|
1
Ev dar, ne ji boyî
ezmanekî kêmtir hatine çêkirin,
Ev kevir, ne ji boyî
gavên biyaniyan hatine afirandin,
Ev rû, tenê, ji boyî
hetavê hatine durustkirin
Ev dil, tenê, ji boyî
dadperweriyê hatine afirandin
Cihekî req mîna
bêdengiyê,
kevirên xwe yên şewatker
himbêz dike,
di ronahiyê de darên
zeytûnan û
werzên sêwîmayî himbêz
dike,
û diranên xwe di wan de
diçikîne.
Av nîne- tenê ronahî ye.
Rê di ronahiyê de tar û
mar bû.
Û sîbera dîwêr her ji
hesin e.
Dar û rûbar û deng di
kilsa rojê de dibûn mermer.
Reh bi ser mermerê
dikevin.
Û bexçeyê nîskan bi tozê
dinixume.
Qantir in û kevir in,
helkehelkê dikin, av nîne.
Ji çend salan ve hemî tî
ne.
Hemî pariyek ezman dicûn
da qiriktaliya xwe gem bikin.
Ji bêxewî xwîn di çavên
wan de tewirî ye
Û mîna dara kajê ya di
navbera du çiyayan de;
di dema roavahiyê de.
xêzeke kûr di navbera
ebrûyên wan de hatiye kolandin
Destên wan hişk li ser
tivingên wan in
Tivingên wan jî
dirêjahiya destên wan in
Destên wan jî dirêjiya
giyanên wan in
Tûrebûn li ser lêvên wan
radize
Û êş - di kûrahiya
kûrbûna çavên wan de- mîna stêrka di gola xwê de ye.
Wexta ko kulmên xwe
dişidînin, hetav baweriyê bi cîhanê tîne
Wexta ko dibişirin,
hechecîkeke piçûk ji rihên wan ên hovane difire
Wexta ko radizin,
diwazdeh stêrk ji bêrîkên wan ên vala dirijin
Wexta ko tên kuştin,
jiyan ber bi jor ve, bi dahol û alan, diçe,
Çend saline dirêj, hemî
birçî mabûn, hemî tî mabûn, hemî hatin kuştin, bi deryayê û bi
zemînê hatin dorpêç kirin.
Germa şewatker baxên wan
zuha kir, şorahiyê xaniyên wan nixumand,
Bagerê jî dergehên wan û
çend darkokên gula qedîfeyê yên li meydanê ji qurm ve rakirin.
Mirin tê, û di qulên
sakoyên wan re dibuhure
Û zimanê wan mîna bejna
kajê tûj e,
Segên wan zelûl û lawaz
bûne û xwe bi sîberên xwe nixumandine
Û baran jî li hestiyan
dixîne.
Di çeperên pasvaniyê de
daçikyayî ne, cigareyên ji rêxa çêlekan û ji şevê, dikişînin.
Û çavdêriya derya berfînî
dikin,
Li wir stûna heyva
şikestî bin av bûbû
Ne nan maye û ne jî
cibilxane
Aniha topên xwe bi dilên
xwe dadigirin.
Gelek salan bi deryayê û
bi zemînê hatine dorpêç kirin
Hemî birçî man, hemî
hatin kuştin, lê ti kes nemir-
Çavên wan, di delkeyên
pasvaniyê de, mîna aleke berfireh, gur dibin
Şewateke mezin bi sorbûnê
tê dadan
Di her berbangekê de
hezar kevok ji destên wan berbi herçar dergehên asoyê ve, difirin.
2
Û her cara ko şev bi
kunciya şewitî dadikeve ser sînga kevir
Dilopek av diniqute, ji
sedsalan ve di gewhera bêdengiyê de kolanê dike
Û zengilê ko bi dara
pelkê ya kevnare ve helawistî ye bi ser salan de dinehwirîne.
Çurîsk di xweliya wêranê
de radizin
Û ban jî têramandina
pûrta rengînî ya li ser lêva jorîn a meha temûzê dikin
Pûrta zer a wek mûyên
garisê ko xemgîniya roavahiyê ew kişandibû.
Banoya keç; xwedana
kirasê fireh û bi tirî nîşankirî di nav zilê de hatiye avêtin.
Li ser rê zarokek digirî
û deşt jî bersiva wê bi mîha ko berxên xwe winda kiriye, dide.
Sîberek li ser çavkaniyê,
û av jî di denê de sar û ji berfê ye.
Keça nalbend bi lingên
xwas û şilbûyî
Nan û zeytûn li ser
mersefê ne,
Û minareya êvarê di
erzêla werzan de gur dibe.
Û li wir, li cihê
bilind, kakêş- di çerxa xwe de digere- bîna rûn û sîr û îsota tûj
derdixîne.
Ax, em dê hewcedarî
çendîn hevrêşima di çeşnê çurisîna stêrkan de bibin,
Da ko em bi derziyên kajê
( ev, jî, dê derbas bibe ) li ser dîwarê havîna şewitî bineqişînin.
Ew dayika ko dilê xwe bi
ser kuştara her heft lawên xwe yên qehreman de diguvêşe, dê çendîn
dirêj bike,
berya ko ronahî ji xwe re
rêçekê di rêça giyanê wê yê bilind de bibîne.
Ew giranbuhayiya ko ji
zemînê hiltê,
Gav bi gav zemînê û têlên
ûdê dipîve
Û ûd û keman ji êvarê
hetanî destê sibê, xemgîniya xwe ji pûngê û ji darên merxê re
dibêjin
Werîs jî, li ser gemiyan
mîna têlan dilerizin
Û keştîvanî jî ji piyala
Odîsyosî derya qiriktal vedixwe.
Ax, nexwe, kî dê dergehî
asê bike, dê kîjan şûr mêraniyê bibire
Dê kîjan kilît dil
bigire,
û pencereyên wî wisa
bi ser berfirehiya xwe de vekirîne,
mîna ko gulistanên
xwedê yên bi stêrkan tovkirî, dibînin?.
Ev demjimêr mîna
şevên şemiyê yên meha gulanê yên li meyxaneya keştîvanan, çeleng e,
Ev şev wek laliya li
ser dîwarê hesinkerî, çeleng e
Ev stran mîna nanê
êvariya nîçîrvanê isfincê, çeleng e.
Û li wir, heyva kirîtî li
ser zixuran di navbera girkokan de diherike
zingîn bi zingîn, bi
bîst rêzên ji parçeyên hesinê nala pêlavan,
Û li wir, ew kesên li ser
nêrdewanên Navpilyonî hildikişin û dadikevin, amade ne.
Qelûnên xwe bi pelên
taristana qalind û zivir dadigirin,
Simbêlên wan kunciya bi
stêrkan çandî ya ji Romîlî ye
Diranên wan mîna rehên
merxê di tehtan û di xwêya Derya Îcayê de ne.
Di zencîran de çûn û di
êgir de bi keviran re peyivîn
Û di qafê bapîran de
piyala meyê pêşkêşî mirinê kirin.
Û li nav bênderên mermerê
pêrgî Dîcînîs hatin
Mersefa paşîvê raxistin
Bêhêvîbûna xwe li ser
çokên xwe wek naneke cehî dubeş kirin
Were, ey xanima ebrûyên
xwêyane û destên ko ji ber perwerdekirina hejaran û salên dirêj bi
dûmanê qirêjbûyî
- Were, evîn di nav darên
biyê de bendewariya te dike.
Û teyrê masiyan, di
şikefta xwe de, berzûrî îkona te ya tarî dibe,
Û şûjiyê derya tal
neynûkên lingên te diramûse,
Di nav werzên reş de
xweşava sor û erxewanî difûre
Tû jî difûrin, di gîhayê
stiryên şewitî de, difûrin.
Di xakê de, reha dara
mirî avê dixwaze da ko dareke kajê biteqe.
Û dayika ko di bin
qermîçekên xwe de li cihekî kûr kêrekê hiltîne.
Were, ey xanima ko li ser
hêkên zêrînî yên tav û birûskan rûdine,
Di rojeke şîn de ko di
çeşnê şînê deryayê de ye tu yê serçavka xwe bidî alî û ji nû ve
aşîtiyê bilind bikî
Da ko seqema gulanê li
eniya te keve,
Da ko ro wek hinarekê di
kirasê te yî pemboyî de hilê
Da ko tu lib bi lib wê li
her diwazdeh sêwiyên xwe belav bikî
Da ko li her deverê derya
wek serê şûr û wek berfa nîsanê biçurise,
Da ko kevjal xwe li ser
zixuran bide ber tavê û lapûşkên xwe bi ser hev de biguvêşe.
3
Li vir, li vî welatî
Ji bo kêlîkekê be jî dê
roj xetîreya çavên me venemirîne,
Li vir
Dê roj nîvê giraniya hîmê
ko me hergav li ser pişta xwe hildigirt, ji dêvla me, berbi jor ve
hilgire.
Qermîtkên bên, bê henas,
li jêr kaboka heyvê dişikin
Û xelk, wek delfînên ko
di ber qeyika Sikyasos re dibuhurîn, di ber sîberên xwe re
dibuhurin
Û piştre, sîberên wan
dibin bazê ko baskên xwe bi roavahiyê digevizîne û li ser lingên xwe
rûdine û têramandina stêrkan dike
Wexta ko em li odeya
hetavê ya bi mewîjên reş raxistî xwe dirêj dikin.
Li vir, her dergehek
navek li ser kolayî ye
Navek ko temenê wî nêzî
sê hezar sal e
Li ser her kevirekî
pîrozmirovek bi du çavên hovane û bi porekî di çeşnê werîsan de,
neqişandiye
Her zilamek firîşteyek li
ser destê wî yê çepê, deq bi deq, deqandiye
Her keçek mistek ji
ronahiya şor di bin kirasê wê de ye
Û pênc şeş xaçên piçûk û
êşdar li ser dilên zarokan in
Wek şopa teyrê masiyan a
li ser qûma roavahiyê.
Pêwist nake hûn bînin
bîra xwe, em dizanin
Em dizanin ko hemî rê
berbi bênderên çinînê ve diçin
Û bager- bi bilindahî -
li wir, dijwar e.
Li dûrahiyê, wexta ko
nîgara roavahiyê ya ji cebsîna bendergehê şil bibe
Û wexta ko agir, li ser
peravê, di kadînên kayê de lawaz bibe
Dê pîrejin li ser pileyên
ko di tehtê de hatine kolandin hilperikin vê dûrahiyê
li ser hîmê giranbuha
rûdinin û wek tayekî, deryayê, bi çavên xwe dirêsin
Rûdinin û stêrkan mîna ko
mîratgiriyên xwe yên ji zîv bihejmêrin, dihejmêrin
Û di dawiya rojê de
dadikevin da ko barûda mîslongî wek xwarinê, bidin neviyên xwe.
Erê, bi rastî jî, di
zencîran de yê girêdayî xwedanê van destên xemgîn e
lê ebrûyên wî wek hîmê
ko hergav bixwaze rizgar bibe li ser çavên wî yên şikestî dilerizin.
Pêl ji kûrahiyan bilind
dibe guh nade berzûrî û lavlavan
Û ji bilindahiyan ba
radibe
di damarên bê de gezo
sernişîv dibe û di
pişikan de du mersef .
Ax, dê carekê ba rabe da
ko darên pirtiqalan ên di hiş de li ber xwe bibe
Ax, dê du caran rabe da
ko hîmê hesin çurîskekê di çeşnê pişkoka teqînê de berde
Ax, dê sê caran ba rabe
da ko daristanên Liyakorayê çiyayê Barnas berbi dînbûnê ve dehf
bide
Û bi kulmekê ji mista xwe
zordariyê bavêje bilindahiya ezmên
Û zencîra kadizê ji
xeleka pozê wê rakişîne da ko li ser çeperan Tisamînko bireqise
Û heyv jî ji me re li
daholê xîne hetanî ko dorav mişt zarokên xilmaşbûyî û dayikên
Solyot bibin.
