rojava.net

Wednesday, 27 June 2007 23:43

 

 

Rewşa şêrînê
Mehmûd Badilî




Pût û lat
di xew de ne
belê bavo
ker û gêj in
kor û lal in
nîgarên serxweş
dijenînin.

Her kêlîkê
li ser rewşa xwe
peyalan li hev didin
çingîniya xwînê ye
noşa hêma diyar dikin
dilbijandinê dibelqitînin.

Dîdar û rewş
xweş temaşe ye
temen dihênije
temen vediciniqe
wek xwe dimîne temaşe
Her carê..
li zaroktiya xwe vedigere
wî bend û gem dike
mîna dilxapkirina bablîsokê
dema ba palasê
ji bin linga dikişîne.

Wisa,
gerevêreya tozê
bilind-bilind dibe
ber bi asîmanê winda,
Bi raman û hînên xwe
dûşîzeya gumaniyê
di hindirê me de
tevleş dike
Canê bor dajon
bi gîsinê diziyê
û
pincarê tariyê
lê diçînin.

Baweşk têne pêkan
baweşk têne tarîtiyê
Û
hîna Şêrînê
li rivînek agir digere
ta gavên xwe pê ronîbike
Dixwaze bibe rêwengî
hinekî dûrkeve
ji vê bînçikandina dagîrkirî
tev gengeşiya kûçikan
ku li ber deriyê
mala bavê wê
herdem kewtekewtê
didûmînin.










 


 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
 
 
 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE

 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE