rojava.net

Wednesday, 27 June 2007 23:42


 

Daxuyanî bo raya giştî derbarê çewisandina
nivîskarê kurd Merîwan Helebçeyî

 



Nivîskarê kurd Merîwan Helebçeyî piştî ku wî pirtûka xwe a bi navê “ Cins, şerîet û jin di dîroka isalmî de” belav kir raserî êrîşeke kifirkirinê tê. Ev êrîş ne ji hêla hêzên kifirkirinê ku li tevaya cîhanê belav in dibe, belkû ji hêla partiyên siyasî ên islamî û qanûnî. Pêwîst bû ku ev partî pêşengiyê di parastina mafê derbirîna bîr û baweriyan de bikin, neku bibin şûrekî desthilatdar û terorkar li dijî afirandina ramyarî û mafên bingehîn ên hemwelatiyan û hemû mafên dîmoqratî. Ev mafên ku ji hêla hemû peymanên navnetewî ên têkildar, di nav de jî qanûnên Kurdistanê, ku li ser bingeha wan ev partî hatine damezirandin, hatine misogerkirin.

Feteweyên kifirkirinê ku hin partî û hêzên islamî li başûrê Kurdistanê li dijî nivîskarê kurd Merîwan Helebçeyî derxistine, binpêkirineke kirêt e ne tenê li dijî mafê derbirîna bîr û baweriyê û mafên bingehîn, belkû li dijî jiyana wî û malbata wî jî, çimkî van fetweyan jiyana wan xistiye bin metirsyaneke mezin. Ji bo ku raserî terora grûpên islamî neyên, M. Helebçeyî û malbata wî neçarbûne ku xwe ji ber çavan veşêrin û jiyana xwe di nehêniyê û di bin nîrên pir dijwar de bidomînin.

Hevgirtina Rewşenbîrên Kurdên Rojava li Derve (HRKRD) bi tundî van fetweyên kifirkirinê li dijî nivîskarekî ku gunehkariya wî tenê ew e, ku wî hin babetên ol û şerîeta islamî gengeşe kirine, riswa, şermezar û protesto dike. HRKRD van fitweyan wekû kiryarekê li dijî azadiya bîr û baweriyê û mafên bingehîn ên hemwelatiyan dibîne û bangî hemû dezgeh, rêxistin û kesayetiyên siyasî û rewşenbîrî û her weha çalakvanên civaka sîvîl li Kurdistanê û seranserî cîhanê dike ku bi nivîskarê kurd Merîwan Helebçeyî re bibin piştgir û van fetweyên ku kuştinê rewa dikin şermezar û protesto bikin. Kesên ev fetwe derxistine û ên li pey wan jî divê bêne dadgehkirin.

HRKRD hikumeta herêma Kurdistanê û hikumeta Iraqê a federal berpirsyarên jiyana nivîskar M. Helebçeyî û malbata wî û parastina wan ji terora islamî a kifirkirinê dibîne.

Hevgirtina Rewşenbîrên Kurdên Rojava li Derve
18.02.2006















 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
 
 
 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE

 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE