Marwan Othman
Tenê
Min
çav,
laşekî nîvrizyayî,
dilbijiyeke bêsînor
û zimanekî ji zemîn û ezmanan velûkirî
hene
Ez dixwazim
bi ewî zimanê xwe yê velûkirî,
yê ku tu tîpekê jê nizanî
bibêjim :
Dilê min î
çel û şeş mirinî
dibije te
Tu jî dikarî
bi zimanê xwe
yê ku ez tîpekê jê nizanim
bibêjî :
Dilê
min î sî û sê buharî
nikare rahêje dilbijiya...
çel û şeş mirinan
Ez dikarim
bi destên ewî laşê nîvrizyayî
Pencereya çel û şeş mirinan li
xwe bigrim
û bi
aramî, di tariya wan de winda bibim
Tu dikarî
bi ewan sî û sê buharan..
bibî firişteyeke Ji keskesorê
di xewnistaneke berfireh de
buharên xwe ji xwe re raxînî
û li ber tavên razên xwe paldî
û bi tîrêjên roka buharên xwe
evînê birêsî