|
Gotina
Hevgirtina Rewşenbîrên Kurdên Rojava li
Derve di
fistîvala Duhokê de
Keştiyên
pêdariyê yên ku di pêlvedanên aziryayî de
radestî mirina dîrokê nedibûn, aniha bi hêminî,
melevanên xwe hildibijêrin û berbi peravên
xewnamêz ên Dihokê ve sernişîv dibin.
wek sîmiran ji xweliya peyvê ji nû ve diafirin,
li helbestên birîndar, li evînên biqasî van
çiyayan mezin û li çiyayên bi qasî van mirinan
dijwar dipirsin.
Em welatan li pey xwe di mijê û pirsan de
dihêlin û welatekî ji rondikên zuha yên dayikên
Helbçeyê, ji beybûnên dilên velerzînê, velerzîna
zarokên Enfalê, li pêşberî xwe, di nexşeya êşê
de, wek xewna derengmayî ya azadiyê dibînin.
Ma tiştek ji pênûsê hêjatir, daku lanetê li vê
trajedyayê bîne di destê me de heye?
Ma tiştek ji pênûsê hêjatir daku em dilên xwe pê
perçe bikin û laşên xwe pê bikujin û van sînoran
di giyanên xwe de biherifînin û vê nasnameyê ji
perçebûnê rizgar bikin, heye?
Gelo em tiştekî baş dikin an tiştekî nebaş dikin?
Sedansed dê rojekê dîrok bersivekê bide me..
Ger bersiva dîrokê erê be baştir e û ger bersiva
wê na be jî, dîsa pêwist e em dest ji pênûsa xwe
bernedin, pêwist e em evîna xwe li ser duryanên
êşê bi tenê nehêlin, pêwist e em destên
xatirxwestinê yên Qadî Mihemedê Şehîd, hespên
sergerdan ên Ameda Şêx Seîdê pîran, têramandina
di kevir de ya Berzaniyê ji asoyên kulîlkan û
henasên ji tavsorka xewnê yên Şêx maşûqê Xeznewî,
bi tenê di bagerê de nehêlin.
Dawiya dawî jî pêwist e em rê nedin dîroka qirêj
û gemarî ku ji destê paqij ên pênûsa me ya paqij
bê seza bifilite.
Em ji maka vê peyvê hatine, ev peyv jî ji ewrên
êşa me ya sedsalane dibare.
Em wisa bawer dikin ku qîrîna peyveke bindest
dikare dunyayê birûxîne.
Aniha jî em dê li vê Duhokê, bi gewriya wê peyvê
biqîrîn,
Em ê van çiyayên li derdorê di aşên dilên xwe de
bihêrin, gelo dê dilê me rehet bibe?
Em ê bi gewriya zimanê xwe biqîrin û esman
biçirînin
Lê ger esmanê li ser duhokê jî biçire dilê me
rehet nebe.
Bi navê HRKRD vê fistivalê li perçeyên wî esmanê
veçiryayî pîroz dikim
Ehmed Huseynî
|