rojava.net

Wednesday, 27 June 2007 23:43

 

 


DYA û Sêgoşeya Terorê!
Tariq Hemo

 


Bi ilankirina "Geşkirina Noklerê" ya heftiya derbasbûye, Iranê hewledana raxistina vê "rastiyê" li pêşiya civaka navnetewî wek realiteyekê nîşan da.
Weha,Tahranê li ser zimanê serok û berpirsyarên rejîmê yên din, bû "hêza 9 mîn ya cîhanî, ku nokler geşkirîye".
DYA, Israîl, dewletên ereban û welatên rojava li dijî vê "gavê" nerazîbûn nîşan dan. Wek her car ji aliyê dewletên ereban tenê daxuyanî û li hemû aliyan"doza xweragirtinê" hate dayin, cîhana rojava jî bi awayekî nermok bal kişand ser" deriyê diyalogê" yê qaşo hîna nehatiye girtin, wek helwestek deblomasî li himberî pêşveçûnên li Tahranê da.
Lê ji Israîl û DYA yê daxuyanî û gefên xurt hatin bihîstin.
Israîl, li ser zimanê serokerkanê artêşê "gava" Tahranê ya nû, mîna "tahlûkeyek mezin li ser hebûna dewleta Israîlê" nîşan da. Ji aliyê siyasî ve jî, siyasetmedarê mezin û mirovê duyem di Partiya Kadîma Şimon Pires got, "Iran bi agir dilîze, û ev siyaset pêwîste cidî li ser were rawestandi(….) Ahmedînejad jî li ser riya Sedam e". ji hingê ve, ji dema ilankirina "pêngava geşkirina noklerê" çapemeniya Israîlê bi dehan "sînaryoyên" mahfkirina bargeh û noqteyên noklerî yên Iranê, diweşîne…
DYA jî, li gor hin çavkanî bi dizî haziriya derbeyek leşkerî dike. Herî dawî govara hefteyî (Sunday Times) diyar kir, ku "birêvibirya W.Bush xwe ji bo derbeyek mezin li hemû noqteyên geşkirina noklerê li Iranê, û têkbirina programê Iranê yê noklerî amede dike". Govara Emerêkî dibêje, "bi sedan Belafir, hin ji wan dê ji bargehên eskerî li DYA yê bi xwe, û bi hezaran Rokêt, dê ji bo pêkanîna vê armancê werin bikar anîn. Ne dûre jî, ku çekên kîmyawî werin bikaranîn".
Dr.Mamûn Fendî, mamosteyê beşê siyasetê di (Georgetown University) ya DYA yê de, di gotarekê ku rojanmeya Al- Sharq Al -awsat belav kir de dibêje, "li himberî destwerdana DYA yê ya li herema rojhilata navîn, tenê Tahran xwedî helwestek dijminane ya bi bandor û projeyekî bi rêk û pêk e. Li dijî helwedana DYA yê ji bo "Demokratîzekirina Heremê" û projeya" Rojhilata Navîn ya mezin" tenê Tahrana Şoreşa Islamî ya li ser hizra belavkirina şoreşê û pozlêdana li hemû aliyan, heye. Loma pêwîste DYA Tahranê ji riya xwe derbixe û wê bi şêweyekî munasib bide aliyekî". Fendî weha dirêj dike" jixwe siyaseta birêviberiya Tahranê ya piştî hilbijartina Ahmedînejad, mîna ya Cemal Abdulnasirê Misrê ya sala 1956 an e. Nasir wê demê bi tedbîrên çewit Brêtaniya û Ferensa û Israîl li himberî xwe kir yek, niha jî Ahmedînejad heman tiştî dike"…
Li himberî êrîşek muhtemel Iran dikare çi bike?
Bê guman Iran dikare gelek kartan bi kar bîne. Em vegerin şîroveya (Sunday Times), ew dibêje "rejîma Meleyan 40,000 kes ji bo pêkanîna êrîşên intîharî amede kirine. Hesen Abasî, berpirsê hêzên nobedarên şoreşa Iranî, diyar kir, ku wan 29 noqteyên eskerî û aborî yên DYA û Birêtaniya yê li Rojhilata Navîn û Ewropayê mîna hedef nîşan dane"..
Iran her weha dikare Hizbulahê, rêxistina Şîyên Lobnanê jî bi awayekî berfireh bi kar bîne: êrîşên li dijî Israîl, êrîşên li dijî berjewendiyên rojava yên li Lobnanê û derve. Rejîma Sûriyê jî ji bo dayina her şêweyê alîkariya aborî û locistîk amede ye, jixwe serokê rejîmê Beşar Essad, Ayatulah Elî Refsencanî, bi gotina,"ilana we ya geşkirina noklerê dilê min hênik kir" pêşwazî kiribû…
Sêgoşeya terorê, Tahran, Şam û Hizbullah, dikarin Rojhilata Navîn bi kiryar û êrîşên xwe yên teroryane bikin gola xwînê, lê gelo rewş dê çawa be, eger ev sêgoşeya xêrnexwaz çekên noklerî bi dest bixe û iradeya xwe li ser cîhanê ferz bike?...

Bersev li cem Washingtonê ye….

tariqhemo@hotmail.com




Ev nivîs di rojnameya Yenî Özgurpolitika yê de hatiye belav kirin.











 


 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
 
 
 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE

 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE