rojava.net

Wednesday, 27 June 2007 23:42

 

 

Gulîsor
Hozan Badilî



Xuşxuşa bazinê
gulîsoran
wek tîrêjên rojê
perda şevreşiya min
diqetînin


dilê min
û dilê xortan
eşkere
roj li nîro
direvînin


pistepista
gerdena zêr
û gazinê guharan
pizotên êgir
bi ser xaka tîbûna
min de
dibarînin


tenê
keçikên gulîsor
radikevim
li ser dengê wan
gava
karwanê stêran
dilorînin


di şikeftên
çavên wan de
dibim
leşkerekî birîndar
bê hesp û tiving


û bi zordestî
keriyên lêvên xwe
di buhara sînga min de
diçêrînin


tenê
keçikên gulîsor
gava ditengijin
rokê vêdixin
û ... vedimirînin.







 


 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
 
 
 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE

 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE