|
Berbînîyek e giştî ye ku sedsala
21an dê sedsala Kurdan be, sedsala
Kurdistanê be. Nîşan û doneyên
konkret hene û di serî da jî avabûna
Kurdistana Federal li ber çavan e.
Dîsa bilindbûna bizava neteweyî û
demokratîk ya xelkê Kurd li bakur,
rojhilat û rojavayabaşûr û hebûna
berxwedana gerîlla nîşaneyên
geşbînîya paşeroja Kurdistanê ne û
ev yêke xewa dijminan direvîne.
Belêm digel hemû dek û dolab û
entrîkayên kolonyalîstan jî, sedsala
21an dê sedsala Kurd û Kurdistanê be
û der û pencereyên ronahîyê jî
vebûne. Bo dijminan rik ev prosese
dê bi serkevtina mezin ya Kurdan bi
tac bikeve!
Di rêya azadîyê da helbet her
destpêk bi jan e, bi êş e û neteweyê
Kurd ji hemû neteweyên bindest
zêdetir ev jan û êş kêşa û mixabin
ku hêj jî dikêşe. Di nav van şertên
gelek dijwar û giriftar yên
rojhilatanavîn û bi giştî cîhanê da
xuya ye ku dê hêj jî bikêşe. Digel
hindê jî gihiştina vê qonaxa îro yêk
ji armancên neteweyê Kurd bû ku li
parçeyekê jî be, hem dewleta xwe ava
bike, hem jî jîyaneke azad û
bextewar gav bi gav vehûne û pêşve
bibe. Belêm rastîyek jî li ber çavan
e ku neteweyê Kurd hêj di pêcûneya
ewil ya avakirina jîyana nû da ye.
Gihiştina vê qonaxê piştî gelek
nişîvî û evrazî, ket û rab û sedan
astengan bi dest ve hat. Di vê
prosesê da toka mirinê li dor Kurdan
hate teng kirin, car hat bêhna xelkê
Kurd hema bêjin hate çik kirin.
Neyarên xelkê Kurd û Kurdistanê
kiryarên xwe yên kujer û sojer bi
metodên gelek xeddar pêkînan. Bi
taybetî sedsala 20an bi kiryarên
gelek trajîk yên li ser Kurdan ve
tijî ye. Cografyaya Kurdistanê bi
hemû parçeyên xwe ve, bû nîşangeha
dewletên kolonyalîst û dagîrker.
Neteweyê Kurd bi hemû çîn, bask,
grûb û kategorîyên xwe ve, bi hemû
dîn, mezheb û bawerîyên xwe ve bû
armanca êrişên herî hovane yên
dewletên dagîrker.
Ev tabloya reş û tarî, jîyana
dramatîk û hetta trajîk mixabin ku
bela xwe ji neteweyê Kurd venake!.
Yêk ji van bûyerên trajîk jî 14ê
Tebaxê li Şengalê pêkhat û nezîkî
500 [pênc sed] Kurdên Êzidî hatin
kuştin, nêzîkî vê hejmarê jî
birîndar. Reng û metodê kiryarê kivş
e û detay e. Esasê kiryarê ew e ku,
dijî neteweyê Kurd, dijî destkevtên
neteweyê Kurd, dijî avabûna
Kurdistana Federal, dijî pêşkevtina
bi giştî ya bizava neteweyî ya xelkê
Kurd, kiryareke gelek hovane ji
teref dewletên dagîrker yên
Kurdistanê ve hatîye kirin. Kakilê
armanca neyaran neteweyê Kurd e,
Kurdistan e. Di destpêka avabûna
Kurdistana Federal da, li 1995ê li
Zaxo, piştî hilweşandina rejima
Seddam ya li 2003yê jî bi rêzê ve li
Hewlêrê, li Kerkûkê, li Mûsilê, li
Mexmûrê êrişên mezin hatin kirin û
bi sedan Kurd hatin kuştin. Armanc
kivş e, zelal e; mirandin û
têkbirina neteweyê Kurd û welatê wan
Kurdistan e!. Di nav vê armanca
mezin ya neyaran da şik têda nîne ku
ev kiryara dawîyê ya li Şengalê
pêkhatî, spesîfîken li ser Kurdên
Êzidî hatîye kirin û di vê êrişê da
motîfên dînî yên îslamî jî bi zanahî
hatine bi kar înan. Di vî planê
neyaran da, bi zelalî kivş dibe û
tête xwastin ku di nav neteweyê
mezin yê Kurd da, kêmanîya dînî ya
Kurdên Êzidî bi taybetî terorîze
bikin û hem ji erdê xwe bidine bar
kirin, hem jî tovên xisûmeta dînî di
nav Kurdan da jî biçînin û şîn bikin.
Li paş vê kiryarê, di çarçoveya
kolonyalîzma li ser Kurdistanê da,
planekî navneteweyî heye û elementên
vî planî jî Tirkîye, Îran û Sûrîye
ne û helbet xeleka nasyonalîstên
Ereb yên Iraqê jî pêve ye. Tiştekî
veşartî nîne ku Tirkîye, Îran û
Sûrîye hemû mekanîzmayên xwe gelek
koordîne dijî Kurdistana Federal bi
kar tînin ku goya nebe nimûne ji bo
parçeyên Kurdistanê yên di bin
dagîrîya wan da!. Ajawe, provakasyon
û têkvedana ku ji serî were dikin
baş tête zanîn. Heta nihe çend
kiryarên terorî bi destê ajanên van
dewletan ve hatine kirin. Ev êrişa
Şengalê jî di çarçoveya konsepta vî
cepheyî bêyûm yê antî Kurd û
Kurdistanê da, di demekî gelek nazik
da hatîye kirin. Di çapemenîya
cîhanê da herçend cihekî balkêş
negirtibe jî, organîzasyona bi navê
„Yêkîneya Tolhildana Tirk“ [TIB], ku
bi Teşkîlata Istixbarata Millî [MIT]
ya Tirk û Serfermandarîya Ertêşa
Tirk ve girêdayî ye, beyanek bi rêya
e-mailê belav kir û ev kiryara
Şengalê aşkera hilgirte ser xwe. Di
„e-mail belavok“ê da wisa tête gotin:
„... Berxwedêrên Tirk yên girêdayî
Yêkîneya Tolhildana Tirk, ji bo ku
ewlehîya can û axa Tirkmenên Iraqê
biparêze, heta axirîn dilopa xwûna
xwe dê şer bikin û ji bo
damezrandina Dewleta Tirkmenelî dê
her reng kiryara çekdarî pêkbînin!
Tola Tirkmenên ku li Tuzxurmatu û
navçeya Emirli, ku piştî êrişeke
bombeyî hatibûn kuştin, hatîye
standin! Beramberî êrişa bêbext ya
ku dijî Tirkmenan hatîye kirin,
Yêkîneya Tolhildana Tirk li bakura
Iraqê, dijî Kurdên ku paşê li
Şengala navçeya Tirkmen hatine bi
cih kirin, ji alîyê 4 komandoyên
Tirkîst ve êrişek hatîye kirin û ji
250yan zêdetir Kurdên çepel hatine
mehû kirin!..“
Hûn dibînin, vî zimanê, -gotina „kirêt“
sivik dimîne-, qirêj!. Ev çi kîn,
xerez û nefret e beramberî neteweyê
Kurd!. Dewleta Tirk bi timamî bi vê
zihnîyetê hereket dike û timamî
konsepta xwe ya dijî neteweyê Kurd û
projeya Kurdistanê li ser vî mejîyê
nijadperês ava kirîye û di rê dibe.
Ev grûba terorîst ya ku bi navê „miletê
Tirk“ fermana kuştina Kurdan dayî,
aşkera ye ku ji Ankarayê tête
kumanda û îdare kirin, belêm desteka
lojîstik jî ji dewletên Îran û
Sûrîye û Cepheyê Millî yê Tirkmen li
Kerkûkê werdigire. Eve ji alîyê
Kurdan ve ji xwe dihate zanîn, lê
divêt bîr û rehîya giştî ya cîhanê
jî ji van kiryarên Tirkîye, Îran û
Sûrîyeyê bête agahdar kirin û cîhana
demokratîk û humanîter li ser karên
terorîstî yên van dewletan bête
serwext kirin û destek û hevkarîya
cîhana demokratîk bête wergirtin.
Referandûma Kerkûkê û navçeyên dî
yên Kurdistanê yên hêj bi îdareya
Kurdistana Federal ve nehatine
girêdan, -ku Şengal jî yêk ji wan
navçeyan e-, binasekî [sebebekî]
aktuel e ji bo van dewletên êrişkar
yên cîran, lê di esasî da armanca vî
cepheyê antî Kurd, hindî ji wan bêt
tehrîbkirina Kurdistanê ye, rê li
ber avabûna Kurdistanê girtine.
Di encam da, divêt bête qebûl kirin
ku neyaran derbekî bi dilê xwe li
neteweyê Kurd dane û dînen Êzidî jî
bin, nêzîkî 500 Kurd kuştine, bi
sedan kes jî birîndar kirine. Ji
alîyê hemû neteweyê Kurd ve rewşeke
trajîk e, belêm helbet bi taybetî ji
alîyê Kurdên Êzidî ve encameke
trajîktir e. Nifusa Kurdên Êzidî ji
xwe kêm e û li gelek navçeyan belav
bûne. Kurdên Êzidî, di nav tevnê
sosyolojîk yê neteweyê Kurd da, ji
alîyê dînî ve kêmanî ne, lê ji alîyê
kultur, folklor û jîyana
sosyotradisyonel ve qedîm in û
temsîla jîyana otantîk ya neteweyê
Kurd dikin. Belavbûn û kêmbûna
nifûsa Êzidîyan û di ser hemûyan da
jî felaketên ku bi serê wan têne
înan, ji alîyê jîyandina heyîyên
neteweyî yên xelkê Kurd ve
berzebûnên mezin in. Li ber vê
rastîyê, parastin û lê xwudan
derketina Kurdên Êzidî erkekî sereke
yê neteweyî ye.
Piştî ku ev bûyera Şengalê ya dilsoj
pêkhatî, cihê şahîyê ye ku
reflekseke neteweyî ya xelkê Kurd
derkete meydanê û dûr nêzîk hemû
Kurd çûne hawara birayên xwe yên
Êzidî û di hemû parçeyên Kurdistanê
û meydanên dîasporayê da jî
xemxwarîyeke ji dil hate nîşandan,
komkujî û kirdar hatin protesto
kirin. Belêm eve têra nake û ev
reftara neteweyî divêt di dereceyeke
bilindtir da bête domandin û ewlehî
û asayişa Kurdên Êzidî divêt bête
garantî kirin. Navçeya Şengalê li
goreyî sîstemê federal yê Iraqê
herçend ne di nav rêvebirîya îdareya
Kurdistana Federal da be jî,
hukûmeta Kurdistan Federal divêt „de
facto“ vê berpirsiyarîya parastina
navçeya Şengalê hilgire ser xwe û
her çi karê hewce hebe bike. Herweha
Hêzên Parastina Gel [HPG] jî, di
çarçoveya erkên neteweyî da û bi
koordînasyoneke rêkûpêk dikarin
desteka lojîstîk bidine hêzên
asayişê yên Kurdistana Federal ku
çeper û tedbîrên parastinê bêne xurt
kirin.
Hissîyata „dilpêveman“ê helbet
hisseke mirovî ye û di dilê her
Kurdekê da ev kiryara hovane ya li
ser birayên Êzidî li Şengalê hatîye
kirin, dibe, jan, êş û kul û kesera
bi giştî ya neteweyî. Belêm ji vê
zêdetir erk hene li pêşîya her
Kurdekê. Di nav Kurdan da dînê
domînant „Îslam“ e û bivê nevê gelek
tengbînî û teessûbîyên ji dînê
îslamê derdikevin jî, hevkarî û
piştgirîya neteweyî ya di navbeyna
Kurdên Musulman û Êzidî da tehrîb
dike û zerarê digihîne yêkitîya
neteweyî û rê li ber cudabûn û ji
hev dûr ketinê xweş dike ku encama
vê çûyînê bi kêrî neyaran têt.
Esasen hemû Kurdên ji dîn û mezhebên
cuda, divêt ji bo ragirtina yêkitîya
neteweyî xwe ji ekstremîya dînî û
mezhebî dûr bikin. Ji ber vê yêkê,
her Kurd, divêt di serî da elementên
neteweyî jînde bike û di serê her
tiştî û karî da bigire. Mirovê Kurd
ji kîjan dîn, mezheb an bawerîyê be,
pêşîyê Kurd e û divêt vê bawerîyê
bike çîmentoya yêkitîya neteweyî. Li
ser vê bîr û bawerî û hizirîna
neteweyî, Kurd divêt beramberî her
reng bawerîyên xwe yên ramanî, dînî
û mezhebî, di maksîmûm dereceyê da
toleransê [xweşbînî] nîşanî hev
bidin, ji bo azadîya cudabûnên xwe
hevkarîya hevdu bikin. Kurd dikarin
bi vî rengî rê li ber ajawe,
provakasyon û êrişên neyaran bigirin.
Garantîya hebûn û parastina hemû çîn,
bask, grûb û kategorîyên neteweyê
Kurd, tifaqa navxweyî ye.
Şengal û Şengalî ji ber
Kurdistanîbûn û Kurdbûyîna xwe bûyne
armanca êrişkaran û vê terorê û
kuştîyên Şengalê jî şehîdên doza
Kurdistanê ne. Bi vê bîr û ramanê,
em komkujîya 14ê Tebaxê ya li ser
birayên xwe yên Êzidî li Şengalê,
şermizar dikin, kirdaran rûreş û
qehir dikin. Bila serê neteweyê Kurd
sax be. Hêvîya me ew e ku birîndar
zûtirîn dem bi sax û silametî rabine
ser xwe. Dîsa hêvîya me ew e ku
hukûmeta Kurdistana Federal hêz û
dewletên li paş vê kiryarê peyda
bike û ji bo bîr û rehîya giştî ya
navxwe û derve aşkera bike. Hukûmeta
Kurdistana Federal divêt hevkarîyeke
mezin jî bide Şengalê ku cih, tax,
xanî û malên hatine kavil û wêran
kirin ji nû ve bêne ava kirin û
herweha ji bo ji bîr nekirina vê
roja komkujîyê û bîrînana şehîdên
Şengalê jî karekî konkret bête kirin.
17 Tebax 2007
Bi navê Kolektîva Ronakbîrên Kurd:
HAYDAR IŞIK, nivîskar
DERWÊŞ FERHO, şair, serokê Enstîtuya
Kurdî ya Brukselê
MÎRHEM EGÎD, rojnamevan
MEDENÎ FERHO, nivîskar
ROJAN HAZIM, nivîskar
|