|
(*)Îlahî
biçim cem kê biçim cem kê
Ez ku bê dest û pa me biçim cem kê
Ji herkesî biqewirim tême cem te
Ku ji te jî biqewirim biçim cem kê
1.
Nehêle, bila neyê cem te ey Îlahî!
Destên wî ji derdan, lingên wî ji êşkêşanê tên. Ew
Tahirê huzna dil e. Bê dest û pa ketiye ser rêya hatinê. Bêrîkên
rihê wî û bêrîkên wesleyê wî tije keçên girînêne. Ew bi
lêvgezkirinek şermîn û bi gicirandinek diranan, ji hemû baweriyên
xwe qetyaye. Jar û perîşanê afirandina te ye!
Te ew afirand û jê re got “Sebûrîke, sebûrî” wî jî ax û xwelî li
serê xwe kir û sebûrî kir. Niha dixwaze serê xwe ji wê xwelîliseriya
sebûriya ku te dabûyê derîne û bê cem te.
Nehêle, bila neyê cem te ey Îlahî!
Çavên wî ji nêrînên korbûyî, dilê wî ji parsekiya
evînê tê. Famkorî û nesekana dil aqilê wî şerpeze kiriye. Di nava
êşê de xwe ji xwe didize û berbi tariyên te ve tê. Divê tu baş
bizanîbî ku şevên wî ji şevên te reştirin. Di şevên te de bi
mîlyonan mirov tilhoçkan didin xwe û digerin, di şevên wî de jî cin
û jin bêsekan tenêbûna wî avdidin. Niha kesên ku wî nasdikin hemû li
cem wî ne, lê ew li cem ti kesî nîne. Bav li cem e ew li cem bav
nîne, dê li cem e ew li cem dê nîne ...li cem heval nîne, li cem
yarê nîne, li cem sebrê nîne, li cem xwe nîne.... Dilê wî ew bê dest
û pa hiştiye û qewirandiye; Ji dê, bav, heval û yarê qewirandiye, ji
peyvê, ji baweriyê û ji hêviyên cîhanî qewirandiye... Niha dixwaze
xwe ji van qewirandinan hilde û bê cem te.
Nehêle, bila neyê cem te ey Îlahî!
Eger bi ya te nekir û hat cem te, tu jî wî
biqewirîne û bihêle ku bila di qewirandina te û qewirandina herkesî
de peyvên êşên xwe bizê.
Bela wek remzekê ji bejna te ye
Mecnûnî qismek ji sewdaya te ye
Gumana min ev e ku xaliqê te
Veşartî di temaşa te de ye
2.
Waye te çav berdaye yara wî ey Îlahî!
Bela xwe jê veke! Şair, îca şairên evîndar çavsor û
bêtirs in. Ku dest û çav dirêjî yara wan be ewê qiyametê rabikin.
Jixwe waye te “bela wek remzekê ji bejna” yara wî dayê, êdî bela xwe
jî bi ser de nedê. Ma tu nabînî ku waye ew ji sewda yarê qismek
mecnûn bûye. Tu bi xwe jî dizanî ku mecnûniya evînê dikare bi destên
tazî biçe ser gurê birçî, dikare bi lepên xwe hirçê ji hirçbûnê
derîne û dikare Gayê Ezmên zeft bike û ser û guh lê biwerimîne. Tu
şahid î, ku mirovên evîndar hesûd in.
Şairên evîndar jî him hesûd him jî hestreş in. Bela Baba Tahirê
hesûd û hestreş neke derê xwe. Binhêre, waye li sedemên dijminiya te
û li sedemên dînbûnê digere.
Gumandare ku te çav berdaye yara wî ey Îlahî!