Her sibeh pêximberek ji
rûbarê payebilind tê,
Li ser rûyê wî hetava
xweşik diçurise
Di bin çekên xwe de- bi
viyan û bi xwebawerî- berbi Romyosînî ve tê
Wek ko çawan karkerek li
kilîseyê berbi bilindahiya xwe ve tê
“wext hatiye“ -dibêje-
xwe amade bikin
Ji aniha û pê ve her
katjimêr a me ye.
4
Bi payedariya birçiyan bi
pêş de berbi berbangê ve çûn
Di çavên wan yên hêmin de
stêrkek bêdeng û tîr dibû
Li ser milên xwe havîna
birîndar hilgirtibûn.
Leşker di vêderê re
bihurîn, al bi laşan ve rapêçayî bû
Û serhişkî mîna hirmiyeke
bejî ya xav di diranên wan de daçikyayî bû
pêlavên wan ên leşkerî bi
qûma heyvê mişt bûbûn
Û toza komira şevê xwe li
poz û guhên wan girtibû.
Dar bi dar, hîm bi hîm,
di nav cîhanê re derbas bûn,
derbasbûn- stirî mîna
balgehan hilgirtibûn- di xewê de
Û ji nav destên xwe yên
tî wek çemekî jiyan bi xwe re anîn.
Bi her gavekê re radek
ji ezmên qezenc dikirin-da ko ji dest xwe berdin.
Di delkeyên pasvaniyê de,
wek darine şewitî, dibûn ji bêdengiya kevir
Û dema ko li meydanê
govend gerandin
Banên xaniyan hejiyan û
li ser refikan bû çingeçinka piyal û laliyên ferfûrî
Ax, kîjan stranê gupîtka
çiyan hejandiye
Laliya heyvê li ser
kabokên xwe danîn û xwarin
Û di kûrahiya dilên xwe
de axînek pelçiqandin
Mîna ko kêçekê di nav
neynûkên xwe yên qalind de bipelçiqînin..
Aniha dê kî di şevê de
nanê germ ji we re bîne
da ko hûn birçîbûna
xewnên xwe têr bikin?
Kî dê - li bin siya dara
zeytûnê - pasvaniya sîsirkê çinînê bike, da ko berbi bêdengiyê ve
nekeve,
wexta ko kilsa nîverojê
dîwarê asoyê boyax bike û
navên wan ên xweşmêrane û
giranbuha binuxumîne?.
Ev zemîna ko di berbangê
de bîna gulan difûrand.
Ev zemîna ko ya me û
ya wan bû
Ev zemîna ko xwîna wan e
Ey hawar çeqasî bîna vê
zemînê xweş e!
Çawan aniha bêyî me
dergehên werzên me hatine girtin
Çawan ronahî li ser banan
û daran hatiye vemirandin?
Kî dikare bibêje ko
-aniha- nîvê wan di bin axê de ne ,
û nîvê mayî bi merbendan
girêdayî ne?
Bi hemî pelan; hetav ji
we re dibêje beyanî baş
Bi hemî alan, ezman ronî
dibe,
Lêbelê hêjî hin ji
mêrxasan di merbendan de dimînin,
û hin jî hê di bin axê de
ne.
Guhbidin!- di kîjan
kêlîkê de be zengil dikarin lêbidin.
Ev zemîn a wan û ya me
ye
Û di bin axê de bi
destên xwe yên girêdayî werîsê zengil digirin, bendewariya qiyametê
dikin.
Ranazên, ji bo
bendewariya zengilê qiyametê, ticarî namirin
Ev zemîn a ko ya me
ye
Ev zemîn a ko ya wan e
tikes nikare ji me
bistîne.
5
Di berêvara teng de li
bin darên zeytûnan rûniştin
Ronahiya xwelîreng bi
tiliyên xwe yên hişk û req bêjing dikirin
Rextên xwe vekirin
Û dest bi pîvana ko dê
tengerêyên şevê têra çendîn westan û renckêşanê bikin, kirin
Çendîn qiriktalî di
girêkên tolika bejî de ye
Çiqas mêrxasî di çavên
lawikê pêxwas ê ko al berbi jor ve bilind dikir de ye.
Li deştê, hechecîka dawîn
bendewariyeke dirêj kir
Wek beneke reş li ser
zendika payîzê li ber bê li ba dibû.
Tiştekî dîtir nema ye-
tenê- xaniyên wêrankirî dişewitin.
Û ew kesên ko di bin
keviran de razayî ne ji mêj ve ji nik me çûne,
Gumlekên wan çiryayî ne
û sûnda wan li ser dergehê herifî nivîsandiye.
Tikes negiriya. Wexta
me tinebû,
lê bêdengî pir bi lez
berfireh bû
Û ronahiya ko bi ser
peravê de diket, nerm û lihevhatî bû
Wek karûbarên malê yên
jina kuştî.
Aniha, wexta ko baran
digel pelên genî yên
dara pelkê xwe berde
zemînê
dê çi bi serê wan bê?
Wexta ko hetav li ser
cilan ewrekî mezin zuha bibe
wek beqeke pelçiqî li ser
livîna cotkarekî
dê çi bi serê wan bê?
Wexta ko êvarê, leglegê
berfê, hişkbûyî, li ser
lûleya sopê radiweste?
Dayikên pîrejin xwê bi
ser êgir de û xweliyê
bi ser serê xwe dadikin
Werzên Monîmfasyayê
hildikin da ko libek
tirî devê dijmin serxweş
neke
Hestiyên bapîrên xwe
digel çetel û kêrên zîvînî
dixin tûrekî de
û li derveyî dîwarên
welatê xwe bi çolê dikevin
Li cihekî digerin da ko
di şevê de tovên xwe tê de
biçînin.
Aniha, pir çetin e, ko em
bikaribin peyvine
Hêz- kêmtir û nermtir ji
peyvên dara qeresiyê,
peyda bikin
Destên ko li bexçan û li
ser çiyan û li binê deryayê
mane, nayên ji bîr kirin
Em dê çawan bikaribin
destên wan ji bîr bikin?
Destên ko li ser qondaxa
tivingê qerimîn û hişkbûn
dê çawan aniha bikaribin
li kulîlkan bigerin,
dê çawan bikaribin
spasiyên xwe li ser kabokan,
li
ser pirtûkêkê,
li ser sînga stêrkekê,
pêşkêş bikin.
Dê wextekî dirêj
bikişîne, û gerek em dengê xwe bilind bikin.
Hetanî ko nanê xwe û
dadperweriya xwe bibînin.
Di berbangê de, piştî
bahozê, du depên kelekê di qûmê de daçikiyan,
Kanî kelek?
Haleteke cot di zemînê de
daçikiyaye, bager e, zemîn şewitî,
kanî cotkar?
Xweliya dara zeytûnê,
xweliya werzan, xweliya xênî.
Şeveke seqemdar digel
stêrkên xwe di pêlava cotkarî de ne.
Belgeyên kindira zuha di
kulînê de ne- agir nehingiviye wan.
Çaydanê çayê reşbûyî li
ser êgir e- Di xaniyê girtî de av bi tena serê xwe dikele.
Wexta wan tinebû ko
xwarinê bixwun.
Li ser destikên dergehên
şewitî
rehên daristanê dixuyan-
Xwîn di rehan de diherike.
Û pêjna gaveke naskirî
tê.
Ma gelo kî ye?
Gava naskirî bi mîxên
pêlava xwe, hildikişe.
Xişexişa rehan di kêvir
de, mirovek tê.
Peyva nehînî. Mohra
baweriyê. Birader e. Êvar baş.
