| |
Çirûskin ji jiyana
Hesê Rût
Pîr Rustem
Pêkenîn
Dibêjin ku navê yekî derketibû ku ew, ji xwe re,
bi her yekî dikene û wî tazî dike. Evê yekê hêşt
ku Hesê Rût ji mala xwe derkeve û dêv bide gundê
wî kesî. Zû- dereng, ew dighe gund û wî di
gedûka malekê de digre û jê dixweze dê çawa
karibe bi wî jî bikene. Camêr li Hesê me
vedigere û dibêjêyê; “De ka li vê derê li benda
min bimîne heya ku ez karê xwe li vê malê
diqedînim û ezê bêm û ji te re xûyabikim”.
Pir dereng dibe û ew kes venagere, dihêle bihna
Hesê Rût teng bibe û xwe li hewşa wê malê bade,
bi dengekî – dudiyan bang li xwediyê malê dike
û, piştî ku ew dertê, pirsa wî kesî dike.
Xwediyê malê destên xwe li hevdu dixe û, piştî
ku du-sê caran jî ustû badide, dibêjêyê; “Ewî
silavek da û li bersivê jî nesekinî û di gedûkê
re derket, çû”. Hesê Rût dinire ku wî destê xwe
bi aliyê din de dirêjkir û tê derdixe ku du
gedûkên hewşa wî hene.
Evê têgihêştinê hêşt ku ew bi ser xwediyê malê
de biqîre; “Law mal xerabo ma tu ji Xwedê
zanetirî, heya ku tu du gedûkan ji hewşa xwe re
çêdikî. Wî çima du dev ji te re çênekirin”.
Piştî gotinên xwe, ew jî, di wê gedûkê re
derdikeve û bi rêve dirame; çima ew ji pêş wî
revî û, ji xwe re, bi wî jî nekenî.
Ew di van ramanên xwe de bû û dem jî derengî
şevê bû, heyv jî ji zûde reviyabû û ezman rût
hêştibû. Evê yekê dihêşt ku yek li nîvê yê din
keve da ku zanibe hineke din, ji bilî wî jî, li
ser rêçikên gund dimeşin. Pir naçe û Hesê me ji
rêçikê derdikeve û di binê rê, di kortekê,
werdibe û hîne jî ew, bi wî û reva wî, diramiya
bêyî ku bighe tutiştî.
Zîrekî
Rojekê jî ew li civata Axayê gund rûniştibû û,
weke hercar, xizmetkariya civata wî dikir û yek
şiv, cixare ji bêrîkên wan dikişandin, helbet
çend pîneyên nên jî bi destketibûn û dêwên zikê
xwe pê xulmaş kiribûn.
Nexêr, dilê mêvanekî Axê li vexwarina mey vebû.
Dem zivistana qerte; heft şûrikên avê li derve
bûne yek û bor-bora seg û guraye. Çend caran Axê
got; “Kî diwêre rabe here Şiyê”. Lê deng bi
tukesî neket; çûna ji gund heya bi Şiyê divyabû
yek di ber mezelê Şêx re bibore û gundiyên
nêzîkî mezel dizanin ku herşev şan û şoret di wî
mezelî de têne kirin.
Ji nişkeve, Hesê Rût, xwe davêje gorepana mêran
û dibêje Axayê xwe; “Ezê herim”. Axê nedixwest
wî bişîne da ku civata wî rût û bê xizmekar
nemîne, lê turiyên din li ber wî tunebûn. Piştî
çend peran dixe destê wî, rê didêyê ku ew rabe
here.
Bi rê ve, bi fîte-fît, dimeşe û pir caran dengê
xwe dibirî ka kes li dû wî dimeşe lê na, tevî
evê tevdîra wî jî, nehêşt ku du zirtik nekevin
pêşiya wî û xwe, di ber kêla gora Şêx de,
veneşêrin û bi gihêştina cem gorê re, Hesê Rût,
bicarekê hilma xwe dibire, lê gava ku gotina
meleyê gund tê bîrê ku; “Ewê silavê li gora Şêx
bike tukes newêre nêzîkî wî bibe”. Hesê me, bi
dengekî şeliyayî, silavê li gorê dike.
Bi vegrandina herdu zirtikan û derketina wan a
ji piş kêla gorê, kabokên Heso dişkên û bi eynî
wî dengî dibêje wan; “Xwedê hebûn û hejmara we
zêde bike Şêxên min. Min ev pere anîn da ku hûn
karibin kefenên xwe nuh bikin”. Herdu zirtik,
tena kirês, derketibûn pêşiya wî.
Dilketin
Rojeke din jî ew di binê gundekî re dibore,
jêmayîbê segekî jî dema ku seriyê wî dibîne êrîş
ser dike û bi gewte-gewt bi dora wî dikeve da ku
keysekê bibîne û lepeke goşt ji wî daterişîne.
Dengê seg dihêle ku keçikek di xweşikbûna rokê
de di sibeyên zivistanan de ji dergehê hewşê
derkeve û dêng li seg bike da ku ji wî rêwiyî
vegerîne. Dengê keçikê dihêle dilê Hesê Rût,
weke ku zerikeke kuzotên sor bi ser de kiribin,
biqijile û bêyî ku riya li pêş xwe bajo, ew
vedigere gund û dibêje du-sê ciwanmêran ku di
temenê wî debûn; “Min yeka xwe dîtî û dilê wê jî
li min heye”.
Ew xwe didin hev û dikevin ser riya gundê ku
yara Heso lê. Bi rê ve û ji berî ku ew bighên
gund, yek bîrewer derdikeve û ji wî dipirse, ku
ew ji wan re bibêje; kengî û çawa dilê wan kete
hevdu û çawa hevdu naskirin.
Dema Hesê Rût çêrokê ji wan re dibêje, ew di
cihê xwe de radiwestin û ewê ku pirs kiribû
dibêje hevalên xwe; “Eger ku em ji wî ne hêçtir
bana, me xwe bi ber bayê wî nedixist û emê
neketana dû wî”. Bi van gotinan re, ew ji nuh ve
vedigerin gund, lê Hesê me riya xwe dajo;
tutiştî nedikarî ewî ji ser vê riya pîroz
vegerîne.. ji bilî segê wê malê û bêdengiya
keçikê.
Lê Heso hêviyên xwe nebirîne û ew hîne li gundê
keçikê digere.
Jinanîn
Temenê Hesê Rût gihîştibû çel salî û wî hîne jin
nanîbû û demên ku gundiyên wî jê re digotin;
“Kuro tu çima nazewicî”. Ew, pirê caran, ji
pirsê direvî û dikir ku nebîstî lê gava ku
bidîta yek jê nagere, bi rûyekî nerim digote wî;
“Min çend diravên xwe ragirtine da ku tazî û bê
kefen neçim hizûra Xwedayê xwe û bihêlim ku ew
jî, ji ber min ve, fedî bike”.
Lê gundiyên wî jê negerîn û gotinê; “Eger ku tu
mir emê te rakin, xema wê yekê nexe”. Bûr –
mecbûr hêştin ku ew li yeka xwe bigere, ya rast
bêyî ku bihêlin ew li wê bigere, wan yek nîşan
kiribû; tevan çavên xwe berdabûn kermekeçekê û
jê re tînin.
Lê wî tucaran xema mirinê nexaribû û ne jî bi wê
yekê ramiyabû; Piştî ku şeş meh di ser zewca wî
re diçin, pîreka wî dimre, û hema ku hefteka wê
diqede, ew xwe li civata Axê digre û di nîvê wan
de radiweste û dêng li wan dike.
- Min tutişt nizanî û ne jî min dixwest zanibim,
we ez hînî evê yekê kirim û nuha jî ne pereyên
kefen man û ne jî jinik ma. Piştî ku civat têr
dikene, Axe dêng li Hesê Rût dike ku here çayekê
ji wan re çêke.
Rûmetkirin
Lehengê me, di kirin û fermanên Xwedê de,
şerpeze mabû; wî li dora xwe dinerî ku hineke ne
tutişt bûne xwedî nav û deng û seriyên berana,
ji wan tenê re, dadikevin û yên weke wî jî, û
piştî ku ên pêşî dev û rûyên xwe dişûştin, bin
diranên xwe yên kurmî bi pariyên tisî tijî dikin
û pir caran ew parî jî bi dev wan nediket.
Evê yekê hêşt ku ew, di rojekê de, biqîre û
bibêje; “Erê ew camêr, hertim, bi cil û kincên
paqij têne civatan, lê sedî-sed û eger ku yek
wan rût bike, dê ji bilî zikê wan ê mezin,
tucudabûnê di navbera min û wan de nebîne û ew
jî rê nade wan ku hertim cihê bilind ê wan be”.
Hesê me, her çaxekê, ev pirs ji xwe dikirin, lê
ew nedighêşt tuçareyan da ku ew jî bibe xwediyê
nav û dengekî girs, ji bilî ku here û bi seriyê
kaniyê de birî, gûke. Erê wî hêşt ku av li tevan
biherime. Lê bûbû, yek, ji xwediyên bi nav û
deng.. û ew jî dikeve dîrokê.
Cindirês 2000
|
|