Di destên Adîkê de, tenbȗr
dibȗ
çem
ȗ
dinaliya

Tenbȗrekê
çêke xalê Adîk
bila kodik ji dara tȗyê
be,
ȗ
destik ji dara zeytȗnê
be
ȗ
çardeh perdeyan girêde
perdeyekê ji axînan
yekê ji xeman
yekê ji hesretan
yekê ji keseran
yekê ji êşan
yekê ji bêzariyan
yekê ji nalînan
ȗ
heft perdeyan ji eşq
ȗ
evîn
ȗ
serxweşiyê
ȗ
sê têlan li ser saz bike xalo
têlekê ji mijangên Eyşan
ȗ
Iwêşan, yan jî ji berger
ȗ
omidiya Şêx Bozan
têlekê ji biskên Edȗlên
ser bi dȗman,
yan jî ji tamarên pişta Delalê Delalan
ȗ
têlekê ji guliyên Zîna zîndan, yan jî ji
temriya hespê Memê Alan
De lêxe xalo ... lêxe
ȗ
tiliyên xwe li ser perdeyan bikuvişe
wan tiliyên nazik
ȗ
mijȗl
ȗ
girînokî
wan tiliyên mest bi dastan
ȗ
serdor
ȗ
stran
wan tiliyên mişt ax
ȗ
ahîn
ȗ
dengvedan
De bijenîne padişaho ... bijenîne
bila Efrîn di dilê me de hîn pir bibe
bila çivîk di destên te de fêrî fîxanê bibin
her sê têlan bi hev re binalîna
bila deng bi ber çiyan keve,
ȗ
li me vegere
ȗ
aliyên me yên tî tijî awaz bike
Va ye kodika te xemgîn bȗ
ye
têlên te di êvaran de gazinan dikin
perdeyan bîra tiliyên te kirine
de biherikîna wa tenbȗrê
bi ser me de xalo
ku hîn em kesrkêş
ȗ
xempirin
Bi qasî hezkirinê, tenbȗra
te dadirive dilê me
bi qasî bîrîkirinê em disojin stranan
bi qasî dastanan em di xwe de diçin ava
ȗ
bi qasî sozan em di xewnan werdibin
dêng bi têlan xîne xalo
bila di tevliheviya xwe de em bilerizin
bila sizî di canê me re herin
ȗ
werin
ȗ
bi kulmistan em li sîngê xwe xînin,
ȗ
bêjin ax
ȗ
ax
ȗ
ax
Kerîketêrê Adîk:
hunermend Dîko