Bi vî awayî- nexwe - dê
ronahî darên xwe bibîne
Û dar jî dê- rojekê ji
rojan- mêweya xwe bibîne.
Cewdikê zilamê mirî hê jî
mişt av û ronahî ye.
Êvar baş. Ey birayê min.
Tu vê yekê baş dizanî. Êvar baş.
Di kozika xwe ya textînî
de, xanima pîrejin Roavahiyê ta û dermanên xwarinê difiroşe.
Tikes nakire, bikir
nînin.
Hemî berbi zemîna bilind
ve; hilperikîne serê çiyê,
Û aniha, daketina wan pir
çetin e,
Û pir çetin e jî ko
bilindahiya xwe ji kesî re bibêjin,
Û li nav bênderan wexta
ko gêncên mêrxas, şevekê, paşîv dixwarin
Navikên zeytûnan û xwîna
zuha ya heyvê li şûna wan man,
Digel pîvana gelêrî ya
tivingan
Û roja dîtir, çûkan,
jibermayên nanê wan xwarin,
Û zarokan jî, ji darikên
şixatê yên ko cigareyên wan vêdixistin
û ji darên belalûka
heyvê, lîsk ji xwe re çêdikirin.
Û kevirê, ko li bin dara
zeytûnê, di nîverojê de, li beramberî deryayê, li ser rûniştibûn,
sibehê dê ew kevir di
tenûrê de bibe kils.
Û sib na disib em dê
malên xwe û asîtanka Sant Savyorê bi wê kilsê spî bikin,
Û di roja siyemîn de, li
cihê ko serên xwe danîne, em dê tovan biçînin,
Û kulîlkên hinarê, mîna
kenê pêşîn ê zarokekî yê li ser sînga rohilatê, dê
bibişkivin.
Û piştre em dê li ser
kêvir rûnin da ko em dilên wan bixwînin.
Mîna ko -cara pêşîn e- em
dîroka mirovatiyê dixwînin.
6
Wisa, bi hetavê re di
sînga deryayaya ko spîbûn bi ser kirasê li hemberî
rojê dadikir,
Birûsk û êşa tîbûnê duqat
û sêqat hatine hejmartin,
Û xwîna birîna kevnare ji
destpêkê ve hate hejmartin
Û dil, li pêşberî
xaniyan, wek pîvaza Arcîvê
di qiçîna germê de,
şewitî.
Destên wan bêtir û bêtir
rengê zemînê wedigirtin.
Çavên wan bêtir û bêtir
digel ezmên digunciyan.
Denên zeytê yên ji heriyê
vala mane.
Piçek giranî û mişka
mirî li binî ne.
Mêrxasiya dayikê digel
denê ji herî û avgîrê, zuha bû.
Û benîştê wêranê wek
barûdê tûj e.
Em dê aniha zeytê ji boyî
çira Santa Barbara ji kûderê peyda bikin
Û em dê pûngê ji boyî
dûmançêkirina bixûrê bo îkona zêrînî a êvarê ji kûderê peyda bikin.
Û pariyeke nanî bo şeva
parsek da ko
li ser kemanê strana
stêrkê ji me re bistirê?
Di himbêza girkokên
doravê de, hirmî û hûlî û xox bûne şevpest û sîber.
Zemîn jî bi guleyên topan
û bi goristanan hatiye cotkirin.
Cîgeh û sengerên serekî
yên wêranbûyî bi ezmên ve pîne bûne,
hergîz odeyek bo mirînine
dîtir nîne.
Odeyek bo şîniyan nîne
da ko rawestin û guliyên xwe bihûnin.
Û xaniyên şewitî, bi
kortalên çavên xwe yên valabûyî,
derya mermerî ji dûr ve
dibînin.
Û gule di dîwaran de
daçikyayî ne;
wek kêran di kêleka
pîrozpeyayê
ko bi dara kajê ve, li
rada rojê, hatiye girêdan,
Û mirî li ser piştên xwe,
xwe didin ber tîna hetavê.
