing û sing çûyê qebo, çend sing li hev dan û lehengê me ji qîreqîra temaşevanan ji xelekê derket.
Ringo jî ring e bêbexto bi hing û ding e, ji tenêbûna xwe bihinteng bû, rahişt xeleka xwe û avêt Şingalê, pêncsed, belkî jî heştsed canên bê xelek di bin urîna xwedayê periyên daw bi xwîn û çemên meya zikreşiyê de teqiyan.


Îske îska internetê:

Selîm biçûk di şîna Şengalê de siwaro distrîne û dibêje: Bajo siwarê rojê, bajo ronahiya êgir, bajo birîna sermedî li dilê Kurdistanê, bajo û bila av û xak her biqîrin“ roja din sibehê zû Tariq Hemo bi qîrîna Selîm şiyar dibe û dinvîsîne „ Nivîsa giranbuha ya hevalê helbestvan Selîm biçûk ez giriyandim“.
Gelek ser re derbas nebû Ehmed Huseynî ji Selîm re di „Şeng-Al-ya! de got: Bigirî û li xwe bigere!
Bigirî û kavilên hişê xwe di himbêza barûdê de bilorîne“. û li pêşiya mirinê bezand û lê venegera kevirek neavêtiyê, duh pêr ji Tariq re jî qîrînek nivisand. Ma Hoşeng Broka, ji xwe êzîdî jî hema ev hersê ne. Ez nizanim Hoşeng internet giriyand yan na, lê ez dizanim Şengalistan li dardixe li ser giraniya kurdistan û qirxizistan.
Ji xwe re mere lehengên me yên „ nivîskar“ çavên kompiyuterên xwe ji girî kor kirin. Hinkan got: De bigrî dayê û bibilîne., mîna baranê hêsiran ji çavên westiyayî bibarîne“ yastar ya rebî, wek baranê ? Yek din bi mehaneya bûyera şengaliyan mêraniya xwe eşkere dibêje: „ Ez vîna xwe di gel çîrokê berdidim û baykerên bêdengiyê“ belkî jî guneho wateya gotinan baş nizane ha û ez gunhê wî ji xwe re dibarînim.
Vêca hûn û jêhatina xwe, welehî ji liqata nokan hesantir e, hun ana ji xwe re kîjan malpera kurdî vekin, ji bilî rojava jî ha, û ji xwe re li qîrîn û hewara va nivîskarên belengaz gudarî bikin.
Navîn bi xwe bi bişirîn ezmanan dibe zozanîka.








 

 

                                                                 

ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera rojava. netê
werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 
Destpêkirina malperê: 01.12.2004 / www.rojava.net - © 2004-2005

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN ROJAVAYÊ KURDISTANÊ
rojava@rojava.net

Design: www.hesso.de
rojava.net rojava.net_INDEX_KURDI Neue Seite 1 rojava.net rojava.net Neue Seite 1 Neue Seite 1 Neue Seite 1