rojava@rojava.net

 
   

Reviyana..
di nav çemê Êvros re......
 

rojava.net 19.11.2005

 


Husên Hebeş
Wergerandin ji Erebî: Cankurd



Çemê lawaz, çemê livnaz
û gelek bi zexim...
Çemê ku ewan bi fîrdewsan dixapandin
û bi behiştên Eden ên di bin re
kulîlkên berbang û rizgariyê diherikin,
Keleka hêminiyê, ku ewan dibirin aliyê dî,
digihandin "Olimpa" azadiyê, bêhêvî hişt...

.. Û ewan di çavlêdanekê de avêtin ser rêya têkçûnê
biyanî,
lêdaçûyî
diranên masiyên birçî govdeyên wan ên westiyayî ji ber hev direvînin
û hêlehêla xwişîna avê...
bê ku li xwe hişyar bibin
û bê ku çavên xwe bi wan fîrdewsan kil bidin,
û bi wan behiştên, ku di bin wan re
kulîlk û berbang diherikin.

Di wê serpêhatiyê de
Nekanîn nûçeyekê an rêçekê li şûn xwe bihêlin,
Tenê li şûn xwe bermayên rojek xwînî
di şewlerê çemê pir bi zexim de hiştin,
çemê sêdarê, roja rabûn û dojehê,
çemê Êvros...

Zivistana 1996

 

 


 


المقالات المنشورة تعبر عن وجهة نظر اصحابها ولا تعبر بالضرورة عن رأي الموقع
 

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE
 

 
Kurdi
Kurmancî
Lêkolîn

Werger

Helbest
Gotar
Çîrok

Hevpeyvîn

Nivîskar

Arşîv

têkilî

 عربي

Deutsch

English

Swedish

Hevgirtin