Bela xwe jê veke! Bihêle ku bila qûl ji rindbûna
qûl fêde bike. Bihêle ku bila mirovên te ji hev hez bikin û di agirê
hev de beşewitin. Ma çaxa te zanîbû ku rindbûna zêde bela ye, te
çima wê keçikê ewqas rana afirand; ku niha tu bixwe jî "Veşartî di
temaşeya wê de yî?" Ma tu dilê evîndaran
naxwînî? Ma tu nizanî ku evîndar dema çavên dil bi evînê korbikin,
êdî li bavê yara xwe jî bi gumanbarî mêzedikin? Erê Xaliqê yara wî
tu yî, jixwe ji ber vê yekê divê niha tu wan awirên xwe yên ensest
ji ser yara wî rabikî! Weke tu jî pê dizanî ku ew “Kafirê Lalê” ye.
Eger ku tu naxwazî ew bibe Kafirê te jî, divê tu xwe ji wan
temaşeyên veşartî dûr bixînî!
Lewra ew gumanbare ku te çav berdaye yara wî ey
Îlahî!
Bela xwe jê veke!
Nizanim kê ez tazî û Uryan kirime
Ez ku cellad im, kê ez bê can kirime
Xencerê bidin ez sîng biçirînim
Da ku bibînim eşqê çi bi can kiriye
3.
Keçekê te ew tazî û Uryan kiriye ey Îlahî!
Potên wî û baweriyên wî jê deraniye. Hukmên te yên
ku li ser wî bûn, jê revandiye. Wî ji qûltiya te derxistiye û kiriye
bin hukmê xwe. Baba Tahêrê ku demek bi eşq û agirê te dişewitî, niha
agirê te vemirandiye û revyaye. Êdî ew bi agirê evînê, di dojeha
keçek te de dişewite. Îman jê çûye, cinên keçikê xwe berdane canê wî.
Raman jê çûye, nazên keçikê xwe dane dilê wî. Lê niha ew xwe mîna
kujer û celladek jî dihesibîne. Lewra wî bengîniya xwe ya bi te re
kuşt, wî agirê te di dilê xwe de vemirand û bû celladê baweriyên xwe.
Lê keçek te jî ew bê can kiriye ey Îlahî!
Hêzên wî û biryarên wî jê girtine. Dewsa hukmên
te bi hukmên xwe, dewsa agirê te bi agirê xwe û dewsa evîna te bi
evîna xwe dagirtiye. Keça te jî wek te baqile, xwe nîşanî wî nade.
Ketiye dilê wî û bê ku were zeftkirin hespê xwe yê şeyda di axa dilê
wî de dibezîne. Feqîrê Baba Tahir ku beriya niha gayê te yê dîn di
dilê wî de zeviyên baweriyê cot dikir û wî direhiland, niha jî, ji
ber beza vê hespê şeyda yê keça te direhile. Dema hesp bisekine, bê
can, dema hesp bibeze direhile. Niha ew bixwe jî nizane bê ev çi
halan û talane di bin sînga wî de... û ew bixwe jî nizane bê ka "Eshqê
çi bi can kiriye"
Lewma jî, ew ji me xencerê dixwaze ey Îlahî!
Niha kîjan ji me xencerê bide wî ew xayîn e û
kîjan ji me xencerê bide wî ew qehremane jî. Çimkî yê ku xencerê
bide wî dibe kujerê wî û yê ku xencerê bide wî di heman demê de jê
re dibe alîkar ku ew û em dilê wî jî bibînin; ku "Eşqê çi bi can
kiriye." Lewma jî niha divê yek ji nava me him xayîntiyê him jî
qehremaniyê bipejirîne û xencerek bide destê Baba Tahir; Xencera ku
wêraniya gayê evînê raberî çav bike!
Biçim ez ji vê alemê bi der çim
Biçim ji Çîn û Maçînê dûrtir çim
Ezê ji dildarê re peyxankê bişînim
Ku “ger dûrî xweş e ezê dûrtir çim”
4.
Biçe û neyê kafirê ji kafiran... biçe û neyê!
Sibat 2004/Hagen
(*)Ji Lorî Wergera
çarînên Baba Tahirê Uryan; Sabah Kara
|