Rêzdar Berzo Mehmud nivîskar û zimanzanekî
ji Kurdistana Rojava ye, ewî di pir kovarên
kurdî bi zimanê kurdî, zaravê kurmancî gotar
û lêkolînên zimanewaniyê nivisîne, mamoste
Berzo gelek salan di desteyên kovarên bi
zimanê kurdî de mîna"Gelewêjê " û " Pirsê"
bi jêrbûn kar kiriye, ji bo min cihê rûmetê
ye ku min jî li gel wî û hin hevalên din,
nivîskarên rêzdar mîna Heyder Omer, Rizo Osê,
û Merwan Osman di desteya kovara "Pirsê " de
kar kirî ye .
Mamoste Berzo danerê pirtûkeke zimanewanî (Rênivîsa
peyva kurdî ) li ser zimanê kurdî (zaravê
kurmancî) ye.
Berêz Husên Ehmed hevpeyvînek bi zimanê
erebî li ser zimanê kurdî bi mamoste Berzo
re di malpera "welatê me" de weşandî ye.
Mamoste Husên pirsên balkêş, mîna van pirsên
jêrîn ji mamosteyê zimanzan kirine;1-Ji bo
çi ew bi zimanê kurdî dinivîse ?2- Eyan
lêkolîner Berzo dikane hest û nirînên xwe bi
zimanê kurdî derbibire ?3- ji bo çi hemû
Kurd bi tîpên latînî nanivîsînin ?4-Çawa
berêz Berzo li helwestên partiyên kurdî di
sebaret zimanê kurdî de temaşe dike?
Li gor nirîna min, mamoste Berzo bi awakî
giştî bersivên têrkirî û sudar dane, wek
nimûne ew jî di vê baweriyê de ku zimanê
kurdî pêwîst e bi tîpên latînî bête nivîsîn,
lê eger ewa niha dijwar be jî, lê divê
zaravên kurdî bi kêmasî niha di warê
ferhengî de bibe yek û her weha ewî bersivên
din jî bi zanstî pelandine, lê nirîna ku
gelek bala min kişandî ye ev e; lêkolîner
dibêje; DI RASTIYÊ DE EZ ÇANDA BI ZIMANÊ
KURDÎ (ZARAVA KURMANCÎ) NABÎNIM.
Di rastiyê de, min jî nedixwast bawer bikira
ku hevpêşeyê me yê berêz, weha pir hişk li
zaravê kurmancî û berhemên kurmancî temaşe
dike..lê di hevoka wî de pir zelal e, ew
çanda kurdî bi kurmancî nabîne, ango ewa-
tune ye- !
Di vê derbarê de dixwazim ji berêz Berzo re
bêjim; ku te xwe zor şaş kiriye, ji ber
ku ÇANDA KURDÎ BI ZARAVA KURMANCÎ HEYE lê
ewa niha ne di asta pêşketina zaravê soranî
de ye, bi ya min be, ev nirîna pirtir cihê
xwe di warê zanistiyê de digre.
Ez gelek bawerim ku nivîskarê me Berzo navên
van mezinan rind zane û berhemên wan pir baş
xwedine, ew gelek çak zane ku evanan di çand
û wêja kurdî de gelek gernas û payebilind
in; tenê ezê li vir navên çendekan hûnim
bîra dostê xwe yê hêca, ewên ku raperînên
wêjeyî di berhemên xwe de çê kirine ; Mele
Ehmedê Cezîrî, Feqiyê Teyran, Eliyê Herîrî û
paşê Mîrê helbesta kurdî, pêşengê ramana
netewî Ehmedê Xanî ku îro navê wî di nav
wêjeya kevneşpoî ya cîhanî de hatiye
naskirin.
Herweha Mile Mehmud Bayezîdî bi berhemên xwe
di nav rojhilatnasan de jî dîsan pir navdar
e
Nivîskar Erebê Şemo damezrênerê ramana kurdî
bi berhemên xwe " Kela Dimdim".û Şivanê Kurd
li seranserî Kurdistanê nasraw e û bi dehan
pisporên wêje û zimanê kurdî li Sovyetistana
berê mîna Prof.Dr.Qenatê Kurdo, Prof.Dr.
Haciyê Cindî, prof. Dr.Celîlê Celîl, Prof.Dr.
Zerê Yosif, prof..Dr Celilê Celîl, wêjevan
Elî Ebilrehman, lêkolîner û helbestvan
Çerkesê Reş, helbestvan, ramannivîs û
lêkolîner Tosinê Reşît. û bi dehan û dehan
berhemên xwe (Raman, helbest , çîrok,
lêkolînên zimanewanî, rexneyî) bi KURMANCÎ
nivîsîneur
Eger li nik mamostê rêzdar rojnamegeriya
kurdî beşek ji çanda kurdî be, divê ez eshe
Şahsîwarê rojnamegeriya kurdî Miqdat Medehet
Bedirxan û yekemîn rojnama " Kurdistan "(
1898 )bi bîra wî hûnim.
Ma ne tiştekî matmayî ye ku lêkolînerê me,
zimanzanê me di warê kurmancî de naxweze
mamosteyên xwe û yên me hemûyan di warê
rêzimanê kurmancî de mîna Celadet Bedrixan,
Reşitê Kurd, Qenatê Kurdo û bi dehan yên nû
jî bibîne ?
Ez naxwazim navên hemû kovar û rojnamên
kurdî bi zaravê kurmancî li vir bi nav bikim,
lê ez neçar im bi kêmasî dîsan navên van
kovaran mîna " Hawarê ", Ronahî". "Stêr"
Gulistan", "Gelewêj", "Pirs", "Gurzek Gul"
Newroz" "Pênûs" û h.d.hûnim zimên .
Lê dîsan ez tênagînim ku ji bo çi berêz
Berzo nexwastiye berhemên seydayên me
Cegerxwîn, Osman Sebrî, Hesen Şiyar, Ehmed
Namî tîrêj yên wêjeyî û dîrokî û zimanewanî
bibîne?
Îro gelek nivîskar û rewşenbîrên navdar li
Kurdistana Rojava peyda bûne, û ewanan bi
berhemên xwe çanda kurdî bi zaravê kurmancî
dewlemend kirine, navên mîna bavê Nazê, Dr.
Husên Hebeş, Heyder Omer, Muhemed Osman (Hemdo),Hêmin
Kurdaxî , Nezî Palo, DiyaCiwan, Helîm Yosif,
Can Dost, Pîrustem, Şahîn Soreklî, CanKurd,
Mistefa Reşît, Gundî, Awazê Kalo Rûxwaş,
Bextreş, Rizo Osê, Berzo Mehmud, Elî Cefer,
Şêx Elî, Deham Ebulfetah, Keça Kurd, Konê
Reş, û yên mayîn di ezmana çanda kurdî de bi
kêmasî li Rojavayê Kurdistanê pir geş in, lê
dîsan berêz Berzo nexwestiye wan jî bibîne,
ji bo çi ez nizanim ??? Mebesta wî çi ye ?
Ez dîsan nizanim. !!??. .
Eger ez vegerim Kurdistana Başur, bê guman e
li wir jî bi sedan lêkolîner, helbestvan,
rojnamevan wêjevan bi zimanê kurdî, zaravê
kurmancî pirtûkên xwe pêşkeşî pirtûkxana
kurdî kirine, mîna ku ez zanim" Yekitiya
nivîskarên kurdistanê " taya Dohukê nîzîkî
ser pirtûkî bi zimanê kurdî zaravê kurmancî
çap kirine, yanê ez dîsan tênagînim ku çawa
mamostê hêca nexwestiye navên mîna Sadiq
Beha eldîn, Noredîn Brîfkanî, Ehmed Nalbend,
Ebdirehman Mizurî, Muhsin Qoçan, Hesen
Silêvanî, Selah Sedelela, Dr.Fadil Omer,
Seîd Dêreşî, Dr. Mesud Kîtanî, Tehsîn Doskî,
Mihemed Emîn Doskî, Xelîl Dohokî, Necîb
balayî, Hêvîn Berwarî, Bayiz Omer, Dr.
Kamîran Berwarî û bi sedan navdarên din û
berhemên wanan bibîne ?
Eger ez navên hemû nivîskar û lêkolînvanên
Kurdistana Bakur jî li vir hûn zimên, dê
gotara me tenê bi navên nivîsevanên zimanî
kurdî, zaravê kurmancî mişt bibe, lewra jî
ez hêvî dikim ku evan navên jorîn û hîn bi
sedan, navên mayîn bala nivîskarê me Berzo
ber xwe de bikşînin, taku ewanan ji aliyê tu
kesan de, ne îro û sibe netên setemkarkirin.
Ez dixwazim di vê sebaretê de ji berêz Berzo
û ji xwendevanên rêzdar carek din xalek an
diyardeyeke zanistî di warê pêşketina
şaristaniyê, çand û wêje de li nik gelan yan
li cem mirovan biçespînim, Yanê eger em
bêjin, wêja êngilîzî ji wêja almanî pêşdatir
e, eva qet netê vê wateyê ku em wêja almanî
nebînin, yan eger em bêjin , wêja almanî ji
ya gelê Alban pêşdatir e, dîsan eva netê vê
wateyê ku em çanda û wêja gelê Albab nebînin
.
Dîsan eger ez niha bêjim çand û wêja gelê
Rus pir ji ya gelê Daxistanê pêşdatir e ,
careke din ne ji mafê min e ku ez Resul
Hemzatov nebînim û .h. w. û nimûneya min ya
herî dawiyê ev e, eger ez bêjim Kurdistan
Mukriyanî zimanzaneke pêşketî ye, dîsan eva
netê vê wateyê ku ez Berzo Mehmud, Selîmê
Biçûk, Keça Kurd, Dr.Muhemed Ebdo, Mistefa
Reşit, Dr.Zeredeşt Haco, Deham Ebdil Fetah
nebînim !!
Eger seyda Berzo dibîne ku çanda kurdî bi
zaravê soranî li gor zaravên din li pêş e,
ez zû kanim ji wî re serê xwe bihejînim, lê
eger ew dibêje; ez çanda kurdî bi zaravê
kurmancî nabînim!!!, ez bawer dikim ku tu
kes ji nivîsevanên me nikane vê nirîna hişk
bipejrîne, lê ez pir bawer dikim ku hin
zimanzanên zaravê soranî mîna Kurdistan
Mukriyanî yan Ferhad Şakilî û hin
rewşenbîrên mîna Muhsên Ciwanmêr, dê pir zû
ji mamoste Berzo bawer bikin û nîrîna wî
mîna çekekê li hember zaravê kurmancî bi kar
hûnin û ji me hemûyan re bêjin, de werin
Kurmancino ! va ye zimanzanekî we bi xwe
dibêje; çanda me bi kurmancî tu ne ye !!
Vêca ji bo çi hûn dev ji tîpên latînî
bernadin? Hûn ji bo çi dev ji zaravê
kurmancî bernadin … De bila hemû kurmancaxêv
tenê bi zaravê soranî bixûnin û binivisînin
. …
Lê bi ya min be mamoste Berzo ta radeyeke
bilind bi dadmendî rexna xwe di derbarê
qelsiya partiyên kurdî di warê zimanê kurdî
de arast dike, ew dibêje; faktorên obyektîv
rolên xwe di şûndamayina zimanê kurdî de
dilîzin, lê faktora subyektîv ango (partiyên
kurdî )ne hêzeke karîger e ku zimanê netewa
xwe pêşda bibe. Herweha jî ew rexna hin
rewşen bîrên Kurd dike, ewên ku rêzê li
zimanê dayika xwe nakin û xwe bi zanîna
zimanê erebî serbilind dibînin.
Ez li vir pir dixwazim piştvaniya nirîna
Berêz Berzo bikim, û ez jî dengê xwe bi wî
re bilind radikim û dibêjim belê; piraniya
partiyên tevgera me li Kurdistana Rojava di
warê zimanê kurdî de qels in, ewanan xwe ji
bo zimanê kurdî nawestînin, ez li vir tenê
hez dikim nimûneke zindî ji xwendevanan re
binivisînim. Di êvarekê de, di sala 1998-99
an de, sekretêrek ji sekretêrên partiyên me
li Helebê sêmînarek ji rewşenbîrên Kurd re
lidarxist, piştî ku ewî axivtina xwe bi dawî
anî, rewşenbîrekî nirîn û baweriyên xwe li
ser kêş û aloziyên tevgera kurdî derbirî,
mîvanê me, sekretêrê rêzdar pir eşkere gote
beşdaran, bi rastî min ji axivtinên evî
mamosteyî tiştek fêm ne kir..ji ber ku ewî
gelek bi zimanekî kurdî paqij peyvî, lê
mixabin ez hîn ne di wê asteyê de me …. .
Eva kêmasiya ne tenê li nik ewî heye, gelek
mixabin ewa li nik piraniyên serok û
pêşengên tevgera me heye, lewra jî em
dibînin zaravê kurmancî bi piranî bi pênûsên
rewşenbîr û nivîskarên zaravê kurmancî pêşda
diçe.
Lê divê ez vê rastiya dîrokî jî berçav bikim;
mîna ku ez zanim hin partî ji zû de û hin
dezgehên nûh jî koreyên zimanê kurdî
vekirine û niha bi sedan li seranserî
Kurdistana Rojava şagirt û mamosteyên nûh çê
bûne, eva rastiya jî cihê pesnê ye, ez lava
dikim hemû partiyên din jî di vî warî çalak
bin, pêşketina zimanê kurdî erka hemû partî
û rewşenbîran e, bi nirîna min têkoşîna
netewî bê zanîna zimanê kurdî, bê weşandina
kovar û rojnamên kurdî û di pileyeke bilinde,
ewa dibe têkoşîneke ne tewaw û ne tomî.
Di dema niha de li Kurdistana Bakur jî rewşa
zimanê kurdî pêşda diçe, kongire û
konfiransên zimanê kurdî û wêja kurdî li
dardikevin, dîsan eva nîşana pêşketina
zimanê me (zaravê kurmancî ) ye .
Ji ber van hemû rastiyên pelandî, divê em
çanda xwe bi zimanê xwe ( zaravê kurmancî )
bibînin û em zû zû hemû samanên xwe yên
wêjeyî, çandî, zimanewanî, rojnamegerî bi
destên xwe wenda nekin.
.
Li dawiyê ez hêvîdar im ku min bi van du, sê
rûpelan zengileke biçûk ji xwendevanan re
lêxisti be, ta ku ewanan jî baweriyên min
dewlemend bikin yan kêmûkurtiyên min zelal
bikin .
19.o6.2007