|
Nizanim,
vî bajarê dûr û dirêj;
vî bajarê şipêya, hesan û bilez;
vî bajarê li ber baranê,
li ber şevê
û li ber sermê,
nizanim, çima deşta li ser destên min, razayî,
vî bajarî, bêriya bilindahiya çiyan, kir?
Nizanim, vî bajarê sar, çima destên min, şipêya,
qista çiyan dikin.
Çiyayên xwîna serhişk; birînên serhişk; kewên
serhişk; agirên serhişk; destên serhişk;
bêrîkirinên serhişk; dar û deviyên serhişk;
evînên serhişk; û çiyayên Xec, Siyamend û desmal
û pezkoviyên wan, yên serhişk…
Dostên çiyê;
dostên ku qista çiyan kirin, çiya û çiya çûn û
venegeriyan; dostên ku çiyan ew li azadiya xwe,
parve kirin û hîn ji wir, peya nebûne; dostên ku
bûn çiya, û çiya bûn ew…
dostên çiyê, ku li wir, mîna baranê, hîn şipêya
ne, wisa çiyan tînin ziman:
Çiya, ne tenê serhişk in.
Serhişkî, bi tenê, têra navên çiyan nake.
Ew bilind, mezin û bixwebawer in jî.
Ew sebir, bêrîkirin û berxwedan in jî.
Ew azadî, hezkirin, dost û yar in jî.
Lewre, çiya şahid in.
Çiya şahid in, ku her tişt, li wir, mîna wan,
şipêya dest pê dike û şipêya diçe dawiyê; şipêya
dijî û şipêya dimire: Welat şipêya ne; sirûd
şipêya ne; dest şipêya ne; berf, ba, baran û
dar, şipêya ne; agir şipêya ne; soz, civan,
xilwetgeh û bêrîkirin, şipêya ne; jan, birîn û
xwîn, şipêya ne; daxwaz, hêvî, û xewn, şipêya
ne.
Mîtos û çîrokên ji pêjna çiyan û agirên wan,
dibêjin: Çiya û banî navikên erdê ne. Asmanên
Xwedê û mîrnişînên firîşteyan, ji milên wan û
pêde, bêriya bilindbûnê kirine.
Bîra agirên çiya û çiya dibêje: Dinya ji wexta
destên çiyayên bilind û bilind ve, bûye ev der û
ew der, ev alî û ew alî, ev dinya û ew dinya, ev
jêr û ew jor, ev deşt û ew çiya, ev nizim û ew
bilind.
Çiya, bîra bilindbûnê ne: Ew bîra cihên bilind;
demên bilind, destên bilind; zivistanên bilind;
Xwedê û mirovên bilind; axaftina bilind; çîrokên
bilind; jiyan û mirinên bilind; av û xwînên
bilind in.
Ma kî ji çiyan bilindtir, heye?
Çi naxwaze li çiyan here û bişibihe wexta
bilindbûna destên wan?
Kî naxwaze bibe çiya?
Çiya eşkere ne:
Ew, eşkere radibin û rûdinin; eşkere bilind
dibin; eşkere bêriya asmanan dikin; eşkere
dostaniya berfê, baranê, û destên ku diçin
azadiyê, dikin.
Ma çiyayên bi dizî, bilind, hene?
Ma destên bi dizî, dibin çiya?
Ma kewên bi dizî, çiyan nas dikin?
Ma xwînên bi dizî, têra vegotina çiyan dikin?
„Rî dibe bost, lê çiya tenê, dimînin dost”.
Dîroka kewan, ku dîroka Kurdan e, wisa dibêje.
Dîroka Kurdan, ku dîroka çiyan e, berfê wisa, ew
ezber kiriye.
Dîroka çiyan, ku dîroka dostan e, wisa di hişê
êgir de, maye.
Ew dîrok, hîn ev dîrok e.
Ew kew, hîn ev kew in.
Ew çiya, hîn ev çiya ne.
Û dostên wan çiyan, hîn dostên van çiyan e.
Ma çiya bê dost, dijîn?
Ma dost bê çiyan, mezin dibin?
Çiya, ji dostan re ne.
Dost, ji çiyan re ne.
„Ziman dibe bost, lê çiya her dimînin dost“!
Tenê çiya dostên xwe nas dikin.
Tenê dostên çiyê dizanin, ku çiya çima bilind
in; çima ew heta hetayê, şipêya ne ; û çima ew
ji bilinbûna xwe nayên xwarê.
Dost sebra çiyan e.
Çiya qinyata dostan e.
Dost çiya ne…çiya dost in.
…………………
…………………………….
Li wir, çiya dost in...dost çiya ne.
Li wir, çiya bi dosta ne…dost bi çiya ne.
Û li vir, ku çiya dûr in, kî bêriya dostan nake?
Li vir ku dost dûr in, kî bêriya çiyan nake?
Kî naxwaze bibe çiya?
………………….
……………………………
………………………………………………………
Dostên çiyê,
li wir, ku çiya dost in, û baran li ser destên
we hişîn tê, li vir, gîha bêriya we dike.
Li wir, ku baran dost e, û destên we di hev de,
xunav digirin, li vir, gul bêriya destên we
dikin.
Li wir, ku gul dost in, û hûn li benda mizgînan,
çarçav, deşt û deşt, dinerin, li vir, pencere,
li tanê piştê vekirî, bêriya hatina we dikin.
Li wir, pencere, ku asmanên dost in, û hûn bûkên
berfê û baranê, çiya bi çiya, digerînin, li vir,
zarok bêriya we dikin.
Û li wir, berf, ku dost û zarok in, û hûn dûrî
van bajarên nizim û nêzîk, di bîra wê berfa dûr
de, li çiyayên dûr, bajarên dûr, bilind, ava
dikin, li vir, bajar bêriya we dikin;
dostên bajêr, bêriya we dikin;
minare, xaç û perestgehên bajêr, bêriya we
dikin;
berî bajêr û piştî bajêr, bêriya we dikin.
|