|
„Dibêjin
taristan pirr mezin e.
Xwezî min bizanîba,
gelo ew mezin e, yan jî baran.
Ba û pencere
Ba, wê rojê, çend
xeberkên bilez, çend sozên bilez, û çend çiyayên
bilez, li ber guhên pencerê xistin û noqî wê
deşta kûr bû.
Ji wê rojê de,
xanî xir û xalî ye:
Ne pêjna bê li ber
pencereyê tê, û ne jî pêjna pencereyan di bê de.
Dar name ne
Çima, dar hewqasî
ji bilind, hez dikin?
-
Belkî,
ji ber ku dar, nameyên erdê ne, bo asmanên Xwedê.
Zarok
Kanî Xwedê?
-
çû
asmanan
Çima asmanan ew
bir cem xwe?
-
Belkî ji ber ku Xwedê ji tenêtiyê hez nake, yan
ji bo ku asman bi tenê nemînin…
Asman heta bi
kuderê ne?
-
Heta
bi Xwedê ne.
Û Xwedê?
-
Heta
bi asmanan e, heta bi her derê û Heta hetayê ye.
Û ez…
-
Heta
bi wir, ku tu bixwaze
Şehîd
„Şehîd namirin…“,
hindek dest wisa dibêjin.
Lê destên min,
wisa bawer dikin, ku şehîd jî, wekî me, wekî
daran, wekî gîhê, wekî baranê, yan wekî çiyan,
şipêya dimirin…
Lêbelê dibe ku ew,
cuda… tenê wekî xwe, wekî navên xwe, hesantir
dijîn.
Çiya
Çiya, ne tenê
bilind distrên û dijîn, belkû ew bilind dibin
heval; bilind digirîn; bilind li berfê mikur tên
û bilind dimirin jî…
naxwa Xwedê lewma
bilind e?!
Prometheus
Xwedayên berê,
ronahî ji dilê agir dizîn û diyarî çavên mirovên
xwe, kirin…
Gelo Xwedayên
aneha, mirovên aneha û agirên aneha jî, wisa ne?
Pirsa qehwê
Tu, van sibehan
navê min ji qehwê re, dixwîne?
-
…ma
tu nabêje, çima qehwa min, li ser destên sibehên
li ser dil ezberkirî, tim difûre.
Êvar
Çima êvar dibe?
-
Belkî êvar destpêka westanê ye. Ew, ji baskên
firîşteyan dibe, daku Xwedê di wê de, serê xwe,
rihet, deyne ser kaboka Felekê, û têêêr, xwe ji
bîr bike; têr bigrî; û têr here razanê.
-
Belkî êvar ji gelteya nav tiliyên yaran diweşe,
daku yar, di wan ên girtî de, têr destên hev
nas bikin; tiliyên hev bimijin, hilpirikin
bilindê bejinên hev, fêkî ji wan biçinin, û têr
gezo ji devê hev bixwin.
-
Belkî êvar civanê hicrikan e, ew li ber serên
wan dibe, daku ew bi tenê nemînin.
-
Belkî êvar ji ber piyên Angramaynyo dipeke, daku
taristan pesnê xwe bide.
-
Belkî êvar dibe, daku westan tê de, bi xew ve
here û xwe bi siwarên têwerbûyî re, yek bi yek,
ji bîr bike
-
Belkî…
|