Kurdî
Lêkolîn

Werger

Helbest
Gotar
Çîrok

Hevpeyvîn

Nivîskar

Arşîv

Şevçira

Kurmancî

Başûrname

Êzîdxane


 

 

 


Pêjna
Baranê


Hevgirtin

Pirtûk &
Xwendin


Urkêş


Şevçira


Kurmancî


Kurdart



Êzîdxane



بعض نافذة

كردستان
 عربياً

القوس
الثالث

Dibistan
A-Z

Qehwa sibehê
 
 
عربي
 Deutsch
 English
Redaktion  

 

H.R.R.K    West Kurdistan Intellectuals Union

20 August 2007 22:11

 

Fûad Sîpan (Akpinar)

 

Divêt bersiv bê dan û hesab bê stendin

Fûad Sîpan (Akpinar)

Kurdistaniyên hêja!

Neyarên Kurdan bi kiryara terorîstî, bi komkujiyê di roja 14.08.2007an de dîsa şîn xistine mala Kurdan, nêzîkî 600 însanên bê sûc û guneh qetil kirin. Hedefa dijminan vê carê jî Kurdên Êzîdî bûn. Hingiya şer li Iraqê heye ji bilî bûyereke li Bexdayê ku hezar şiî ji tirsa terorîstan li ser pirê hevdû pelixandin tevkujiyeke bi vî şiklî nehatiye pêkanîn. Bi rastî aqilê mirovan disekine, hestiyên mirovan dilerizin ku çawa ev nemirovana dikarin di nava çend xulekan de ewqas canan ji holê rabikin.

Lê divêt ev pirsa jî bêye kirin ku çawa dibe hukumeta Kurdistanê li devera Şengalê ewqas bê tedbîre ku dijmin dixwe de wî mafî dibîne ewqas mirovên me şehîd bike.

Herkes dizane ku Iraq di nava gola xwînê de ye, lê rewş li Kurdistana azad ji deverên din cida ye û hukumeta Kurdistanê her dem bi maf behsa aramiya Kurdistanê dike. Kurdistana azad mecbûre tedbîrên leşkerî li herêmên ku ne di bin kontirola wê de ne jî bigire, xelkê xwe biparêze û bersiveke wisa bi çi şiklî dibe bila bibe bide dijminan ku ew jî ji rewşa niha zerarê bibînin ku bila nebêjin zarokên Kurdan çi êzîdî, çi misliman û çi jî yên din qurbaniyên wanin û ew dikarin her gav wan ji holê ra bikin.

Heger hukumeta Kurdistanê bersiva vê bûyera nemirovane nede, dê baweriya xwe li hemberî xelkê Kurdistanê li her çar perçên Kurdistanê wenda bike. Nabe ku xelk were li welatê min, li ser axa min, li mala min destê xwe li ba bike û bi sedan zarok, jin, kal û pîrên min qirbike û ez jî bi daxuyaniyan bibêjim, wele ezê di salê de carekî wan bibîr bînim û yadîgariyeke sembolîk çê bikim û bila xelkê min jî pê ker bibe.

Bê guman armanc ne ew e ku hukumeta Kurdistanê sûcdar bikim, lê waye rewş li meydanê ye, hukumeta Kurdistanê jî mecbûre li gorî wê rewşê tevbigere. Heger bûyereke wisa li Ewropa an jî li dereke din çêbibe, xelk hêsabê ji hukumetê jî dixweze ku çima di dema xwe de tedbîr nehatin girtin û li ser bûyerên wiha serokwezîr û wezîr mecbûr dikin ku îstifa bikin û di dewsa wan de kesên ji wan jîrtir werin ser desthilatiyê.

Ez hêvîdarim ku hukumeta Kurdistanê di demeke kin de dilê xelkê xwe şa bike û ji dil de li heyiyên xwe çi ol, çi jî heyîyên dîrokî derkeve ku tofaneke din neyê serê wan. Ez bi tund û nefret vê bûyera ne mirovane li Şengalê şermezar dikim û di serî de ji Kurdên Êzîdî û ji xelkê Kurdistanê re serxweşiyê dixwezim.




fuadsipan@yahoo.de

Almanya, 20.08.2007

                                                              

ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera rojava. netê
werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 
Destpêkirina malperê: 01.12.2004 / www.rojava.net - © 2004-2005

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN ROJAVAYÊ KURDISTANÊ
rojava@rojava.net

Design: www.hesso.de
rojava.net rojava.net_INDEX_KURDI Neue Seite 1 rojava.net rojava.net Neue Seite 1 Neue Seite 1 Neue Seite 1