rojava.net

Wednesday, 27 June 2007 23:39

 

 

Navekî kuştî ji navên te yên kesk bûm, Nisrîna te daristanê berz dike!
Bo salvegera yekemîn a şehîdbûna Şêxê Şehîdan
Ehmed Huseynî

11
20Ê GULANÊ

Rûbaran dest bi ahengên xwe yên şînîhilgir dikirin
Avê dest bi xwekuştinê dikir
Tu dibûyî sirûda vînê û wateya avê,
nasnameya herikînê
ramana axê.
Te jiyan bi destmala xwe dipêça
Te xelata jiyanê pêşkêşî mirinê dikir
Te xwedayên me bê welat dihiştin
Û tu diçûyî rexê dijwar ê evînê...
Em jî bi kabokên Qamişlokê li ber şemala te sucde dibûn, xewn di kirasê te de dipêliya, çivîkên dilê te li goristana şehîdan çîrok dibarandin, bi xwîna nûrijyayî ya adara bêcir peykerên şevistanê dirûxandin û di mihraba eşqê de bi eşqa te dizingiyan.
De serê xwe berbi rojê ve berz bike Şêxê mino!
De gulên destê xwe yên dadayî pêşkêşî jinebî û sêwiyan bike,
û di êvarên bendemana dayikan de helbestekê binivîsîne Şêxê mino!

('Aşiq û me'şûq-i el-heq herdu mir'atê yek in
Lew di eslê cem'ê da eslê qedîm ayîne bû
Cezbe û seyra sulûkê bêmehebbet nabitin
Cehdeya bê'işq û hub çendî ko kir bêfeyde bû)

De çavên xwe li van derdoran bigerîne Şêxê mino!
Hişê xwe ji bend û ayetan dawerivîne
û li jena dilê vî welatî bipirse.
Birînan ji ser cubeyê xwe daweşîne
û li sînoran û mayinan bipirse.
Alan li newqa xwe rapêçîne
û li reşekujiya van nexşeyan bipirse.
Delke û çeperan di pirtûka xwe de raxîne
û li darbestên Qamişlokê bipirse.
Agirê dilê xwe vemirîne
û li nameyên bêçêj ên evîna me,
li tinazî û laqirdiyên gulçîna me,
li pîrozî û serbilindiya
nejîna me
bipirse Şêxê mino!
Di keskahiya cubeyê xwe de firîşteyên xwe yên kesk biparêze
Buhuşta xwe ya ji girî û talanan biparêze,
û ji me re bibêje: Ez we dibînim!
Mîna volkanên ku ji makên êşê biteqin we dibînim.
Mîna berbeyaniyên ku ji işkenceyên şevê birevin we dibînim.
Di pencereyên de
di şaneşînan de,
li ser asîtankên bêşop û dem
ji mirinê revyayî we dibînim!








Berdewam dike ....

 


 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
 
 
 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE

 


Navekî kuştî ji navên te yên kesk bûm, Nisrîna te daristanê berz dike!
Bo salvegera yekemîn a Şêxê Şehîdan

10Ê GULANÊ 1

11Ê GULANÊ 2
12Ê GULANÊ 3
13Ê GULANÊ 4
14Ê GULANÊ 5
15Ê GULANÊ 6
16Ê GULANÊ 7
17Ê GULANÊ 8
18Ê GULANÊ 9
19Ê GULANÊ 10
20Ê GULANÊ 11

21Ê GULANÊ 12

22Ê GULANÊ 13
23Ê GULANÊ14
 
24Ê GULANÊ 15
 25Ê GULANÊ 16
17 û 18 26Ê GULANÊ

 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE