Xeleka duwa
aştî û aşîtî
(aştî) yan (aşîtî)
Gelek peyv yan zarawe (term
مصطلح)
ku di zimanê Kurdî de nû baw in (nû
belavbûne), bi şêweyekî çewt û nedrust têne
gotin û nivîsandin, çi di civatan de, çi di
tilivizyonan de, û çi li ser rûpelê govar û
rojnaman de, lê ya xirab ew e ku di
damûdezgehên rageyandinê de
مؤسسات الإعلام
derdikevê, ji ber ku piraniya milet
dibihîzê, û deng dikê, xwenda û nexwenda
wilo jê werdigirê. Çawe peyv tê guhê wî,
wilo jî pê dipeyivê, û hîn dibê. Inca
hînkirina çewtiyên ziman xirabiyekê digihênê
wî zimanî, ku bi zehmetî tê rakiririn û
avêtin, bi vî awayî jî çewtî û şaşî di
zimanê Kurdî de rojbiroj pir dibin, û barê
wan jî hin bi hin giran dibe.
Beramberî vê yekê, pêwîst e zimanzanên Kurda
bi karê xwe rabin û van şaşiyan rast bikin,
û dezgehên rageyandinê, çi T.V. û çi
rojnamegerî ji aliyê xwe ve bibine alîkar ji
bo nehiştina van xwehriyan.
Nimûneyek ji van çewtiyan: peyva (aştî)
ya ku bi şêweyekî çewt tê gotin û
nivîsandin, ango ji dêvla bêjin (aştî)
dibêjin (aşîtî), ku di rojname
û govar û telifizyona de weha şaş derdikevê:
|
Rast
: aştî
السلم
peace |
|
Şaş
: aşîtî
السلم
peace |
Başe em çilo dizanin kîjan ji wan herdûwa
rast e ? û kîjan nerast e ?
Rastî û nerastiya peyvê çi di şêweyê
morfolojî de be ji alîkî ve, û çi di wate û
naverokê de be, ji alîkî dîtir ve, her şaşî
ye. Bo vê yekê jî, pêwîst e em li binekoka
vê peyvê bigerin û wê bibînin û diyar bikin,
da ku em bi ser rastiyê ve bibin.
Em hemî dizanin ku di nav Kurmancan de, dema
mirovek ji hevalekî xwe, yan ji kesekî
dixeyide, yan dilmaniyek di nav wan de
çêdibê, xelkin yan jî hevaline wan, herdû
ciyan/aliyan tênin nik hev, û wan herdû
kesên ku ji hev xeyidîne, wan li hev tênin,
ango yê xeyidî haşt dikin. Di
vî barî de Kurd peyva (haştkirin)
bikar tênin, weku dijwateya xeyidandinê û
dilmaniyê. Inca, haştkirin ew kar
e ku xweşiyê û lihevhatinê navbera mirovên
nelihev, peyda dike, Di vî barî de,
Kurda negotiye:
Emê wan aşît bikin.
Yan Emê vî xortê xeyidî aşît
bikin.
lê belê dibêjin :
Emê wan haşt/aşt bikin.
Peyva (haşt) bi xwe hevalnav
e, bi hatina paşgira (î) dibe (nav),
wek gelek nimûneyên vê pîvanê hene:
dûrkirin, kurtkirin, reşkirin, xweşkirin
Peyvên wek (dûr, kurt,
reş, xweş) hevalnav in,
wek (haşt). Eger em paşgira
(î) bêxine ser hevalnav, wek:
dûr +
î = dûrî
kurt + î =
kurtî
reş + î =
reşî
xweş + î =
xweşî
Weha jî peyva aşt/haşt+î=
haştî/aştî
Di lêkolîna jorî de, me naskir ku (haşt)
û (haştî) wek hevalên xweyên
dîtir: dûr
à
dûrî , … htd, ango binekoka peyvê ji alîkî
ve û yasayên morfolojî ji alîkî din ve
rêjeya peyvê
صيغة الكلمة
bi awakî drust diyar dike, wek çawe di
zimanê rojane de eva han xuya ye.
Baş e, çi pêwendî navbera (haşt)
(haştî) weku rexek, û (aşt)
û (aştî) wek rexekî dîtir
heye?
Bi serincdanê di ziman û axaftina Kurdî de,
weha diyar dibe ku wekçawe (aşt)
û (haşt) yek peyvin, wilo jî
(aştkirin) û (haştkirin), û (aştî) û
(haştî). Cudawazî navbera herdû rêjeyên
(aştî) û (haştî) de, her ew e yek ji wan bi
dengê (h)ê ye, û ya dîtir bi dengê (a) ye.
Ev diyarde di zimanê Kurdî de pir baw e
(belave), ku dibin yasayên dengsaziyê de
diçê pêş, wek çawe di van nimûneyên jêrî de
diyar dibe, wek:
bi(h) bê(h)
hwe we
hasin asin
ji hev jev
tihin tîn
Înca, eger (hasin) dibê (asin),
çima (haşt kirin) nabê (aştkirin).
Herweha (aşt) û (haşt)
ligor yasyên morfolojî û dengsazî dibin (aştî)
û (haştî), û dikevin ber
dariştina peyvên lêkdayî
مركب
de, û wusa jî wekû morfêmeke ji peyva (aştîxwaz),
ya ku pir diyar û belave di Kurdîde.
Piştî me (haştkirin) û (aştî)
naskir, û bingeha wê li ber me xuya bû, emê
herin ser peyva (aşîtî), ka
gelo ev (aşîtî ) ji kû hatiye?
Peyva (aşîtî)
Peyva (aşîtî) wek nav bikar
tê, û ji wan xelêkên kurdên bareşî bajarê
Qamişlo re (aşîtî) dibêjin, û
her ev jî rast e. Ev nav (aşîtî)
ne ji zûde hatiye meydanê, ku di despêka
sedê bîstan de ketiye ser zimanan de, ew jî
dema ku nexweşî û pevçûn û şer di nav hin
eşîrên Kurd yên bareşî Qamişlo û Ereban de
çêbû û qewimî, bi dû de levhatin navbera wan
de çêbû, ku ev rêkeftin bi navê (aştî) nav
lê hate kirin, lê ji ber ku Ereban peyva
Kurdî wek heyî baş nedizanîn bilêv bikin,
lewre peyva (aştî) wek (aşîtî)
الشيتية))
hate gotin, û paşê peyva (aşîtî) bû navê wan
eşîrên kurd yên bareşî bajarê Qamişlo, ku ew
jî îro çêl wan êl û hozên kurd dikin, wek
Dorikan, û Kasika, û Hevêrika, û Hacî
Silêmanî, û Dilmemikan, û hinên dîtir jî.
İnca (Aşîtî) di bingeha xwe de (aştî) ye, lê
di vê helkeftina dîrokî de nav di fonetîka
xwe de hatiye guhartin û bû (aşîtî) ku îro
bûye navê kurdên bareşî Qamişlo yan jî em
dikarin sînorê wan ji pira nava bajarê
Qamişlo û bi rojhilat ve diçê ta digihê
Tirbespiyê û hincar sînorê dikişê ta Dêrikê,
nemaze ku Kurdên Rojavayî Qamişlo, ku
(Xerbî) ji wan re dibêjin, bê hûrbînî nav
lêdikin, heme çi kesê ku ne bi zarê Xerbî
dipeyivê jêre Aşîtî dibêjin bê ku bizanin ka
tixûbê aşîta ji kûdê despê dike û li kûdê
disekine, ango tixûb li nik hinekan her zar
e. ew kesê ne bi zarê Xerbîkî di-axêve
(aşîtî) ye.
Piştî ku me (aşîtî) da naskirin, em gihan wê
rastiyê ku (aşîtî) wek
hevalwate beramberî (aştî) nedrust e,
û ne dûr e ev şaşî ji devê yekî zimannezan
derketiye, yan jî qelemek xwehr nivîsiye, û
em jî, çi xwenda û çi nivîskar, bi giştî,
zimanê xwe bi koratî werdigirin, bêyî ku em
têde hişê xwe mijûl bikin, ka gelo ev peyv
rast e, yan ne rast e? drust e yan ne drust
e!!