Û wexta ko êvar tê,
leşker, li ser tehtên reş, li ser
zik, wan dixijiqînin,
Bi pozên xwe li derveyî
mirinê li bê digerin,
Digerin- pariyeke çerm
dicûn- li pêlava heyvê digerin,
Kulmên xwe li bin guhê
tehtan dixînin da ko
dilopek av derbiçe,
lê -li aliyê din- dîwar
vala ye,
Ji nû ve dengê guleya
topê ya ko berê xwe dide deryayê, dibihîzin,
Û ji nû ve li ber dergeh
nalenala birîndaran dibihîzin.
Tu bi kû de diçî?
Birayê te gazî te dike.
Şev - li her derê- ji
sîberên keştîne biyanî hatiye avakirin.
Hemî rê bi dîwarên herifî
hatine birîn.
Tenê rêça ko berbi
zinaran ve hildikişe, vekiriye.
Nifiran bi ser qeyikan de
dibarînin û dev li zimanên xwe dikin
da ko êşa ko hê nebûye
hestî, hest bikin.
Li paş çeperan, li
beramberî serleşkerên serjêkirinê, radiwestin û pasvaniya kelehê
dikin
Di bin cilan de, laşên
wan şildibin,
lo, bira can, ma tu
newestyayî?.
Guleyê di dilê te de
bişkojgirt,
Pênc gulên qedîfeyî di
bin çengê tehta zuha de, şîn tên,
Bînxweşiya nazenîn keser
bi keser, henas bi henas, serpêhatiya efsanewî dibêje
- Ma nayê bîra te?
Pêvedan bi pêvedan, birîn,
çîroka jiyanê ji te re dibêje,
Û kulîlka biharê ya ko di
qirêja neynûka mezin a lingê te de hatiye bişkivîn
Li ser spehîbûna cîhanê
ji te re dipeyive.
Tu xwe bi destekî digirî,
destê te ye, bi xwêya deryayê hêwî bûye.
Û derya jî deryaya te ye.
Wexta ko tu mûyekî ji
serê bêdengiyê hildikî
mastê dara hejîrê
qiriktaliyê dibarîne.
Tu li kûderê bî ezman te
dibîne.
Û stêrka êvarê, giyanê te
wek cigareyekê di nav tiliyên xwe de dipêçe
wisa li ser pişta xwe
dirêjkirî tu dikarî giyanê xwe bikêşî,
û destê xwe yê çepê bi
şeva zelal û mişt stêrk, şilbikî,
Û dema tu destê xwe yê
rastê li tivinga xwe, destgirtiya xwe, bialînî,
bîn bîra xwe ko ti carî
ezman tu ji bîr nekiriyî.
lewra tu nameya wê ya
kevnare ji bêrîka xwe derdixînî
û tu - di wexta ko tu
heyvê bi tiliyên xwe yên şewitî vedikî-
li ser mêranî û
serbilindahiyê dixwînî.
Tu yê hilperikî -piştre-
rê û tu yê hilkişî cîgehê çavdêriya dorava xwe,
tu yê tivinga xwe bi
stêrkan dagirî,
tu yê guleyekê berbi jor
de, bi ser dîwar û asêgeh û kelehan de, berdî bi ser çiyayên
ko mîna leşkerine
birîndar xwe çemandine da ko
tu şevpestan bitirsînî û
wan berbi sîberê de dehf bidî-
Tu yê guleyekê rasterast
berdî sînga ezmanan da ko
tu mertalê şînahiyê
birîndar bikî,
Mîna ko tu yê di gumlekê
wê de,
memika jina ko sipêdê dê
şîr bide zaroka te,
bibînîMîna ko- piştî derbasbûna salan- tu yê destikê
dergehê xaniyê bapîran
bibînî.
7
Xanî, rê, hirmiya bejî,
mirîşkên ko li hewşê
qalikê rokê dinikulînin.
