rojava.net

Wednesday, 27 June 2007 23:39

 

 

Zarê Kurdî yekpirtikî ye?!
Cankurd

15.03.2006

Zarên "zimanên" rojhilatî yên ku di nav wan de Çînî, Japonî, Mongolî û Turkiya rojhilatî hene, di bingeha xwe de yekpirtikî ne. Evana jî ne zarên Hindo-Ewrûpî ne. Zarê Kurdî, ku di nav de çar komikên zaravan hene, wekî zarekî ji zarên Hindo-Ewrûpî tê hejmartin, tevî ku li Çiyayên Zagros û rojavayê Iranê, zarên kevnare yên herêmê, berî belavbûna gelên Arî, li wir hebûn û cîyê xwe di nav gelên Zagrosê de girtine. Zaravên Kurdî jî ev in:

- Kurmanciya Bakurî
- Kurmanciya Başûrî
- Lurî
- Zazakî

Ez dixwazim di vir de pirsekê bavêjim holê, da zarnas û peyvnas xwe bi bersivdayîna wê piçekî gêro bikin. Pirs ev e:

- Gelo, di Kurdî de çiqas yekpirtî cî digire?

Bo bersivdayîna vê pirsê, ez dixwazim hinekî bibim alîkar, an jî bêtir mijarê firehtir bikim, da bersiv jî firehtir bên dayîn. Bo vê yekê, divê em di nav baxên xwe yên rengîn de bigerin, ka ev zar jî di bingeha xwe de yekpirtî ye an ne?!

Xwendevanên hêja tev mijara pêşpirtik û paşpirtikê di rêzimana kurdî de baş dizanin.

Nimûne bo pêşpirtikê:
- Pêketin, jêketin, binketin, serketin, lêketin, dûrketin (bi dûrketin)….

Nimûne bo paşpirtikê:
- Rêber, rênas, rêbir, rêxweş, rêçûn, rêma, rêzan…

Di Kurdî de gelek bêjeyên yekpirtikî hene, ku bingehî ne û li ser wan bêjeyên dupirtikî, sêpirtikî û pirpirtikî hatîne avakirin.

Nimûne ji pîşk:
- Hat, çû, bir, kir, mir, da, got, ket, ma….

Ji navên demî:
- Roj, şev, dem, kat, sal, meh…

Ji navên cî:
- Ser, bin, ber, nêv (nav), jor, jêr…

Ji navên dewar, firind û sewalan:
- Pez, mî, ga, çêl, kew, seg, çûk, mar, gur, şêr, beq….

Ji govdeyê mirov:
- Lêv, dev, çav, dest, ling, pî, pêt, pişt, mil, kur "serî", poz, kab, por, pê, dil….

Ji tiştan:
- Mal, max, koz, bax, dar, per, çov, kûz, sol, kêr, tîr, sêv, mêw, dew, şîr, kum….

Ji rewştan:
- Sar, germ, nerm, xweş, baş, nêr, mê, dûr, pir, kin, pak….


Ji rengan:
- Sor, zer, reş, şîn, mor.

Em dibînin, ku ji van yekpirtikan avahiyek zimanî ya bilind û pan pêda bûye. Ji (dil), (xweş), (çav) û (dest) bi sedan bêje hatîne pêdakirin.

-Dilnaz, dilgerm, dilnerm, dilşad, dilêr, dildar, dilma, dilreş, dilgeş…..
-Destxweş, serxweş, navxweş, rûxweş, zarxweş, devxweş, baxweş….
-Destpak, destar, destek, deste, destan, serdest, bindest, destxweş, yekdest, jêrdest, hevdest….
- Çavreş, çavdêr, çavnêr, çavmê, çavsor, çavtêr, çavik, çavkul….

Gava em pêda herin, em ê bibînin ku hîn li ser van jî gelek jêder û kiryar û navin dî jî pêda bûne…

Bêguman pir nav û rewşt û pîşkên yekpirtikî yên dî wek van bûne pêşpirtik an paşpirtik û zarê me yê asan û naz maldar kirine. Lê divê em ji bîr nekin ku di demgavek dî de, peyvên ne yekpirtikî bi zûkî di nêv zarê me yê kevnare de pêda bûne, cî girtine û belav bûne. Eve jî bi pêşkeftina mirovatiyê, şaristaniyê û zanînê re çêbûye.

Gava em li bêjeya "Sal" binêrin, em ê bibînin ku ew yekpirtikî ye, lê gava sal hatiye parvekirin [Zivistan, Behar, havîn û payîz] ji yekpirtikiyê derbas bûye û gava em bizanin ku Zivistan li ba Mîdiyan "Zimzan" bû û Havîn "Hamîn" bû, em ê hîngê bibêjin ku "Sal" a yekpirtikî berî wê demê bû, kevintir bû, ji ber ku di her zarekî de peyvên kêmpirtikî berî yên pirpirtikî hatîne pêdakirinê. Di dema me de jî ji "Roj" a yekpirtikî peyvin dî hatîne pêdakirinê: Salroj, rojname, rojane, kevneroj, pêşeroj, paşeroj, ku di berhemên kurdî yên kevnare de nehatîne ser zimên.

Lê em dibînin, ku Zivistan, Behar, Havîn û Payîz ne ji bêjeya "Sal" pêda bûne, eve jî tiştekî seyr e û pirsek dî davêje ber me:

- Gelo, ma Kurdan ev navên salbirkan ji biyaniyan birine û yên xwe yên Kevin ji bîr kirine, ji dest dane?

Di Kurdî de hîn Pêşsal Paşsal, Sersal û Nîvsal tên berçavkirin, lê belê çar çarikêd salê ku me anîne zimên, ne ji "Sal" in.

Di dema Mîdiyan de du nîvsal hebûn: Zimzan û Hamîn, û du cejnên wan ên mîrî "fermî" hebûn; Nûroj (Newroz) û Mîhrecan.

Nasîn û lêkolîn di zarê Kurdî de dihêle, em bibêjin ku ev zarê xweşik pir kevintir e ji zarên Hindo-Ewrûpî û pêwîst e em Kurd, vê yekê ji pişt û neviyên xwe re baştir ronî bikin, lê mixabin, gava zarokên min û te di mal de bi Kurdî nepeyivin, dê çi rûn bi ser dewê me bikeve?.









 


 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
 
 
 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE

 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE