|
|
| |
Namek ji
bo yezdan
lawkê Hacî
dîsan hestên birîndar hişyar dibin
Birînin nû derbasî dîroka xwe dike
Tîna dil
kelkela rokê di hinavê xwe de himbêz dike
keştîyên mirovantiyê
li berdîlavên mirûzî yê vediwestin
rondikên bi keder diçinin
bang û qêrîn....
ji wêneyên dêmên dayikan
ji tirsa di çavên zarokan de
bi xwîna pakrewanên azadîyê
namek ji yezdanê cîhanê re bi rêkir
Bo çi jiyan te afirand
mirov te kirin neyarê mirovan
Biryareke çewt
jiyan bi şînê xemiland
|
|
|
|
ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi
navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê
naveroka nivîsa xwe ye!
|
|
|
|
|
|
|
|
|
|
|
|
 |
|
|
|
|
|