|
Rast e…lê dîsa em hemû kurd in!!
Tariq Hemo
tariqhemo@hotmail.com
Bûyera ku li Şêxanê rûda, dema komek mirovên
radîkal ên misilman êrîş bibin ser mal û
parastgehên kurdên êzîdî nîşanek gelekî xerab e.
Encama siyaseta ihmal û cihêkariyê ya ku
hikûmeta başûrê kurdistanê derbarê êzîdiyan de
birêve dibe, ev bûyer rû da.
Bi salan e, ku kurdên êzîdî rastî siyasetek
dijware û bêinsaf tên. Ji dema rejîma rûxayî ya
Iraqê, ku êzîdî 2 caran rastî zulim û zordariyê
hatin. Carekê ji ber ku ne ereb lê kurd in, û
cara din jî, ji ber ku ne misilam lê êzîdî ne.
Dema rejîma diktator Sedam di 9.04.2203 an de
rûxa, hêviya êzîdiyan çêbû, weha bawer kirin, ku
dawî li qonaxa zulimê hat û dê ji niha û şûnde
êzîdî cihê xwe di civaka Kurdistanê de bigrin û
bi rûmet jiyanek xweş birêve bibin.
Lê weha nebû. Berovajî vê yekê. Êzîdî vêca ji
ber sedemên olî, ji Kurdistanê hatin bi
dûrxistin. Di hilbijartinan de bi qasî 110,000
dengan êzîdyan da (lîsteya kurdistanî), ku bi
xêra dengê êzîdiyan (lîsteya kurdistanî) li
welayeta Mûsilê bi ser ket. Lê ceza êzidiyan ji
aliyê "kurdên merkezê" ew bû, ku ji 54
parlemanteran yekî êzîdî layiq nehat dîtin, ku
wî wek parlemanter bi nav bikin.
Me ji destpêkê di gelek nivîsên xwe yên bi kurdî
û erebî de ev nedurstî li qelemê da. Me got, ev
siyaseta nedadmend ya ku "kurdên merkezê/kurdên
sunî" li himberî kurdên êzîdî û feylî û şebek,
siyastek ne durst e. Siyasetek ferqê û cûdahiyê
dixe navbera kurdan û dê encamên tahlûke bi xwe
re bîne.
Herema Şingal û derdorên wê, ku 300,000 êzîdî
nişticihin heya niha li derveyî herema
kurdistanê ye. Ev dever dûrî şarstaniyê ketinye.
Tevî van milyar dolarên ku hikûmet ji botcha
Bexdayê û gumrika Brahîm Xelîl werdigre û bi
sedan proje li Dihok û Hewlerê ava dike, lê
Şingal û derdorên wê( ezîdî) û Xaniqîn û
derdorên wê( feylî) heya niha tu sûd wernegrtine.
Hikûmeta heremê heya niha tu projeyên "avdankirdinê"
pêkneanî ye.
Tevî vê siyaseta nedademendane ya hikûmeta başûr
jî, niha atmosfêrek ecêb li heremê heye. Di
encamê de kurdên misilman ber bi tundiyek olî ve
diçin. Bi dehan mizgeft li seranserî kurdistanê
tên avakirin. Hêzên islama siyasî hakim in. Ev
hêz xîtaba fenatîker di nava gel de belav dikin
û xelkê bi kîndarî û nifretê li dijî kesên ne
misilman û ne sunî dadigrin.
Weha şîrovekirin, ku 2 ciwanên êzîdiyan kecek
misilman revandin. Tevî ku van 2 kesan ev kecika
ku ji malê revî bû, bi erebeya xwe rakirin û ber
bi cihekî ewle ve birin. Lê bi saya meleyên
mizgeftan û bangê "cîhadê" malbata kecikê û
eşîra wê êrîş birin ser mal, komele,
parastegehên kurdên êzîdî. Agir berdanê û li gel
bi dehan erebe, sûtandin.
Ev bûyerek xeter e. Pêşeroja kurdan dixe
metirsiyekê. Pêwîste rê li ber rûdanên weha zû
were girtin. Ne bese ku em serê xwe têxin bin
qûmê û em bêjin, rast e ev problem hene, lê
êzîdî jî kurd!!.
Êzîdî û feylî û şebek û kakayî kurdin, lê xwedî
taybetmendî ne, pêwîste ev taybetmendiyên wan
bêne naskirin û hurmet jê re bêne girtin. Eger
ne weha be, dê problem kûr û dûr bibe..
Li vir, em ji bîr nekin, ku şîy û sunîyên Iraqê,
yên niho hev dikujin, misilman û erebin û gelek
ji wan ji heman eşîrê ne jî!!!!
Li gel rojnameya Yini
Ozgur Polîtikayê tê belav kirin.
|