Nexweştirîn tişt di jiyanê de mirin e. Hinek
cara demê ez hizra mirinê dikem, xem min
dûrpêç dikin. Şînatiya esmanê sahî dibê
reşewrêk zuha, ji çavên min pizrokên êşê
dibarin. Tinê ji ber mirin fenabûn e û rêya
bêwexer e.
Girî û rondikên ser mirinê dibarin, li çi
dever û deman, cihê xwe nagirin. Mûzîka
nehênî di guhê min de akincî ye, ew dengê di
koşa tirsê de, ez dixwastim, şehiyana mirinê
dest û tiliyên min bi xwehdana toqînê hena
kirin, lerzandim, şekrokên xêrê li vir û wir,
ew zarok mijûl nekir, ji bîrve nebir li
zarên mirinê digeriya.
Rojek ji rojên buharê bû, çiya nêzîkê me bûn,
darên kaja her wext wî demî, kesik bûn, hemî
zemîn kesik bibû, gul sor û mor, zer bûn,
duniya gerim bû, xweş bû, ken û yarîyên me
bi ser kolanê diketin. Kêf kêfa me bû, birs
û tihin li bîra me nema bû, tenê stran û
yariyên keçika, em, mijûl dikirîn. Li serê
kolanê gorepanek berfireh, cihê tepana koran
bû. Me ji dûr carnan, lê dinerî, lê zû me
ewerên xwe lê diguhartin, ji ber me dixwast
carna tepanê bikeyn,belê şerimê, em paş ve
dibirîn. Her çende wan jî digot yariya tepê
neya kiçan e.
Roj, berev avabûnê çû, ez ji yariya westyam,
min xatir ji hevala xwe xwast û qesta mal
kir. Niquskên xewê çavên min kore kir bûn.
Piştî demek kort, dengê qêjiya ser mihelê
ket,
dayik û xweşkên min qesta derve kiribûn û
min jî da dûv wan, belê min nezanî çi çêbûbû,
heta çavê min bi deyika hevala min ket, ku
destên xwe bi serê xwe de tînît xwar û gazî
dikir :
“hawar e, haware, keca min ji destêt min ço,
di nav wê xirecirêde, li tombêlekê siyar bû
û ço.
Xweşka min ya mezin, destê min girt û ez
birim jor.
-Were binive xewa te ya têt.
Min jê pirsî: -Çima Dayika Çinarê digirî?.
-“keça wê ya mezin, nesax e.
Baş bû hevala min nebû! Min gotê: -Ew dê
dermana bixwet, dê çêbît. Ez û Çinar ji
dermana hez nakeyn.
Ez birim ser ciha û nivandim. Beriya dixew
ve biçim, min gotê: -Tu zanî evro, ez gelek
ya westayme
Çi caran min û Çinarê hinde yarî nekirîne û
di gel gotina xwe, di xew ve çûm.
Nêzîkî nîvro bû, dema ez ji xew rabûbûm,
qesta hewşê kiribû, dergehê vekirî bû. Ez
derketim û min qesta mala hevala xwe kir, du
mala ser mala me de, li alê din yê kolanê.
Dergehê wan jî vekirî bû, jinik dihatin û
diçûn, çavên wan ji rondikan pirbûn, difnên
wan yêt sor bûn, ez matmayî mam, min bîhîst
jinkek dibêjê: - Dayê eve hevala wê bû.
Tirsê dilê min girt. Min newêriya biçim jor.
Ez mam wekî êxsîra min nezanî çi bela vê
malê ye.
Xwişka min ji mala wan derket. Herê, eve tu
kengî rabuyî ?
-Noke ez hatim.
Destê min girt û ez birim mal, têşt da min,
ez gelek ya birsîbûm, min şîv nexwar bû.
Min gote xweşka xwe: - Tu zanî ez rojekê
zadî nexwim dê bimirim.
Ma tu dizanî mirin çî ye ?
Niza ez mam, ji nû ve min hizra xwe kir, erê
dîsan mirin çî ye, ma ne nivistine?
Belê xwişka min rengê xwe guhorî.
dengê hevala xweşka min hat gazî dikir werin
ji zîyareta hatin .
xweşka min zû qesta dergehî kir û gote min:
- Tu nehê ber mal, dernekeve xirabe bo te.
Ez gelek ya guhdar bûm, belê ez hincara dûf
tiştî diçûm, belkî ez bi çavên xwe tiştekî
bibînim.
Ji ber kes çi bo min nabêjê, tinê dizanin
bêjin hêj tu ya biçûkî.
Min ji xwe pirsiyar kir: -ziyaret çine ?
Kî dê bêjîte min, ez derketim berderezînka
xanî rawestyam û çavê min ma li qelebalixa
ber derê mala Çinar ê.
Giriya dayika wê bîra min hat, şeva dî her
wekî xwişka wê tiştek lê hat, ez dê bêjime
Çinarê,
bila bêt def min xirabe ew di nav wê firtonê
de bimînê. Li ber dergehî, min gazî kurê
cîrana kir,
ew ji min gelek biçîktir bû: - Ka here bêje
Çinarê bila bête vêrê.
Çinar ya biriye ziyareta “got û çû, ev kur
çû û li min xwe nekire xudan.
Jinek ji jor da dihate xwar. Hay dayê eve jî
li ser hevala xwe acize bûye. Ez
tênegehiştim, eve behsa kê diken?
Kalekî got: cihêlên vê gavê nizanin tombêla
pajon û istihtarê diken, nizanin ruha xelkê
ya li ber rehma wan e.
Hevalê di gel got: - Erê mala te xwe li wê
tifalê nezivirî jî, kuşt û havête wêrê . Ji
kîsê dayik û bavê xwe çû an ne ?
Her wekî êkî avek tezî bi serê min de kirî,
muyên destên min rakirin. Min bi xar qesta
mala wan kir.
Ez bi jor ketim, dengê girî û qêjiyên dayika
wê bi ser malê diket. Çavên wê diniqandî bûn,
serê xwe dihejand,
ya digot: -Weyla kezî zera minê, bejin
ziravê, pa ez serê kê piştî te şehbikem.
Keca min, te çavên dayika xwe kore kirin,
keca min Çinara min, te pişta dayika xwe
şikand, dayê.
Di gel dengê wê, hemî bi hev ra giriyan,
giriya kesekî ne wekî giriya min bû.
Giriya dayika min ne mina giriya min bû.
Rondikên xemên wê ne yê êşê bûn.
Jinka destên wê dikgirtin bese Gulîzar te
xwe kuşt gunehe çîçka beheştê ye.
Bihêlin, bo xwe bigrîm, dilê min yê sotî. Bi
wê gotinê, çavê wê bi min ket,
• AXXXXXXXXX dayê, dê were, tu di hawara
hevala xwe hatî keca min,
• Ka tu Çinê? Dayê hevala te ya hatî ye dûf
te ra, keca min.
Rondik mina baranê, xwe ji çavên min berdanê
xwarê, çi wêneyekî ji nexweşiyê bêhempa bû.
-Belê her min nezanî ka hevala min kanî.
Were di koşa min de, bihina Çinara min ya ji
te têt.
Bi peyva wê re, bêhiş ket, av înan li nav
ser û dêmên wê kirin.
Dayika min destê min girt û got here mal, li
vir nemîne dayê. Ez spî bibûm, lêvên min
zer-zuha bûn,
Dayê min çi li Çinarê nekiriye. Ez zanim
keça min, hema van rojan nehê vêrê.
Çi li Çinar hatiye ? Çilê nehatiye .
Ji min sil e ? Na keca min na
Piştî sê- çar rojekan ez gelek xerîbûm, min
ji dayika xwe xwest, ku biçim mala Çinarê,
rondikan xwe ji çavên dayika min havêt.
Ez dê çim tu pêlî yan na, ez ya xerîbim.
Dayika min, ez, bersinga xwe ve kirim û
pirça min bi tiliyên xwe şehdkir:
- Keça min Çinar çû behiştê, mir.
- Na, na, hevala min namirit û min kire girî,
bi kolana ketim, lê digeriyam, şopên wê li
hemî qulîçkên me yarî lê dikirin diyar bûn.
Bihna min bi kolanê nehat, min qesta çiyayî
kir, belkî li serê çiyayî destê min bigehîte
esmanî,
xwe bilind bikem belkî Çinarê li behiştê
bibînim. Demê min û Çinarê yarî dikirin, me
hizir dikir, ku beheşt ya li esmanî ye.
Eger em biçîne serê çiyay, pîçekê xwe bilind
bikeyn, dê behiştê bînîn, belê çi caran
malên me nedihêlan em ji darên kaja derbas
bibîn .
Piştî demek dirêj, ez, negehiştim nîva rê,
ez zivrandim, min nedixwest bizivrim heta
hevala xwe nebînim.
Ez razî kirim, ku pêncşemmê, dê çîne ser
ziyareta, ji bo cihê hevala xwe bibînim.
xweşka min destê min girt û ez zivrandim.
Ez bi ser dayika min de, havêtim û got: -Ha
keca xwe bigire, ez bêjim dê ji ber hevala
xwe dîn bît .
Min xwe avête koşa wê, dayika min ez bi
sînga xwe ve kirim û destên xwe bi serê min
de anî xwar,
Got: Ew mirovêt mirin diçine behiştê, Çinar
jî mir û noke ya li behiştê ye.
- Ma ne tenê mirovên pîr dimirin?Min ji
dayika xwe pirsî. Hêj hêviyek di çavên min
de diçirsî.
Ez maçî kirim, belê keca min, bes tombêlê
Çinar kuşt.
Min kire qêjî: -Kanî Çinar bêje min.? Min
dayika xwe hêla, qesta xwişka xwe kir, min
diviya pirsa dar û bera, erd û esmana bikem,
hevala min bi kî ve bir, firî çû esmana, yan
jî erdê xwar?
Heta nebixêr pênşemb hatî, êvareke zû, min
kirasê xwe yê pêvazî li xwe kir û du şax li
pora xwe kirin, pêlaveke nû min li ber xwe
kir, gelekî keyfa min hatibû. Ez ê herim li
def Çinarê, carek din, em, dê strana bêjîn û
yariya keyn, dê bêjimê, eve kî ye, tu bi
senahî ji me dûrkirî.
Di trumbêlê de, hemî digirîn, tenê ez na. Ez
gelek şad bûm û gelek pirs ji diya xwe
dikirin, belê wekî her car digot:
-Hiş be, bes pisyara bike. Hêj tu ya biçûk î.
Kes ne dipeyivî.
Dayika Çinarê û xweşkên wê û dayika min,
hemi cilkên reş li ber xwe kir bûn, bêdeng
ma bûn.
Min ji pencerê dinêrî. Em di hinek rêka ra
diçûn, ko min çû car nedîtibûn. Dema trumbêl
rawestiya, em, derketîn.
Min dît erdekî mezin û berfireh kete ber
çavên min, hemî komên axê û hindek wekî
odeyên biçûk, belê,
çi xanî li wir min nedîtin.
Wextê em ji wî erdê mezin derbas bûyn. Min
gelek xelk dîtin, rûniştî digirîn, zelamekî
quran bi dengek bilind dixwend.
Hinekan li ser wan komên axê dikir girî. Min
dîsan pirsî: - Çima eve diken girî eve çi
komên axê ne.
Min bersiv ji kesekî wernegirt. Li mal gelek
caran babê min quran dixwand, lê kesî
nedikir girî.
Min diviya bizanim çima ev mirov digirîn.
Li vir û wir şekrok û çiklêtên xêrê belav
dikirin. Min jî destên xwe tijî kirin, ji
xwe re got: - Eve bo min û hevala min in.
Em dûr ketin, hemî, li cihekî rawestiyan,
dayika hevala min xwe havêt ser axê û giriya,
xwişkên wê jî kirine girî.
Min ebayê dayika xwe kêşa û bi çavên şikestî
lê nêrî, ewê jî kire girî û got eve gora
Çinê ye, ya li bin vê axê ye.
Bo çî we kiriye bin axê? Bo çî.., êdî ez jî
wekî wan girîm.
Wênyê dayik û xwişkên wê, ji roja behiyê
hate ber çavên min, ez giryam, hemî bi min
ve man,
ez girtim, belê ji destên wan, min xwe avêt
û ji wan dûr ketim, tirsiyam.
Hindek qêrîyên din, ez rawestandim. Komeka
mirovan vecemiya bûn, min baş li wan nêrî,
tiştek dît, ku çu car nikarim ji bîr bikem,
kûrek ya mezin, xelkî dane ser axê wekî
mirovekî, bi pateyeke spî alandî.
paşî du zelaman ax bi ser dakirin û yê li
dor hemi digriyan.
Min ji dikir girî û rondik sê rêzî dihatin
xwar, min bi zendikên xwe vemaliştin, çavên
min bi şekrokên di nav tiblên min de ket.
Min ew şekrok û çiklêt zû di gel axa herdu
zelamande havêt, belkî yê mirî bigehîne
hevala min.
Ez, êdî nema dişêm yariyan di gel bikem,
bistirim, nema çi carên din dibînim.
Li cihê xwe rûniştim û giriyam, ne mina
zarokekî heftsalî belkî mîna dê û bav û
xwişkên wê,
wekî hemî mezinan yên bu wê kirîne girî.
Li mal, pişt dîwarî ketim, me baxçekî biçûk
hebû. Ez ji axê sil bûm, ji ber hevala min
ji def min bir bû.
Kîn û vîna min bo axê têkel bûn, min
nedizanî çibikem.
Heroj, demê yariya, min ax bi destên xwe
diquta, paşê serê xwe deyna ser singa wê û
dikir girî.
Êvariyekê, bavê min ez di gel xwe birim
cihekî mişt gul û darên bicûk,
darek bo min kirî, anî mal. Li pişt dîwarî,
ew cihê min diquta û li ser digiriyam,
gote min:- were babo vê darê biçînîn. Me dar
çand, li bilindahiya bejna min bû.
Bavê min ji min pirsî: -Keça min, tu dizanî
navê vê dara ciwan çi ye?
Min nave dare nizanîbû, ji lewma bersiva min
na bû. Wî got: - ji vê dare re dibêjin dara
çinarê.
Tu çendî hay jê hebî, dê bilind bibe, dê ji
te mezintir lê hêt.
Rojane, demê yariya min li binê dare, Min ax
di nav tiliyên xwe re berdide,
Stran û yadgaran, xwe li min vedihûnan, paşî
min av dida. Dar mezin bû,
Di bin sîbera wê de, min dixwand.
Ez mezin bûm.
Xewn min dîtin û…. çi caran nikarim wan
rojan jibîr bikem...
3-19-07 Boston