Hevgirtin   Kurdi عربيEnglishSwedish Deutsch

 
 

rojava@rojava.net

 
 

Kurdologî


Kurmancî


Mafê Mirovan


Arşîv


têkilî


 

 

Dîmenên rast û armancek nerast
 ji civaka kurdan

 rojava.net 20.06.2005

 

 

 

 

 

 

 

 

 



Mahmûde Ûsê.



filimê kosî kanin bifirin. Filimê yekemîn ne yê ku xweru bızimanê kurdî û aktîyorên kurdan û hinek leşkerên amerkîan û balefirên wan li kurdistana azad hatiye çêkirin. Li sînemên pir weletên Awripî tê temaşekirin
rola sereke ya filim zarok bûn yên ku ji dibistana hunerî nexedinin û nizanin in filim çinin û çawa tên 5êkirin. Lê bi rastî van zarokan rola xwe bi rêk û pêk bi ci anîn. Mirov kari bêje van zarokên hêja û jîr xwedî telendek mezin nin û rîya paşerrojê ji wan re pir geşe.
Wek tê dîtin derhinêr Behmen Qûbadî hewil dayê xwe ku wêneyên gelek trajîdî û têxnîkek hunerî berhevkirî di filim bide pêşkêşkirin.

çıroka fılim çırokeke trajîdiye jı jîyana hezarên zarokên kurdan ne û di vî filimî de mirov kane nasbike ku pirî zarokên kurdan di jiyanek dijwar, hejar û sêwîbûn de, û ç awa zarok xwedî dibin bê hemo ti$tin ku jiyana zarokên normal dijîn. Bi gotinek dî mînîbûna pêwîstiyên ji zarokan wek (tundiristî, mal, dibistan xwarin, tenahî w.d.i) û paşerojek ne diyar û bê hîvî ne, di vê 21 sedsaliya de.

Ev filim ciyê şanazî serkeftine ye ji bo gelê kurd ji ber ku 27 xeletên navnetewî wergirt in û di rêya wîde gelên cîhanê hinek ji trajîdiya gelê me nasdike.
Bi rastî mirov kane li ser pir babetên vî filimî rawest e û biterxîne, lê ez dixwazim le ser babetekê tenê rawestim.
Di filim de pir dîmenên rastî ji civaka me ye. Lê wêna herî dûmahîkê ya filim gava leşkerên amrîkîyan derbasî kurdistanê dibin, havalê kek setelît (Soran Ibrahîm) ba kek setelît diki û dibêje: kek setelît were were va leşkerên Amrîkîyan hatin ên ku tu ji wan hezdikî. Lê kek setelît royê xwe ji wan dizîvirîne û naxwaze li wan mêzeke.

Li gorî bîr û bawerîyen mi, ji vî filimî hat naskirin û diyarkirin ku gele kurd naxwaze hêzen amrîkî û pirnejat werin heremê û kurdistanê ji bo va rêjimên diktor û xûnmij biroxînin, û sistêmek dimokartî û mirovane bêavakirin. Rast e amrîkî ji bercewendîyên xwe hatin rojhilata navîn, lê ji bo gelê kurd derfetekî zêrîne ji mafên xwe yên rewa û kurd kanin sûdek pir gewrw ji bigirin ji ber ku bi hatina wan wê nexşa hemû heremê bê guheradin di serdemê de.

Û ji aliîkî di, kî naxwze herem bêguhertin û amrîkî destê xwe ji rojhilata navîn bigşîne?.
Pirsiva vê pirsê dijminên gelê kurdin Turkin,Erebın û firsin û ev tişt nedaxwaza kurdan ne.
Lê Ev filim li kurdistana azad hatiye çekirin a ku ji alîye hêzên amrîkîdi hat paristin û tê paristin ji hemû weletin der dor.

 

 

 

 

 

المقالات المنشورة تعبر عن وجهة نظر اصحابها ولا تعبر بالضرورة عن رأي الموقع

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE