Kurdî
Lêkolîn

Werger

Helbest
Gotar
Çîrok

Hevpeyvîn

Nivîskar

Arşîv

Şevçira

Kurmancî

Başûrname

Êzîdxane


 

 

 


Pêjna
Baranê


Hevgirtin

Pirtûk &
Xwendin


Urkêş


Şevçira


Kurmancî


Kurdart



Êzîdxane



بعض نافذة

كردستان
 عربياً

القوس
الثالث

Dibistan
A-Z

Qehwa sibehê
 
 
عربي
 Deutsch
 English
Redaktion  

 

H.R.R.K    West Kurdistan Intellectuals Union

19 September 2007 22:38

 

Hoşeng Broka

 

Te destên min,
bi xwe re birin û çûyî

Hoşeng Broka

Ji pêjna te re, Mustefa Gezgür…
xwezî min bizanîba, ku destên te aneha çi dibêjin…
Ji sebra destên te re, Leyla can…
tu dizanî,
baran, dê çiqasî basa wan,
ji Mustefa re, bike…


Te çawa bîra „xirreke xafil“ nebir, ku rojekê çiya jî, li navbera destên min û te, li baranê, li kulîlkên, ku te ew hînî bejna min kiribûn, û li tembîkên, ku te li avê kiribûn, biqulibin, hey malnemîrat?
Te çi ji çiyan re got; heta ku destên min, hewqasî ji destên te hez kirin?
Te çi qewêtî li sînoran kirin, daku destên min, şopa destên te winda nekin?
Te çiqas minminîk ji xwîna xwe çinîn, û diyarî pêjna „çiyayên heval“ kirin, daku hewqasî destên min, basa keservedan, gulvedan û hesanbûna destên te bikin?

Te çi ji destên min kir, malava, heta ku hewqasî bi te re, man?
Te çi di destên min kir, heta ku hewqasî soz, ji destên te re, dan?
Te çi ji destên min re got, û wisa dûûûr çûyî, heta ku hewqasî, ez mîna dareke zeytûnan, şipêya, li devê rêya vegera te, hişîn, mam?
Te çi ji destên min kir, ku te ew bi xwe re birin û çûyî, Mustefa can?
Te çi ji destên xwe kir?
Te çi ji pirtûka bin zimanê xwe kir?
Te çi ji „destên heval“ li bin ser xwe, ku hîn digirîn, kir?
Te çi ji şevan, ku di gavên me de, radizan, kir?
Te çi ji „birînên heval“, ku di bextê xayînan de, werbûn, kir?
Te çi ji destên xwe, yên dawî, ku destên min yên navbera man û nemanê, bernedan, kir?
Te çi ji azadiyê, ku rêya destên te bû, kir?
Te çi ji navê xwe, ku ez hîn pê şa dibim, kir ?
Te çi ji xwe û van destan kir?
Te çi ji min û wan destan kir, Mustefa can?

Te çawa bîra „gundekî xafil“, nebir, ku „çiya“ jî rojekê, li ser destên me yên „heval“, bibin şahid û me di „mirina dûr“, werbikin, hey malnekt?
Te çawa bîra „çiyayekî xafil“ nebir, ku rojekê ji rojan, me bi tenê, ji bextê mirinê re; me bi tenê, ji „destên itîrafçî“ re; û me bi tenê, ji „dîwarên hov“ re, ku „Xwedê navbera wan, nizane, û pêxemberê wî jî, li paş wan, seyranê dike“, bihêle, hey malava?
Te çawa bîra „welatê xafil“ nebir, ku rojekê me, xerîb, di destên xerîban de, ji bîr bike?
Te çawa bîra „xaniyên xafil“ nebir, ku rojekê, têra destên me, di hev de, neke, hey malnemîrat?

Tê bîra te, wexta ku te destên xwe li me, yeko-yeko, parve dikirin; wexta ku destên te, bêriya destpêka birîna min, dikirin; wexta ku destên te, dilovaaan, bangî destên min, dikirin?
Tê bîra te, wî „xaniyê heval“, ku me soz dirijandin destên hev
Tê bîra te, wan „hevalên heval“, ku me çiqasî bêriya hev dikir?
Tê bîra te, wê „xwîna heval“, ku me qewêtiyên xwe, yên her dawî, li wê „axa heval“, dikirin?
Xanî, nav di me dida;
axê, nav di me dida;
destên te, nav di me didan;
çiyayên, ji dûûûr, nav di me didan;
me, nav di xwe dida...
ne te dît, wan „destên gellac û fitnebaz“, ku çawa şevê têra destên me nekir?
Ne dît, Mustefa can, ku çawa „destên dost û heval“ jî, dikarin bibin „qirak“ û „kew“?

Min nizanîbû, ku tu dê destên min, mîna du darên zeytûnan, bi xwe re bibî, û dûûûr herî, Mustefa can…
Tu û destên min çûn, û ez bê kes û kûs, ji qeşmeriya van dîwaran re; ji qeşmeriya van dergehvan, van şevên dirêj û giran, û van nîşanên li ser milên „gawir“ re, mam.
Te destên min bi xwe re birin û çûyî, û navê min „çîp-tazî“, ji „xwendina kewan û kundan“, û ji xwendina „destên Xwedê- û xwedînenas“ re, tikî tenê, ma:
Dîwarên hov, li navê min, yê „çîp-tazî“, hatin hev;
„destên gonê û berê heval“, lê hatin hev;
potînên, ku tenê pêlêkirin û pelxandinê dizanin, lê hatin hev;
nîşan ji ser milên hov, hatin xwar, û lê hatin hev,
û navê te, yê sivik û hesan, ji milên min peya nebû, nehate xwar.
Ew, ji berê şêrîntir, wek „pirzka wextên şêrîn“,
di bin zimanê min de, ma;
ji berê mezintir, ew, pişta navê min, yê her car û „çîp-tazî“, ma;
û ji berê xweşiktir, ew, hêjayî me „xweşikên şiyarî-razayî“; yên di navbera wê çûyînê û vê çûyînê de, ma.

Erê, min nizanîbû, ku xanî jî, hewqasî „heval û heval“, dikarin bimirin; dikarin xwe bidin kuştin; û dikarin şehîd werin xwarê.
Ne te dît, Mustefa can, ku wî „xaniyê heval“, berî şehîd were xwar, bi çend destan, çawa qewêtiyên xwe, yên şêrîn, li destên me yên dawî, dikirin?
Ne te dît, ew xanî, çende şêrîn, dimir?
Ne te dît, çende şerîn, me bêriya wî dikir?

Tu li wî aliyê mirinê, û ez jî, li vî alî.
Tu li wî aliyê axa sar, û ez jî, li vî alî.
Tu li wî aliyê şevê, û ez jî, li vî alî.
Tu li wî aliyê hevaltiyê, û ez jî, li vî alî.
Tu li wî aliyê çiyê, û ez jî, li vî alî.
Tu li wî aliyê sozê, û ez jî, li vî alî.
Tu li wî aliyê hezkirinê, û ez jî, li vî alî.
Tu li wî aliyê destên min, û ez jî, li vî alî.

Ma azadî, li wî alî, ku destên min hîn bi te re, henekan dikin, têra destên te, dike?
Li vî alî, ku ez bêriya destên te dikim, dîwar, çende navdar in, Mustefa can:
Azadî, dîwar e;
Hevaltî, dîwar e;
hezkirin, dîwar e;
nav, dîwar in;
dest, dîwar in;
pirtûk, dîwar in;
axaftin, dîwar e;
derî û pencere, dîwar in;
welat, dîwar e;
………..
.............
Ma navê te, dîwaran nas dike?
Ma destên te, şevên bê pencere, nas dikin?
Ma dilê te, zîqêna dergehên her sibeh û her êvar, nas dike?

Tu dizanî, Mustefa can, li vî alî, dîwar çende mezin û bi nav û deng in?
Xwezî te bizanîba, ku min çende navê te, di bîra dîwaran de, kola?
Xwezî te bizanîba, ku ez çiqasî êvar, bi navê te şabûm.
Xwezî te bizanîba , ku navê min, yê bi tenê, çiqasî şev, li ser destên te, yên dûr, di xew re çû?
Xwezî te bizanîba, Mustefa can, paş 10 salan dîwar, zîqêna dergehên çikûs û potînan, hîn ez dê çiqas dîwarên din, bêriya destên te bikim?
Xwezî, bi destên min, yên aneha, li destên te…
Xwezî, ez werim destên te…
Xwezî, ez bibim destên te.



hoshengbroka@hotmail.com  







                                                                     

ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera rojava. netê
werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 
 
Destpêkirina malperê: 01.12.2004 / www.rojava.net - © 2004-2005

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN ROJAVAYÊ KURDISTANÊ
rojava@rojava.net

Design: www.hesso.de
rojava.net rojava.net_INDEX_KURDI Neue Seite 1 rojava.net rojava.net Neue Seite 1 Neue Seite 1 Neue Seite 1