| |
Bi Navê
Xwedayê Dilovan û Dilvîn
Eniya Felata Niştimanî
Projekta Niştimanî bo Guherînê
Li gor vexwendinekê ji layê Birêz 'Ebdil Helîm
Xeddam û birrêz 'Elî Sadredîn Beyanûnî ,
civîneka rawêjkarî ji çend hêz û kesayetiyên
opozisoynê re hate lidar xistin , ji bo
goftûgokirina rewşên ku encamên pêşveçûnên li
Sûriyê dibin , herweha planên karên opozisoyna
li Sûriyê di dema bûrî de hatine pêşkêşkirin ,
di nav de Hevpeymana Niştimanî û Daxuaniya Şamê
; guftûgo derbarê pêşketina karê opozisyonê li
Sûriyê û pêdiviya yekkirina kedên wê û danîna
rêbazeka pratîk bo pêkanîna armancên wê derbarê
guherîna xwestî û avakirina rêjîma demokratîk de
.
Ji ber hindê ku beşdaran biryar dan bi
damizrandina " Eniya Felata Niştimanî " û danîna
belgeyekê ku armanc û mekanîzma karê wê hembêz
bike . Eniya Felata Niştimanî , tevahiya hêzên
opozisyonê vedixwîne bo arîkariyê , di çarçeweya
Eniyê de yan pê re , ji bo bicih anîna daxwaz û
hêviyên milletê me di guherandin û felatbûna ji
rewşa niha ya ku Sûriyê lawaz kiriye li beramber
hevrikiyan .
***
Sûriyê îro rastî metirsiyanên ku hêj berê
nedîbûn , tê. Weke encama siyasetên şaş û çewt
yên ku rêjîma deselatdar meşandin , ta ku welat
gihandine rewşeka ku yekîtî û asayişa wê ya
niştimanî tev li pêşroja milletê wê û yekgirtina
wî di biveyê de ne .
Pêwîstiya Sûriyê ji rizgarbûna ji rêjîmeka
zordest û gendel , paraztina wê ji du biveyan
tîne holê : ya yekemîn hundirîn e di verêjên
rêjîma heyî de dixuye , ya ku bû sedemê
qelskirina welat û çespandina rewşa paşketin û
kizbûnê , û rêgiritna projektên geşepêdanê di
hemî biwaran de .......diwemîn jî derveyî ye ,
bi ser welat de hat ji encama biryarên heme hema
û ne berpirsiyar , yên ku welat xisitine orta
metrisiyanê de , û behane dane bendewranan , da
ku gefan li erda welêt û serdestiya wî bixwin .
Gelê Sûrî vexwendiye îro da ku stûbariya
guherîna demokrasiyane hilbigire , û hêzên
civakî û konevanî yên zindî jî berpirsiyar in di
aktîvkirina tevgera guherînê , û bikaranîna
enerjiyên millet da ku guherîn bibe rastiyeke li
ser erdê ji bo rûxandina zordestiyê û avakirina
Sûriya nû , mîna welatekî serdest û serbest , ji
hemî pêkhatiyên xwe re be .
Projekta Guherîna Niştimanî xwe dispêre hêzên
gelê Sûrî yên subjektîv , û sûde werdigire ji
heyama navneteweyî û herêmî ya guhertî .....li
gor van mekanîziman :
Yekemîn : Kifşkirina rastiya rêjîma deselatdar ,
weke rêjîmeka sitemkar û xirabbûyî ....li pêşiya
dinyayê tevî , ji bo hilanîna çerçevê li ser û
rawestandina piştgiriya wê .
Diwemîn : Riswakirina sextebûna binvakirinên ku
rêjîm xwe li paş wan vedişêre li pêşiya cemawer
û elîtên Erebî , di riya kifşkirina siyasetên
radestî û serjêriyê , û jidestxistina prensîp û
pêdariyan , yên ku wan pêktîne ji bo paraztina
hebûn û berdewamiya xwe , da ku cemwerên ummetê
wê bi rastiya wê nas bikin nek di riya
binavkirinên derewîn yên ku dem bi dem wan
bilind dike .
Sêyemîn : Pirkirina danûsitandinan bi birayan re
li welatên Erebî , ji bo diyarkirina renckêşana
gelê Sûrî û dûrahiyên wê : Yên mirovane û siyasî
û aborî , û stûbarkirina wan bi berpirsiyariyên
wan yên dîrokî û netewî .
Çaremîn : Riswakirina binpêkirinên beloq ji
mafên mirovan re li pêşiya rêxistinên mirovane û
dezgehên civaka sivîl li cîhanê , û kifşkirina
dokûmenel ji gorên komekî , û komkujiyên herî
mezin , û dosiyên hezarên windabûyan , û
azarkêşana girtî û koçkiriyan ... û karesata
mirovane ya tevahiya gelê Sûrî di bin rewşa
twari' û yasayên urfî û dadgehên awarte , û
belengazî û bêkarî û gendeliyê de .
Pêncemên : Danîna bingehên gotareka ragihandinê
ya germker , ku tevahiya beşên opozisyonê destpê
bikin , û dabînkirina mekanîzimên danûsitan û
rêçikên wê , ji bo gihştina dîrekt bo gelê Sûrî
, û rizgarbûna ji wîsayeta alavên ragihaninê yên
din , yên ku konevaniyên xwediyên wan, wan
birêdixin .....ev tev ji bo gihandina gelê Sûrî
bo rewşa 'isiyana sivîl , ya ku em wê despêka
praktîk ji guherîna niştimanî re dibînin .
Şeşemîn : Gotara ragihandinê ya germker guhdide
bi tevahiya pêkhatiyên gelê Sûrî , û bi van
bingehan ewle dibe :
- Guherîna aştiyane ya demokrasî ji hundir ve
- Sûriyê ji bo hemû zarokên xwe ye .
- Hevwelatîbûn girêdana erk û mafan e .
Heftemîn : Hêzên opozisyonê li hundir û derve
komdibin bi civîna li ser armancên berfireh yên
hevbeş bo pêkanîna guherandinê , û tev ewlebûnê
bi sindûqên dengdana azad ya adilane tînin .....lêvegerek
bi nîgaşkirina nîşanên pêşroja xwestî .
Heştemîn : Dûrgirtina tevahiya rengên ramana
totalîter , û hemî projektên rehkorkirin û
jinavbirinê , bi çi behanê bin , û qedexekirina
bikaranîna tundûtîjiyê di praktîkirina karê
konevanî de .
Nehemîn : Eniya Felata Niştimanî xêrhatina hemû
pêkahtî û tiwêjên civaka Sûrî ya azwer bo azadî
û guherînê bo tevlîbûna wan berbi Eniyê û
karkirin di çarçoveya lihevkirinên wê de .
Dehemîn : Akam û mebesta guherandina niştimanî
ya xwestî ev e : Avakirina Sûriyê mîna dewleteka
sivîl û nûjen ku rêjîma wê ya siyasî li ser
bingeha hevpeymaneka civakî bête avakirin , ku
ji destûreka dîmokrasî derbiçe , û li ser
bingeha tedawilkirina aştiyane bo deselatê , û
hevwelatiyê bike girêdana di navbera erk û mafan
de .
Yanzdeh : Amadekirina alternatîvê nitşmanî ji
aliyê wênekirin û heykeliyetê ve ...merceke ji
mercên guherînê û bingeheke ji binegehên wê û
mekanîzimeke ji mekanîzimên wê yên sereke , bi
armanca dûrkirina sîbera kaos û şerê sivîl , ya
ku her û her rêjîmê tirs pê kiriye û xwe li
piştê çeperkiriye da ku hebûna xwe biparêze .
Diwanzdeh : Siyaseta cudakirin û jinavbirin û
tenêhiştinê ziyanên herî mezin peyde kirine ,
yekîtiya niştimanî şikand , û di pêşiya van
ziyanan de sitemkariya bêhempa ya ku bi serê
milletê kurd de hevpişkên me di welat û çarenûsê
de , hat .Ev tiştê ku pêwîst dike ji holê
rakirina sedemên zordariyê û çareserkirina
encamên wê di çarçoveya yekîtiya niştimanî de ,
û di pêşî de bikaranîna mafên xwe yên siyasî û
rewşenbîrî wekû hemî pêkhatiyên civaka Sûriyê .
Sêzdeh : Teqezkirina rola jinê ya sereke di
komelgehê de , û peydekirina şert û mercên
objektîv bo dabînkirina bikaranîna wê ji hemî
mafên xwe yên konevanî û sivîl , ji bo
pêşxistina welat û bicihanîna pêşveçûna wî .
Çardeh : Baldariya bi amadkirina nifşên nûhatî ,
û geşkirina çanda wan ya demokrasiyane wekû
rêbaz û pratîk , û perwerdekirina wan di riya
amadekirin û rewşenbîrî û xwendinê de , û
peydekirina derfetên kar bo wan , û hevparkirina
wan di jiyana giştî de , û çespandina giyanê
stûbariyê li nik wan .
Panzdeh : Baldariya bi çareserkirina rewşa aborî
di hemî melbendên wê yên mewdanî û maddî û
pîşesazî û kiştûkalî û xizmetguzarî , û
destberdana geşepêdana giştî , û ji holê
rakirina astengên yasayî û îdarî li pêşiya
projektên sektora taybet , û ewlebûn bi bingeha
aboriya bazarê , bi haydariya ji bo balanasa di
navbera herdû dûrahiyên aborî û civakî de , û
teqezkirina ku çaksaziya aborî pêwîstiyeke
niştimanî ye li gor renckêşana gel , û
bilindbûna buhayan , û belavbûna bêkariyê ...tiştê
ku zêdekirina dahatiyan pêwîst dike tev li
peydekirina derfetên kar û dabînkirna pêdiviyên
sereke yên gel .
***
Eniya Felata Niştimanî bi vê nêrîna hanê ewle
dibe di biwarê têkiliyên Erebî û Filistînî û
Navneteweyî de :
Colan a Dagîrkirî û Doza Filistînê :
Yekemîn : Enî ewlebûnê bi vegerandina Colana
sala 1967an dagîrkirî tîne û wê dixe serê
stûbariyên xwe de , û berxwedana mirovên me li
wir bihêz dike.
Diwemîn : Enî piştgiriya milletê Filistînî dike
di xebata wî ya ji bo vegerandina mafên xwe yên
niştimanî de , di nav de mafê wî di vegerê de û
mafê çarenûsî û damizarndina dewleta xwe ya
serbixwe li ser erdê xwe ku paytexta wê Qudis e
, li gor biryarên Netewên Yekpûyî yên têkildar
de .
Di Warê Siyaseta 'Erebî de :
Yekemîn : Vegerandina hevgiritn û pêwendiya
birayane bi dewleta Lubnana bira re, ya avakirî
li ser berjewendiyên hevbeş û têkiliyên dîrokî
di navbera herdû milletan de , li ser esasê
têkiliyên biratî û cînartiya baş de .
Diwemîn : Rawestandina konvaniyên bidestxistina
birayên 'Ereb , û beskirina têkilbûna di
barodoxên wan de , û hewildana bo hevalkariya
Erebî li ser bingeheka xurt , di riya
aktîvkirina hevpeymanên arîkariya rewşenbîrî û
aborî û zanistî , ta gihîtşina tewawbûna aborî ,
û di nav de hevpeymana Bazra Erebî ya Hevbeş .
Sêyemîn : Enî piştgiriya gelê Iraqê dike di
kedên wî yên ji bo paraztina yekîtiya wî ya
niştimanî de û bicihanîna serxwebûn û serdestiya
wî de û bidwaîkirina dagîrkirinê , û
damizarndina sîstema demokrat ya ku garantiya
herî baş e bo dûrgiritna biveya nakokiyên
tayfegerî û nijadperestî yên ku gefan li deverê
tevî dixwin . Herweha , Enî palpiştiya hemî
kedên ku berbi aramiya Iraqê ve diçin , dike , û
bihêzkirina yekîtiya wê ya niştimanî , û
avakirina rêjîmeka demokratî tê de , ev hemî
pêşveçûnên gotî dikarin xwekişandina hêzên
dagîrker xurt bikin , û serxwebûn û serdestiya
wî ya niştmanî li ser xaka wî biparêzin .
Di Warê Pêwedniyên Navneteweyî de :
Yekemîn : Enî xwe bi hevpeymana Netwên Yekbûyî û
biryarên wê ve girê dide , tev li hemû
hevpeymanên navnetewî yên ku hikûmetên Sûrî yên
pey hev ew îmze kirine .
Diwemîn : Enî bi hemû hevpeyman û sozdanên
navneteweyî , yên dualî yaxud tevahî , yên ku
hikûmetên Sûrî yên berê bi wan ve girêdayî bûn ,
girêdayî ye .
Sêyemîn : Enî ewlebûnê bi siayseta diyalogê tîne
, bo dabînkirina berjewendiyên Sûriyê û
bergeriya mafên wê li gor yasaya navneteweyî û
bingehên wê yên giştî , dûr ji biveyên ku
berjewendniyên welêt ziyan dikin .
***
Bernameya Tenfîzî ya Karê Niştimanî
Hêzên konevanî û civakî û aborî û fikirî li
Sûriyê mûbadereya damizrandina hikûmeteka
intîqalî dikin , ku amade be bo îdarekirina
welêt di dema şayiste de bigire destê xwe , û
stûbariya paraztina welêt ji tevlîhevbûn û
tavilê nakokiyên hundirî bigire milê xwe ,û erka
herdû deselatên teşrîî' û tenfîzî bicih bîne , û
parzatina deslatdariya dadvanî da ku rola xwe
pêkbîne di warê berevaniya mafan de û pêşxistina
sawa dadgeriyê li ser xelkê , hêjî ev hikûmeta
intîqalî bi van karûbaran radibe :
Yekemîn : Ji holê rakirina destûrê sala 1973an
bi hemî çewtiyên wê , û ewlebûna bi destûrê sala
1950 î wekû lêvegereka bingehînî intîqalî , ji
hemû karpêk û siaysetên xwe re .
Diwemîn : Hilandina rewşa awarte ya bikarhatî ji
sala 1963an ve , û nehiştina tevahiya rengên
dadgehên awarte .
Sêyemîn : Ji holê rakirina yasya hijmar (49 ) ya
sala 1980 î , ya ku ferman dike bi bidarvekirina
çi endamekî Komika Birayên Musilman .
Çaremên : Serbestberdana hemî girityên konevanî
, û diyarkirina çarenûsa windabûyan û
vegerrandina rêzê li wan û te'wîzkirina mirovên
wan , û vegerandina mafên sivîl ji yên ji wan
bêpar ji ber sedemên siyasî .
Pêncemîn : Nehiştina hemî biryar û fermanên ku
vegera hevwelatiyên Sûrî bo welêt qedexe dikin .
Şeşemîn : Dana nasnameyê bo yên ji wê bêpar
yaxud ji wan hatiye sitendin .
Heftemîn : Derxistina yasayekî bo partî û
komeleyan ku ji bo hevwelatiyan mafê rêxistina
jiyana wan ya siyasî û civakî dabîn bike , li
gor nêrîn û bawerî û bijartinên wan , bi
hemahengî di çarçoveya destûrê de .
Heştemîn : Nûsîna yasayekî bo ragihandinê ku
azadiya ray û derbirrînê di çarçoveya destûrê de
dabîn bike .
Nehemîn : Derxistina yasayekî bo hilbijartinan ,
ku azadiya hilbijartinê li gor nûnertiya nisbî
dabîn bike bi ewlebûna hijmartina parêzgehê mîna
dezgeheka hilbjatrinê , ji bo dabînkirina
beşdarbûna tevahiya pêkahtiyên gelê Sûrî .
***
Piştî ji holê rakirina rewş û yasa û karpêkên
awarte , û nûsîna yasyê ragihandin û partî û
hilbijartinan ..hikûmeta intîqalî dê
hilbijartinan lidar bixe bo bijartina Komeleke
Damizrêner , berî bidawîhatina dema hukimdariya
wê , erka Komela Damizrêner wê ev bin :
1- Danîna destûrekî ji welêt re .
2- Ji Komela Damizrêner hikûmeteka ku
deselatdairya tenfîzî pêktîne , derdiçe û li
pêşiya Encûmen berpirsiyar e .
3- Komela damizrêner deselatdariyên teşrîî'
bikar tîne .
Birûksel
17 Avdara 2006an .
|
|