|
Başûr, Bakur û Rola "Şoreşgerên
Internetê"!!
Tariq Hemo
tariqhemo@hotmail.com
Komek rewşenbîrên başûrê Kurdistanê bangek
hevbeş pêşkêşî rayedarên dewleta tirk û raya
giştî kirin. Di vê bangê de ji dewleta tirk tê
xwestin ku, pirsgrêka kurd bi riyên aşîtyane
çareser bike û agirbesta PKK bi erênî pêşwazî
bike. Her weha li himberî vê agirbestê gavên ber
bi çav bavêje. Her weha ji Rewşenbîrên tirkan jî
tê xwestin ku dengê xwe bilind bikin û zextê li
dewleta xwe bikin, da ku dest bi danûstendin û
gotûbêjan li gel nûnerê gelê kurd bike.
Di nava koma rewşenbîrên başûr de ev nav hene:
Dr.Marûf Xeznedar, Bextiyar Eliî, Şêrko Bêkes,
Raûf Hesen, Hesen Arif, Ferhad Pîrbal, Kejal
Ehmed, Şêrzad Hesen, Dr. Kurdistan Mukriyanî,
Rêbîn Herdî, Arî Baban, Mehemmed Qezaz, Umer
Derwêş, Ebdulqadir Seîd, Hoşyar Rêkani, Dr.
Haşim Zêbar.
Weha diyar e ku rêvebiriya başûrê Kurdistanê bi
temamî pirsa kurdên bakur ji nû ve dinirxîne. Tê
xwestin, ku baldariyek mezintir sebaret bi pirsa
kurdî li bakur hebe. Beriya demekê wezîrê çandê û yek ji rewşenbîr û idyolojîvanê PDK
Felekaldîn Kakeyî eşkere kir ku pêwîst e
rêveberiya başûr serxwebûnê ji bala xwe nede
aliyekî û her dem doza vî mafê rewa bike û ji bo
bidesxistina vê serxwebûnê amede be.
Birêz kakeyî wilo daxwaz kir ku pirsa kurdî li
bakur cihê xwe di alavên ragihandinê yên
hikûmeta başûr de baş bigire. Kakeyî, li gorî
hin malperan, xebata Tevgera Azadiya Kurd û
Partiya Civaka Demokrat DTP mîna "şoreşek sipî"
dinirxîne û daketina bi dehhezaran li kolan û
cadan ji bo xwesteka mafên xwe balkêş û bi wate
dibîne. Kakeyî van rojan dê simînarekê li ser
pêşveçûnên pirsa kurdî li bakur di bin navê (Abdulah
Ocalan) de bide.
Ragihandina başûr, bi taybetî ya PDK ev demeke
bûyerên li bakur diqewimin, şerê ku ev 23 sal di
navbera şervanên PKK û artêşa dagirker ya tirk
de radighîne. Hevdîtinek bi birêz Murad
Karayilan Serokê Konseya Birêvibir ya Koma
Komalên Kurdistanê jî berî demekê me di ekranê
Kurdistan Tv de temaşe kir.
Başûr ber bi dewletbûnê ve diçe. Ev dewlet jî
gerek pişta wê hebe. Li himberî gefên dewleta
tirk tevgera çekdar û xwedî hêz û milyon alîgir
pişta dewleta başûr e.
Siyaseta başûr ya destekdayina bakur siyasetek
têgihîştî û serkeftî ye. Îro li qada siyasî ya
bakur û tevahiya Kurdistana mezin û Ewropa hêzek
mezin û xwedî imkan û cemawer heye. Ev hêz dibe
pişta dewleta başûr û keleha berevaniya vê
dewletê ( derbarê pirsa Kerkûkê de bi taybetî).
Serokê Kurdistana başûr birêz Mesûd Berzanî ev
rastî baş fehm kiriye. Wî dema serdana
Washingtonê û hevdîtina bi Bush re û dema
destekdayina agirbesta PKK ya 5 mîn jî
piştgirtiya xwe ji bo tevgera bakur nîşan daye.
Tevgera siyasî ya bakurê kurdistanê xwe isbat
kir. Di dema gelek kesan hesab û bazar li ser
têkçûna wê dikirin, wê xwe çend bare xurt kir û
li himberî Tirkiyê li ser lingê xwe karîbû
bisekine, bi taybetî piştî komploya navnetewî û
revandina birêz Abdulah Ocalan. Berovajî vê yekê
Tevgera Fetihê ya filistînî û li gel hemû
alîkariya welatên ereb û misilman, piştî mirina
Erefat li hev ket û niha li ber têkçûnê ye.
Gelekî girîng e ku ev hewledana nêzîkbûyînê ya
başûr û bakur bête bihêzkirin. Em li pêşerojê
hevbendiyek stratîjîk ya bakur û başûr bibînin.
Dê ev pêngav ji bo berjewendiyên kurdan gelekî
girîng be.
Hêzên kurdan nêzî hev didin. Li ser bingeha
siyaset û berjewendiyên netewa kurd riya van
hêzan dibe yek. Ew tên cem hev û li himberî
dijminên kurdan pişta hev digirin. Lê mixabin
berovajî vê yekê, em dibînin ku gelek
rewşenbîrên kurdan rolek nehênî dilîzin. Hîna bi
banga şerê birakujiyê bang dikin. Çanda
"bêbextî", "gelacî", "reşkirin" û "bekoewantiyê"
didomînin. Li cem rêvebiriya başûr hemû cûreyê
bêbextiyê dirêsin. Armanca wan jî( xwelî li serê
dijminê wan be) ku kurdan dîsa bera sukra hev
bidin û li ber dîmenên hevdûkuştinê govendê girê
bidin.
Bi siyaseta têgihîştî ya rêvebirya başûr û birêz
Berzanî û bi hêz û xweisbatkirinê ya ku tevgera
bakur nîşan da, konsebta van kesan têkçû û pûç
bû. Xwediyên malperên zer û berdevkên partiyên
bê endam dîsa vegeriyan "Biyanistanê" piştî
navberekê, tê de hemû hewledanên reşkirin û
berovajîkirina rastiyan kirin, da ku armanca xwe
pêk bînin û kurdan bera hev bidin, lê mala xwedê
ava be, bi ser neketin.
Bi her hal, dê "tekoşîna" li Ewropa û
"şoreşgeriya" li ser PC ya 24 satan û
"behremendiya" gelacî û derewan baştir be ji
çûna Kurdistana Azad û dayina nîv derfetê ya
hevdîtinan bi berpirsyarên wir re, ku vê "hûner"
û xwefiroşiya erzan û tahlûke pêşkêş bikin….
|