|

21ê sibatê roja navnetewî ya zimanê zikmakî ye
21ê sibatê Roja navnetewî ya zimanê zikmakî ye.
Ev roj her sal li welatên ku endamên UNESCOyê ne
bi çalakîyên pirrengî tê pîrozkirin.
Armancên vê rojê ev in:
1. Balkişandina ser mafê perwerdeya zimanê
zikmakî
2. Bilindkirina famdarîye ji bo civakeka
pirçandî
3. Bilindkirina toleransa li hember mirovên
cihêreng
Ev roj ji aliyê UNESCOyê ve hat îlankirin
Ev roj, wek “Roja navnetewî ya zimanê zikmakî”,
di 17.11.1999 de ji aliyê UNESCOyê ve hat
pejirandin û bi seremonîyekê hat îlankirin.
Mudûrê Giştî yê UNESCOyê Koîcihiro Matsuura
beþdarî seremonîyê bû û konferans vekir. Serokê
NY (Neteweyên Yekbûyî) Kofî Annan jî mesajek
þand vê konferansê.
Çima 21ê sibatê?
Dema ku UNESCO li ser pirsa dîyarkirina rojê di
nav lêgerînê de bû, bengladeşîyan 21ê sibatê
pêşnîyar kir.
Di 21ê sibata 1952ê de, di xwepêşandaneka ji bo
fermîbûna zimanê zikmakî de polîs 11 kes kuştin.
Loma Bengladeşî 21ê sibatê wek roja şehîdên
zimanê xwe bibîrtînin.
Bengladeş heta sala 1971ê mêtingeha Pakîstanê bû.
Hema hema hemî bengladeşî bi bengalî dipeyivîn,
lê dîsa jî zimanê wan yê fermî zimanê Pakîstanê,
urdu, bû. Bengladeşî ji vê yekê ne razî bûn.
Nerazîbûna xwe bi çalakîyên têvel diyar dikirin.
Di 21ê sibata 1952ê de, ji bo ku zimanê bengalî
jî li gel zimanê pakîstanê yê fermî,urdu, bibe
zimanê fermî, xwendekaran xwepêşandaneka girseyî
li dar xist. Polîs êrîş bir ser xwepêşandaran û
11 kes kuştin. Lê bengladeşîyan têkoşîna xwe ya
ji bo fermîbûna zimanê xwe yê zikmakî domandin.
Hukumeta Pakistanê neçar ma ku di 1956ê de urdu
û bengalî bi hev re li Pakîstanê bike zimanên
fermî. 21ê sibatê, di têkoşîna ji bo bikaranîna
mafê zimanê zikmakî qonaxeka girîng e. Lewma
UNESCoyê ev roj pejirand
Çalakîyên li Swêdê
Ev roj dê îsal li Swêdê jî li hemû şaredarîyan
bi semîner, axaftin, pêşengeh, muzîk, dans,
pêşpirke û hwd. bê pîrozkirin. Bi munasebeta vê
rojê, hem bi çalakîyan hem jî bi medyaya netewî
û herêmî dê awira giştî li ser girîngîya zimanê
zikmakî bê agahdarkirin.
Dayreya Pêşvebirina Dibistanan ya Swêdê (Myndigheten
för Skolutveckling), girîngîyeke mezin dide
çalakîyên vê rojê.
Şagirdên kurd jî dê li şaredarîyan bi helbest,
axaftin, stran û govenda kurdî vê rojê pîriz
bikin. Em ê çalakîyên şagird û mamosteyên kurdî
di malpera xwe de biweşînin.
Çavkanî:
dibistanakurdi.com
|