Hevgirtin   Kurdi عربيEnglishSwedish Deutsch

 
 

rojava@rojava.net

 
 

Kurdologî


Kurmancî


Mafê Mirovan


Arşîv


têkilî


 

 

Rejîma Bass a Suriyayê
200 hezarên Kurd dike Ereb

 rojava.net 20.06.2005

 

 

 

 

 

 

 

 

 



Nezîr Silo

 

 


Kongereya partiya Bass a 10ê ku di navber 6-9ê vê mehê de li dar ketî, biryar girt ku mafê hemwelatiyê yê ku di sala 1962ê de ji sedhezaran zêdetir  ji kurdan hatî girtin -ku îro hijmara wan ser dusedhezaran ketiye, li wan vegerîne.

Ev kiryara nemirovane çi bû di wê demê de hate kirin?

Armanca rejîma þoven çi bû ji vê yekê û çiqas ew armanc pêkanîn?

Çima ewqas ev mesele di rojeva partiyên kurdî de cih digire?

Ev çi nasname û mafê hemwelatiyê ye dê ji kurdan re bê dan?

Rejîma Bass bi vê yekê dixwaze çi bike?

Bersiva van pirsan dê mijara gotara min be.

Armanca girtina mafê hemwelatiyê ji dest hijmarek kurd ew bû ku rejîma þoven di Suriya de heyîna kurdan mandel bike û ji herkesî re diyar bike kurdên li Suriya hinek kesên ji derve hatine û hijmara wan ji sed-dusedhezaran zêdetir nîn e.

Ya din ji bo ku van kesan bê xak bihêle û proja xwe ya erebkirina herma keurdan bi dana xaka wan ji erebên çola re sererast bike û ji bo ku kurd ji hermên xwe koç bikin, di nava pirsgirêkên xwe jiyandinê de bixeniqin û bihelin.

Girtina nasnamê ji mirovan karê herî nemirovane ye li dij mirovatiyê. Lê ya herî balkêþ hate jibîr kirin û di rojevê de cih negirt weke vê pirsgirêkê ew bû ku; kurdên xwedî nasname û mafê hemwelatiyê di Suriya de ji nasnama wan ya netewî hatine danîn û nasnama netewî ya erebî li wan hatiye kirin.

Her kurdekî xwedî nasanam di suriya de weke erebekî tê destniþan kirin. “Ev hemwelatiyekî ereb ê Suriye.” Eve nasnama kurdan di Suriya de. Pirsgirêka herî mezin di makzagona Suriya de ye.

Di makzagona Suriya de hatiye nivîsandin; “ Her kesê di Komara Erebî Suriya de dijî, erebe.” Ev xala xalek herî bingehîne di bernameya partiya Bass de jî û li ser wê tê zêdekirin ku divê hemû kêmnetew û komên etnîkî bên helandin di nava netewa ereb de.

Di Suriya ya nola mozayîka çandan ku ji Ereb, Kurd, Asûrî, Durzî, Turkmen û Ermeniya pêktê, kirasê netewa erbî li tevan hatiye kirin. Lê ew kiras li wan nehatiye û bi demê re rizî bûye. Îro hemû rengên vê mozayîka Suriya diberiqin û diçirisin. Raste netewa herî mezin ya erebî ye, lê ev nayê wê wateyê ku dewleteke tê de ewqas cudatiyên çandî heyî bi rengekî bê boyakirin.

Rejîmên þoven û bitaybet rejîma Bass nekarîn bi polîtîkayên xwe yên armanc dikirin kurdan bihelînin serbikevin. Evê yekê ji hiþtiye ku bi bilindbûna tekoþîna gele me re mecbûr bibe hin pirsgirêkan çareser bike. Lê dana nasnaman bi vî þêwayî berdewama polîtîkatya þovene li hember gelê me, berdewamkirina polîtîka mandelkirina heyîna kurdan di Suriya de û mafên wa ne.

Dîsa ew nasnama ku kurdan mîna ereb destnîþan dike wê bike berîka wan. Jixwe rojekê ji rojan di Suriya de kurd nola hemwelatýyekî temam nehatiye dîtin. Di encamê de ez dibêjm, ev biryara partiya Bass dayî û bilez dixwaze pêkbîne, di bin tirs û çewisandin tekoþîna gelê kurd û raya navnetewî de tê pejirandin.

Ev dîsa berdewam kirina polîtîkaya þoven a kevne. Partiya bass bi vê dixwaze tozê têxe çavan de ji bo ser kiryar û paþverûtiya xwe bigre. Li gor dîtina min pêwîste em kurd bi vê gelek keyfxweþ nebin. Em doza guhrandina makzagona Suriya bikin. Em doza guherandina tevahî nasnamên îro em pê tên destniþandan bikin.

 

 

 

 

 

المقالات المنشورة تعبر عن وجهة نظر اصحابها ولا تعبر بالضرورة عن رأي الموقع

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE