Zengilên xaçexanan lêdiketin
Çejnên rengîn ji perrên çivîkan diweşiyan
Berfek nazik, nerm.. nerm dibariya,
Di nav rihê berfê de.
Kenekî
Spî,
spî..
wek xewneke tenik vedibû.
Lorca serê xwe ji çemên peyvan derdixist
û li ser valahiya asoyan
helbestek wek "stranên qereçiyan" dinivîsand
û di guhên esîman de sê caran digot:
"Ko ez mirim bihêlin balkona min vekirî be…
"
Lê her tişt wek hunerek vala bû,
Leylan bû,
Sîber û sîtav û hilweşandin bû,
herifandin û qelişandin bû...
Ne zengilên xaçexanan lêdiketin
Ne jî çejinên rengîn ji perrên çivîkan
diweşiyan.
Ne berf û ne jî kenê spî dibariya.
Ne.. tiştek
Ne.. tiştek!
Di şeveke tarî de
Ne heyv
Ne çire û ne jî ronî
Laşê Lorca par û talan kirin.
Cîhan paşkûnkî diçû,
Bervaca dikeniya
Rengên goristanan seriyên xwe hildidan.
Di wê şevê de
Giyanên kevokan li ser sîvlekên malên
spaniyan dixeniqîn...
Di wê şevê de
Hîv û stêrk kelûgirî bûbûn, matmayî mabûn.
Di wê şevê de
şev nifirek mezin bû.
Lê rodanka helbesta Lorca hîn û hîn evînê
dide dilên evîndaran
Evîdarên wek:
Ba,
Berbang,
Buhar,
û baranê..
evîndarên wek:
pelên zeytûnê
û
"stranên qereçiyan" yên ji dûr û ji kûraniya
dilan de
diherikin.