|
Besam Mustefa
-1-
Êşên me bê derman in, heval!
Bi dîrok in ...kûr in
ne razan û ne jî mirin nayê bîra wan
êşên me namirin, heval!!
dibin paşmanek nemir
ku bapîr didin bavan,
bav ji zarokan re dihêlin ..
zarok diyarî neviyan dikin ..
Ev e, wisa ye çîrok, heval!!
-2-
Her êşek, xwedan dermanek jê re çêkiriye ..
ji pêvî êşên me...bê derman in
bê derman in
-3-
Ne rast e ku:
êşên me bi xwekuştinê re
dê bimirin,
tune bibin ,
êşên me hê sax in ..
berê jî : Mem û Zîn mirin
Beko ma û ma û ma ..!
Na ..namirin,
ev êş namirin!.
-4-
serê min îroj vala ye :
ez bê ...êş mame!.
-5-
Bê êş em kor in!
-6-
Êşên me dar in, kesk in
ji wan darên ku herdem kesk in !.
-7-
Min digot: Çima ez bê mirov im
Ma ne êş papîr
dapîr
bav
dayik
bira
xuşk û neviyên ..min in
-8-
kulîlkên ku serê bûkên me
dixemilînin: Êş in!
Zavayên me êşan di roja şahiyê de dipoşin
-9-
Ê ku neêşe, bênamûs e!
wisa pend ji devê wan dirijiya
-10-
Ku me bê êş dibînin ...têşin!
-11-
Rojekê min bê êş dîtin
ji min pirsîn (bi çavên zoq vekirî)
kanî dest û lingên te
mal bi mal
gund bi gund
bajar bi bajar
kolan kolan
û tax bi tax
ew digeriyan li ...
êşeke nû !
-12-
Ev êş , dostê min ê yekem e
vêca çawa tu dixwazî ez dev jê berdim
xiniziyê pê re bikim!?
-13-
Digotin: Tu li ku bî ne giring e,
ya giring ew e ku tu biêşî!
-14-
Tu diêşî yan na: That’s the question!
15-
Êş pasporta jiyana me ye
ê ku ne êşe ..mirî ye!
-16-
Ez nakenim:
êşên rengereng kon ser topraxê
devê min vedane û li wir razane!
-17-
Ez ê çawa rengê vê alê
nas bikim û hêstirên van êşan
ku mij û moran, di çavên min de belav kirine?!
-18-
Nizanîbû çi bike
rabû, ji xwe re ...êşiya!.
-19-
Kê ev êş di hewşa me de çand
kê ew av da
kê hişt wisa mezin bibe û ber bigire
û bighêje asîmanan û ..hew bimire ..?!!
kê..
ne xem e ...
ev êş wê rojekê..........
|