HevgirtinKurdi عربيEnglishSwedishDeutsch

 
 

 rojava@rojava.net

 
 

Kurdologî


Kurmancî


Mafê Mirovan


Arşîv


têkilî


 
 

 

Şewqa te

                                                                                                   rojava.net 20.08.2005

 

 

 

 

 

 

 

 

 



Nezîr Melle

1-şewqa te xurt e , şev di dilê min de perpûte kir

“Ney şekira şêrîn qed
me ji destê te mey divêtin
da sîne pê celadîn
rewşen bikin dilê reş“ Cizîrî


2-şewqa te xurt e min ber bi rêya te ve tîne

Min berê xwe ji rêyek dûr vegerand û da ser rêyek bê dawî
min da ser rêya dil û giyan liba kir.
Navim ku ev can bi dizî xwe bispêre axek sar
Navim ku ji cengê vegerim bê birîn
Şerê ku serê min tê de neşke wê çi bîranînê bihêle?
Ne bi azarî be bila kelehên min ava nebin.
Ger nikaribim dergehekî di jiyanê de vekim ez derbasî dergehê tu kesî nabim.
Ne wisa be, ez xwe nadim ber zixtê siwarê nepenî ku sîlan li paş hustê min bidin…
Ma ji sawêr û rewrewkê veciniqim…?
Ey rê, te çima di berbanga jiyanê de sed dest dirêjî min kirin..?
Çima di rengekî de sed semt li pêş min raxistin?
Ez bi dudilî gava yekem navêjim
Ey rê ..! ezê bi te re biçim û biçim ta nasbikim bê tu li kîjan gundî bi dawî dibî û li ser devê kîjan golê radiwestî…
Min berê xwe ji rêyek dûr vegerand û da ser şopa te ey dil,,,!
Ez naxwazim tu min bighînî gîhayê jiyanê û Xumpapa raketîbe..
Bila Eştar Gayê ezmanî li dergehê yekem berde..
Ger min zanîba dilo, cezbeya tu dikşînî nehêja ye, minê tu ji qefesa vî canî bê fir bavêta erda şewitî.
Ger min nizanîba ku tu di razên bedewiyê de hosteyî û dixwazî di bedewiyê de xwe lêbikî, minê xwe ji te bêrîkiriba…
Ezê bidim ser vê rêyê û hemû rêyên din hildigrim ta li ber piyên te gorî û qurbanî bikim…
ey rê….!
Ezê hemû barên reşahiya taristana xwe li ber şewqa te bidêrim û xwe tê de vegevizînim…

3-şewqa te xurt e qeşa tenahiya min dihelîne

di şevek bê deng de
ji cihê min sê alî ketin.
Ez bûm hevalê berf û qirê
Bûm hevalê qurzîkek di valahiyê de asê bûyî.
Bûm lekek li ser avê û serê pengê ji ber min winda bû
Xem û xeyal bûn salnameya siwarê pêjnek dûr.
Gewde dihate hev, dibû gulokek hişk
Qalik bi qalik xwe dipêca
Û rêzanên sînoran derîreşk li dora min diçandin
Û demsal dihatin xwar…
Taxe bi taxe pelên sermê dihatin raxistin.
Giyan dikete xewek xwîntevizî
Ji her çar aliyan ve guhên dîwaran dixitimîn
Xitmandin berf bû
Dîwar berf bû.
Perde, pencere berf bûn
Katijmêr berf bû
Û berf jiyan bû
Û jiyan erdek çekurî bû, di bin qatên qeşê de diçiviya
Ji nijkê ve şewqa te ew hilandin û pûrta gîha şîn hat.

4-şewq te xurt e goşiyan dipijîne

çend sal bûn zeviyên gundê me ne digihiyan..
mêweyên bîstanan kal diman
gundî diketin hewara ezmên, xwe davêtin ocaxan..
ewrên dihatin stwer bûn
keskaya gund zer bû
nanê rojê bûbû xewin
ava gund bûbû leylan.
Rojekê refek xalxalok hat mizgînî anî
Rojekê refek bilbil hat mizgînî anî
Rojekê kerîk xezal hat mizgînî anî
Rojekê pêximber hatin mizgînî anîn
Roja pêncan şewqa te li gund veda, goşî bi goşî hinarkên gund keskirin.

5-Şewqa te xurt e, çavên min digre.

Ez fêrî nerîna vekirî nebû me
Nû ji dayik bû me
Hîn çavên min ter in, neketine ber arê dîmenên bedewiyê.
Rengên min girtî ne,
Bavê min reşo ye û diya min şînê ye
Û tu şewqa xwe, zertava xwe kom dikî û raserî çavên min dikî
Hêviyek min hebû ez rengê te hino hino bibînim
Baxên te bêhin bikim.
Kulîlkên tu wan av didî nasbikim
Ez nasbikim tu çi xewnê di hêlanê de dilorînî
Nasbikim çi çîrokan ji evîndaran re dirêsî
Dixwazim dengê te, bayê te, pêjna te, xemên te, bextê te, meşa te, keda te, nanê te, lêdana dilê te, dilê buhara te, buhara dîlana te, dîlana bejna te, cama destê te, meya cama te, rengdana rengê te, kildana kilê te, sîha porê te, porê şeva te, şeva xewna te, xewna şewqa te, şewqa dilê te….nasbikim û nasbikim û hey nasbikim… gelo çilo ew şewq ji nav tiliyên te diherikin…?


 

 

 

 

المقالات المنشورة تعبر عن وجهة نظر اصحابها ولا تعبر بالضرورة عن رأي الموقع

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE