|

(Xayîn), dem li ser çû, ( Beko-tî) vedije
Dilşa Yûsûf
dilshayusuf@yahoo.com
Pêş her tiştî destxweşiyê li her dû malperên(
www.amude.com,www.nefel.com) dikim- her çende
niyeta wan ne zelal be jî- bo ew nûçeya kû di
rojên 15-16/heyva 12 an de weşandine, derbarî
rastiya têksta strana Hewlêr ya kû hunermend
şehîd Serhed distirê û di malpera www.rojava.net
de hatibû weşandin. Ji ber kû bû behaneyek da ez
hind rastiyan baştir ron bikim.
Ew nûçeya kû di www.rojava.net de hatiye
weşandin, rastiya wê, dû car dikim.
Ji bo kû hindek pirs zelaltir bibin min pêwîstî
bi vê nivîsê dît, hêvî dikim wê ji gelek pirsan
re bersivê bide.
Nizanim hindek rojnameger û nivîskarên me
derveyî dîrokê dijîn, yan wek pêşiyên me dibêjin(
di guhê ga de dijîn), haya xwe ji pêşketinên di
nava kurdan de dibin nînin. Behsa hind tiştan
dikin mîna kû keşfek taze çêkiribin û halana di
xwe hildidin, bibûrin, dê ji wan re bêjim ( roj
baş), hûn gelek dereng mane!.
Xweguhertin û li raburdû û xeletiyên xwe
rexnegirtin, tenê karê camêr û merda ye. Mirovên
kû dizanin şerbikin, dizanin çawa aşt jî bibin.
Lê yên derveyî şer tenê halana di xwe hildidn û
çepika ji yê bi hêz re lêdidin, Kurd navekî
gelek xweş li wan kesan dikin( zirtok).
Çemka xiyanetê kû me kurdan demeke gelek dirêj
bi asanî hevdû pê bi navdikir, rêzên me gelek ji
hev dûrdixist û dijmainatî kor û kûrtirdikir di
nav me de.Vê rastiya tal gelek dilê dijminan
xweşdikir. Me bi asanî hev dikuşt û enî li ber
hev vedikir û diketin xizmeta neyaran. Ev
rastiya kû doh li ber çavê me nediyar bû, ev roj
wek kêran hinav û cergê me diqetîne û zîval
zîvalî dike. belê ancex tenê bi rexne li xwe
girtin û rastkirina wan xeletiyan û mehkûkirina
hind kiryarên ji kurdayetiyê û mirovayetiyê dûr
û bi cihkirina hind çemkên taze û serdemî û
çandina hezkirinê û hevgirtinê li şûna
birakujiyê û xiyanetkariyê mirov bikaribe xwe
rizgar bike û dest û hinavê xwe ji guneh û
tawanan bişo.
Serokê herêma Kurdistanê rêzdar Mesûd Berzanî di
axaftina xwe ya li pêş Perlemana herêma Federal
bi mûnasebeta hevgirtina herdû hikûmetên Herêmê,
rexne li rabirdû û nakokî û şerê di nava hêzên
kurd kir û gotinek dîrokî kir û got( me ne
birayên xwe dikuştin, belko me xwe dikuşt).
Berzanî li axaftina xwe zêdekir û got( em soz
didin, ji niha û şûn ve çekê beramberî kurdan
hilnadin). Tu kes nikare rastiyên dîrokê mandel
bike, lê mirov dikare dîrokê bughêre, û wek wê
jî çemkên layiqî dîroka nû derdikevin holê û
têne bikaranîn.
Eger( birakujî) dikare xwe biguherîne û bibe(
xwekujî), wê gavê pîwîst e gelek tiştên din jî
bêne guherandin, nimûne gotina ( xayîn) jî divê
di vê qonaxê de bi piraktîkî ji nava kurdan rabe.
Sedema guhertina min ji gotina( xayîn) re di
helbesta ( Hwelêr) de, tenê ew guhertinên di
nava kurd de dibin û ya din jî ez êdî gotina (
xayîn) nema layiqî tu hêzek kurdî dibînim û ne
gotina xayîn bo kurdekî ku dest ji siyasetê
berdaye di gel partiyek kurd de. her weha banga
min e, bo tevayî hêzên kurd ku êdî vê gotinê
mehkûm bikin û bi teorî û bi piraktîk jî xwe jê
dûrbigrin. Ne PDK wek xwe maye, ne PKK, û ne YNK,
her partiyek di asta xwe de gelek guhertin li
ser bîr û bawerî û piraktîka xwe dane çêkirin.
Gava ku min dest ji siyasetê berda di bin ala
PKK de neçûm jêr ala tu partiyek din û ne min
rûn qijiland-wek hinekan ku pê nanê xwe duxun-
ji aliyekî re li ser hesabê aliyekî din, tenê
min xwest ez ziraviya hizir û bîr û
berpirsyartiya xwe wek rewşenbîrek kurd bidime
diyarkirin û serbixwe û azad bîr û baweriyên xwe
bînim ziman.
Ji bo hîna bêtir halwêsta min zelaltir bibe wek
rewşenbîrek ku xwe berpirs dibîne di ber
eşkerakirina rastiyan de, û tu caran dilxweş
nûbûye bi riştina xwîna kurdan, û hemî beşên
Kurdistan wek yek dîtiye û bi dilsozî tekoşîn bo
parastina netew kiriye û tu caran cudahî
nexistiye nava tevayî kur û keçên vî netewî de û
ne bazirganî li ser xwîna şehîdan kiriye,
dixwazim rastiyek hîna taltir eşkera bikim bo
xwendevanan û di serî de her dû malperên hêja,
ku xuşka min jî yek ji şehîdên wê tevkujiyê bû.
Ew tevkujiya ku li Hewlêrê qewimî, di 17 gulana
1997 an de. Û di encama wê de gelek endam û
alîgirên PKK jiyana xwe ji dest dan. Giraniya ew
kesên şehîd bûn di wê bûyerê de, sîvîl bûn, û di
nava çembera bêbext de nikarîn parstinê jî li
jiyana xwe bikin.
Xuşka min ( Roza Yûsûf) yasanas û sernivîskara
rojnama( Welat) ya heftane bû, ku bi kurdî
dihate weşandin li Hewlêrê, û sernivîskara
rojnama( Weten Elşems) ango bi kurdî tê wata (
welatê Rojê ) ku bi erebî her pazdeh rojan
carekê dihate weşandin. Her weha cihê xwe di
birêvebirya rêxistina giştî ya Hewlêr de digirt.
Belkî hind bêjin çima min behsa her dû şehîdan (
Salih) û ( Hêlîn ) kiriye wek sembol, lê çima
min behsa xuşka xwe (Roza) ne kiriye di helbesta
Hewlêr de, ne ecêb e, çunke berî her kesî
malbata min jî ev pirsa ji min kirin( çawa te
navê xuşka xwe hilnedaye?), belê wê gavê jî û
niha jî dibêjim, tu cudahî di nava kurdekî û yê
din de nîne. Her kes delal û hêjan e li ba dayik
û bavên xwe , lê ciyê daxê ye, ku demek dirêj me
riştina xwîna hev erzankiribû û niha em buhayê
wê gelek giran didin.
Eger ev roj em li hev dibûrînin û ji hev
xweşdibin, ji berpirsyartiya me tê, beramber
xwîna wan şehîdan. Tenê hevgirtin, lêbûrîn, û
damezirandina yek bîr û biryarê di nava kurdan
de, dikare bersivê bide xwîna wan şehîdan, yan
na dê giyanê wan bibe xinaqa dardaxa me, û em ê
pê ve darvebin.
Hêvî dikim mîdya kurdî bi giştî û bi taybet her
dû malperên min navên wan di serî de destnîşan
kir, ku ez bi vê mûnasebetê bangê li wan dikim
hîna zêdetir bi dilsozî û dûr ji spîklasyonan
erkên xwe yên rojnamegeriyê bi cih bikin û hîna
bi giyanek berpirsyartir bizav bikin bo
wirijandina rastiyan, aştiyê û li hevbûrînê, nek
agirgurkirin, fitnekirin, şêlokirin û têkdana
rewşê.
www.rojava.net/12.12.2006.%20kurdi.dilshayusiv-hewler.htm
www.nefel.com/articles/article_detail.asp?RubricNr=1&ArticleNr=1657
http://www.amude.net/Nivisar_Kurdi_deep.php?newsId=5598
|