|
Malên me wêran nabin!
Destên me ji xakê nabin!
Dilên me ji evînê sar nabin!
Li Helepçe, Hewlêr û Qamişlo
Li Amed, Mehabad û Zêwayê
Dîsa li Şengalê ferman e
Li asoyên Şengalî
Çavên dayikan bi xwînê digrîn
Li Şengalê herder sor dike
Aso û xaka suncirî
Bi ser hev de dinixume.
Dîsa bi dilopên xwînê,
tovên bexçeyekî ji sorgulan diçînin.
Tovên azadiya dahatû, bi xwîna
zarokan dimeyinînin.
Erê dayikên Şengalî,
jana birînên zarokên we
di şeva çaredehê tebaxa reş de
agirê sor berdan hinavên me.
Hîn jî şengalî dibêjin
“Em aştîxwaz in, em mirovhez in
li ser kavilên xwe dimînin, qet
nabezin“.
“Ev fermana heftê û sisyan e
Bi pêc topan, mora xwe li dîrokê
xist.
Ji jana kal û jin û mendalan diqîre
Ey dayikên bê malxwêmayî bigrîn û
bilorînin
Bi wan lorîkan
Sêwiyên di dergûşên hêviyan de di
xew re bibin.
De bilorînin ta ku dilê çiyan bi we
bişewite
Ta ku ji pêsîrên xwedan şîr mîna
kaniyan biherike.
Bila li ber lorînên we,
gorîcan birînên xwe yî jandayî jibîr
bikin.
De bigrî dayê û bibilîne.
mîna baranê hêsiran ji çavan
westiyayî bibarîne
Pê agirê dilê xwe û me vemrîne.
Bigrî hetanî ku li şûna her dilopeke
xwîn
Sorgulek serî hilde û zeviyên
azadiyê bixemilîne.
Kî dibêje Şengal wêran bûye ?
Kî dibêje Helepçe enfal bûye ?
Kî dibêje Qamişlo dilsar bûye ?
Her ku tevkujîkê pêk tînin,
xwîna me tevlihev dikin.
Evîna axê di dilê me de hartir dikin.
Zimanê me bi ser dîrokê de dirêjtir
dikin.
Em ê her hebin û her bimînin.
Kokên dara me, di dîrokê de kûr çûne,
her ku ew dibirin şîntir dibin.
Şaxên wê darê bilintir dibin.
Bi gulên sor û zer li ber tîrêjên
rojê libadibin.
Û bibêjin: Ez ê kelemên nav çavên we
bin!!
16. 14. 2007.
|