|
EDONÎS
KURMANCÎ: EBDULREHMAN EFÎF
1
Vaye şevşiyariya tehil tê û vêdixe çira xwe
Ma nameyên evîna xwe vegerînim hibira wan
Wan wêneyan biçirrînim…!
Laşê xwe dixwînim aniha
Û bi kovaniyê çira vê şevşiyariyê tijedikim…
2
Di destê min de destê wê
Û herdu em biyanî ne
Û herdu sibe em mirî ne
Di nav ciyekî dûr de.
Me bi xewnên me bipêçin
Û bi sîtavên me
Hey destanên rojên me
Û lihevkeve û binêzîke
Tu hey yê dûr, spehî, bêmînak
Ey laş…!!
3
Ax…
Na
Naxwazim ji çavên xwe re avjeniyê bikin
Di ezmanekî de
Jidervî çavên wî.
Na…
Ji hezkirina xwe re û tiştên wê zelaliyê
Naxwazim
Hemwelatiyê û nasnameyê
Naxwazim.
Tenê dixwazim ji filitandinê re
Em ziman bin
Û elfebê bin
Endamên laşê me …!
4
Heznakim ji nameyan
Na
Ji evîna xwe re vê şevşiyariyê naxwazim
Naxwazim bê kişkişandin di gotinan de
Ji nameyan heznakim
Na
Ji laşendamên me re
Ko birêkevin di kaxezqeyikekê de
Naxwazim..
…
Bo serdana rûpelê Ebdulrehman Efîf - êksîl êksî êksîl - yê intêrnêtî,
ev e navnîşan:
www.poempoem.blogspot.com
|