Tu wan nas dikî, ew jî te
nas dikin.
li vir li jêr di nav
çiqulan de marê darê
çermê xwe yî zer guherand
li vir li jêr mûristanê
û keleha mêşa hingiv
digel pevçûnên xwe
Û di eynî dara zeytûnê de
qalikê sîsirkê sala çûnyî
Û dengê sîsirkê vê salê
Û li bexçeyên nîskan
sîbera te, ya wek segekî bêdeng bi pey te dikeve, pir diêşe.
Segekî dilsoj - di
nîverojê de li tenişt xewa te ya zemînî rûdinê û dara rûlê bîn dike.
Û danê êvarê xwe li
lingên te dialîne û çavdêriya stêrkekê dike
Bêdengiya hirmiyê ya ko
li ser rehnên havînê geş dibe, li wir e.
Xelmaşbûna avê ko li
hawirdora rehên dara xernûbê digere- li wir e.
Sê sêwî li ser kirasê
çavkaniyê ne.
Û bazek di çavên wî de
dimire
li wir li bilindahiyê, li
paş daristana merxê,
Tu mîna kilîseya San
Jonî ya li gund, melûl dibî,
Mîna dilopên çûkê spî yên
ko hetav wan li ser
pelekî pan yê tûyê zuha
dike.
Û ev şivanê ko xwe bi
eyarê mîhê rapêçandiye.
Di her mûyekî ji mûyên
laşê wî de çemekî wî yê zuha heye
Di her kunekê ji kunên
bilûra wî de daristaneke biyê heye
Û girêkên darê wî eynî
wek girêkên
wan depên kelekê ne;
depên ko cara pêşîn li
şînbûna Hîlîzbontê xistibûn.
Pêwist nake tu bînî bîra
xwe çûnkî
rehên dara pelkê ji xwîna
te ne.
Û dorav jî sosin û gula
qedîfe ye.
Di qiçîna nîverojê de,
bîra bêdeng
bi dengekî gurover,
cameke reş û bayekî spî, ronî dike.
Dengvedanek di çeşnê
denên ji heriya kevnare de,
heman dengê kevnare ye.
Û her şev, heyv, termê
miriyan dizîvirîne ser pişta wan,
Bi tiliyên xwe yên
berfînî, di rûyên wan de, li kurê xwe digere,
Li kurê xwe yî çen
birîndar û mijank kevirînî, digere
Li bêrîkên wan digere,
hergav dê tiştekî bibîne,
Hergav em tiştekî
dibînin.
Kilîtek, nameyek,
an jî demjimêreke ko li
ser demik heftan rawestiya be, em ji nû ve wê dadigirin,
Û demjimêr dest bi bizavê
dikin.
Sipêdê, dema tu cilên wan
şil bikî,
û di nav pişkokên xwe yên
leşkerî de rût bimînin
Wek perçeyên ezmên di nav
stêrkên havînê de,
Wek çemê di nav darên
kindirê de,
Wek tengerêya li hev
pêçayî, ya serê biharê, di nav darên leymûnan de,
Wê çaxê renge em pêrgî
navên wan bibin û em biqîrin:
Em hez dikin.
Wê çaxê, lêbelê ji nû ve,
renge ev tişt dûr
bixuyin,
Lê pir nêzîk in, mîna tu
di taristanê de destekî biguvêşî û jê re bibêje:
Şev baş
Bi dilsojiya qiriktalane
ya mirovê sergombûyî wexta ko li welatê xwe vedigere
Û tikes nema wî nas dike,
ne jî mirovên wî çûnkî mirin naskiriye,
Û jiyan, berî jiyanê û
piştî mirinê jî naskiriye
yeko yeko mirovên xwe nas
dike, ne tal e, sipêdê, dibêje.
Û xweş bawer e ko
dirêjtirîn rê
berbi dilê xwedê de
kintirîn rê ye.
Û kêlîka ko heyv, bi
hesret, maç gerdena wî bike
Kêlîka ko ji ser keviya
pencerê xweliya
cigareya xwe daweşîne
renge ji bo wê baweriya
xwe bigirî;
baweriya wî ya bi daran û
stêrkan û hevalan.
|