Kurdi
Kurmancî
Helbest

Mafê Mirovan

Arşîv

têkilî

 عربي

 القوس الثالث

 المقالات

الدراســــات

الشعر

القص

حقوق الأنسان

لوحة الكتابة بالعربية

الأرشيف

التحرير

Deutsch

Menschenrecht

Kontakt   

English

Swedish

Hevgirtin

 Rêbaz

 Komîte

 Endam

 Daxuyanî

 



 

 


Yadê

rojava.net 20.09.2005

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Mahmûdê Ako



Yadê

1

Şoreş zarokên xwe dikuje

YADÊ!
Qamişlok gulek
di destê zarokan de,
her sibeh li devê deryê
dibistanê ye,
zimanê min
yadê mana min e
Ma kes zarokên xwe dikuje
Yadê bêje....
Bêje bi hemî zimanan
Bêje....
Bibûrîne yadê!
Qamişlo,
Em birîndar kirin

Serokan peyala
sozên şevên dilgiran
hildan,
goristn,
paqijkirin ji wan re divê
bi xem û azar in,
gorên te, hechecîkên te.

2

Evîndar
dilkovan in
li şûna gogê,
mûm pêdikevin,

Bajaro ji xwe derkeve
Xem û xizanî ya te ye
Bûka êgir dûrbûna te ye
ji raperîna te dûr narim
ji xaka te bêrûmet nabim
ji ava te têr nabim.

3
şoreşvano şoreşê vegerîne
şoreşvanê şoreş vegerandî
dîsa meydana dengê egîd
û comerda yî

4
Ez kevir im yadê!
Ez kevir im, kevir xwedê
Ez kevirê di destan de me,
Ez di destê te yê vala de
mêrxasekî pakrewan im

Erê qamişlokê,
ma kes yarê xwe dikuje
lê qamişokê.
tu gulek î,
li ser masa meyê
tu ji qurm de şîn dibî,
tu agir î,
ez qurbang im
jibo rohnîkirina
hêwana te,
Yadê.