|
|
Duryanên ku zimanê me li pêşberî wan
radiweste, duriyanine tirsnak in, reşbînane û giyankuj in.
Neteweya ku bi zimanê xwe afirandinê neke,
hest neke, nerame, nekene, negirî û bi zimanê xwe hêrs û sermest
nebe, ji zimanê xwe çêjê wernegire, zimanê wê, hêdî hêdî, bi şûn ve
vedigere, lawaz dibe, nexweş dikeve, dimire.
Siberoja zimanê me jî, pêdiviyî hêzeke
taybet e, hêzeke dilsojane, hêzeke aferêner, hêzeke hizirdar,
cegerdar, evîndar û bîrewer e. Bi tenê hêzeke wisa dikere tiliya
xwe deyne ser devê birînê û bi wêrekî, ji me re, ji xwe re, ji wan
re bibêje: Çi bi serê zimanê me hatiye?
Hetanî em bersiva pirsê wernegirin û em di
wergirtinê de qada pirsan berfirehtir nekin, em dê pir bi hêsanî
beşdarî kuştina vî zimanî bibin.
Nivîsandina wêjeyî ji bo hişyarî û zanîn û
dewlemendkirina asoyên mirovan e, bi kurtî, alîkariya mirov dike ku
mirovaniya xwe kûrtir û tekûztir bike, li vir jî, ziman bingeha
nivîsandinê ye, alava derbirîna hestan û kela derûnan û
bercestekirina bîr û boçûnan e.
Bîr û boçûn û hizrên derbarê nasnameyê,
neteweyê, hebûnê.
Bîr û boçûn û hizrên derbarê bidestxistina
nirx û astên bilind ên mirovaniyê.
Bîr û boçûn û hizrên derbarê têgihiştina
xwe û rûdanên derdora xwe.
Bîr û boçûn û hizrên derbarê hastên
welatperweriyê ku çawan di mêjî û
hestan de ji dayik dibin û çawan dimirin?
Bi qasî ku îro zimanê me ji me bi dûr
ketiye, di ti serdeman de ewqasî dûr neketiye!
Bi qasî ku îro kurmanciya me bûye meydaneke
vekirî bo nivîskarokan û sextekaran û keysperestan û behremendiya
zuha û qeşmer û nexwendewaran, ti carî, him di dîroka xwe ya dûr de
û him jî di ya nêzîk de, wisa nebûye.
Dema ku ziman dûrî hiş û hizir û hestan
bikeve, êdî meydan vala dimîne, kî çi dibêje, çi dinivîsîne jê re
dimîne. Û kî jî çawa bixwaze, çilo binivîsîne xwe azad dibîne!
Hebûna me bi hebûna zimanê me ve girêdayî
ye, bi qasî wan hewldanên ku li dar in û dixwazin girêdana me sist
bikin, pêwist e em jî bi serhişkî û bi bîrewerî girêdana xwe rontir
û hişktir bikin.
Ziman, gelan û neteweyan, şaristaniyan
çêdike, ka zimanê me yê ku van tiştan çêbike?
Ka zimanê ku ramanê, felsefeyê,
pirtûkxaneyê, rexnegiriyê, zanînê, hişmendiyê û kultûrê biafirîne?
Ziman tune be, evîn û raman, felsefe,
pirtûkxane, zanîn, hişyarî, rexne, dîrok, îro, doh, siberoj nîn in.
Hêza ku min behs kir, berî her tiştî ji ku
hatina xwe destnîşan dike, paşxaneya xwe ya rewşenbîrî dixwîne,
şirove dike û çarenûsa xwe di çarçeweya zimanê xwe de dibîne...
Rewşa zimanê kurdî, pirsgirêkên zimanê
kurdî, lawazî û hêzên zimanê kurdî, bi cegerdarî dibêje. Şerê
xwenizimdîtinê dike û bi hişeke rewşenbîrane li bermberî lawazkirina
kurmanciyê radiweste .
Bi zimanê xwe serbilind e û ji nasnameya
xwe şerm nake, derfetên ku li berdest in bi viyaneke tund bi kar
tîne, li kelepûra xwe vedigere û li hokerên damezirandina hişê xwe
yê dîrokî digere.
Di kêlîka dawîn de, di kêlîka herî dijwar a
xwenasînê de, çanda xwe ya netewî, hest û wateyên hebûna xwe û
hebûna zimanê xwe di nav pencên ji hesin ên bihujînê (asîmîlasyon)
de dibîne. Bi tundî, li dijî veguhestina kultûra serdestan têdikoşe,
giyanê zimanê xwe û dîroka zimanê xwe, ji çand û hizirîna lawaz û
bêwate ya qeşmer û sûtal û nexwndewaran diparêze.
|
|