| |
|
|
|
DI ÊZDIYATIYÊ DE REFORMÊN LI GOR XWASTIN AN JÎ NE
XWASTINA ME ÇEBÛYÎN GELEK IN |
|
rojava.net 19.08.2005 |
|
|
Kemal
Tolan
Ji xwe
gelek dîroknas, zane, nivîskar, lêkolînvan û gelek kesên wekî dinê
nivîsandine, dibînin, dixwînin û dizanin ku çiqas civak û dînê li
ser ruyê vê erdê hene, di tevan de li goriya dem û dewranan reform
çêbûne û ji vir û pê de jî tû evdên Xwedê dê nikaribin li hemberî
van guhastinên xwezayî rawestin. Gava ez bi vî çavî li rewşa civak û
ola me kurdên Êzdî dirênim, dibînim ku di nav civak û Êzdiyatiya me
de jî timî reform çêbûne û vêga li Ewrûpayê jî li gor xwastin an jî
ne xwastina me gelek reform di urf û adetên me de çêdibin.
Lê, ez
bi xemgînî dibînim û dibihîzim vêga hêjî hinek dîroknas, zane,
nivîskar, lêkolînvan û hwd. merivên Kurd û xerîb ku Êzdiyatiyê nas
nakin hene û dibêjin, „di Êzdiyatiyê de reform çênabin û divê di
Êzdiyatiyê de reform çêbivin.“ anjî wan reformên çêbûne nabînin.
Lewma jî dixwazim niha ji bo agehdarîyê hinek guhastinên ku di nava
vî çihl salê (1964 -2005) derbas bûyî de çêbûne, bi taybetî yên ku
min li ewrûpayê şopandine birêz bikim.
|
EW
TIŞTÊN KU BERÊ JI BO JIN Û MÊRAN QEDEXE Û GUNEH BÛN ÎRO KÊM
BÛNE |
|
Ji jin û mêrên Êzdî re
gune ye ku;
-
bi dawa xwe bi
şihête(bi kesên ne ji dînê xwe û ne di rêya xwe de
bikeve têkiliya cinsî ).
-
por, ser û ruyên xwe
di roja çarşemê de çêke û xwe bi aletên xerîban biqusîne,
-
tifî kesekî bike û
xuzî yan jî tifa xwe bavêje nava agir ,avê û erdê ,
-
gotinên
xerab ku weke îblîs,nal, lanet, şeh, ahrî û hwd.ê yên bi
şe.. dest pêdikin bibêjin.
-
ji Xêzika
êzîdî derketina ku tayekî tenê jî ji simbêlên xwe
biqusîne,
-
di roja
çarşemê de beravê bike û xwe bişûşta yan jî bi kulfetê
xwe re biketa têkîliya cinsî,
-
bi tenê
qelenê qîz-keça xwe ji yên Êzdiyên dinê zêdetir bikira,
-
qîz an jî
keça xwe bişîne dibistanan,
-
keç û kur(lawik)ên
meriv bi şîreta bav û diya xwe nekra û weke xwastina
xwe bikra,
-
di meha
nîsanê de bûka ji mala bavê derxîne û bizewiciye,
-
bi reza
dilê xwe tenê dev ji kulfetê xwe berde.,
-
li ser milê
xwe re bizivire li evdekî/e xerîb û ne di rêya xwe de
birêne , çavê xwe jê re bişkandine û awir bidanayê,
-
li merivên
ku libasên tenik lixwekirî an jî laşên wan tazî ye
birêne,
-
ji salê
carekê fitoh û zekat ji nav malê xwe dernexîne,
-
lawikên xwe
sinet nekin û biska lawikê xwe bi destên şêxê xwe
hilneniyne û whd.
|
|
Ji mêrên Êzdî
re guneh bû ku; |
Ji jina Êzdî re
guneh bû ku ; |
|
·
xwe weke jinan derman bike û libasan lixweke,
·
kirasên ku Pêsîr(Tokê)a êzî tê de tûnebûna û binkirasê ne
xurû spî bûna, libasên ku rengê şîn tê de hebuna an jî yê
jinan û yên tenik ku laşe meriv têde xwanê bikira
lixwekirina,
·
destava (tuwaleta) bê hemet an jî li şipiyan
avrijandinê(bimîze) bike,
·
ji
salekê zêdetir ji cem jin(kulfetê)a xwe dûr bikeve,
·
bi
keseke ku biryara dê û bavê hatî hilbijartin re ne zewice,
·
û whd.
|
·
destên xwe bidana destên hinek kesên xerîb,
·
bi
tenê li ba xerîban rûniştan, xwarin an jî vexwarin bi wan re
bixwara û bi xerîban re bileyîsta, kêf û henek bikra,
·
bi
kesekî ku biryara dê û bavê hatî hilbijartin re ne zewice,
·
çiqas
libasên ku rengê şîn tê de hebuya û binkirasê ne spî bûna,
kincên mêran, mil û bejin qut, yên tenik ku laşe meriv tê de
xwanê bikira û ji xeynî rojên şînê pêve libasên xurû reş
bûna lixwekirina,
·
kum,
çahrik an jî kevnikek ne avîtina ser serê xwe û serqot
bigere,
·
zaroka xwe ji ber xwe bike an jî li dijî çêbûna zarokan
derkeve û whd. |
HINEK URF Û ADETÊN KU DOH FERZBÛN Û ÎRO NA
|
Heta van salên
dawî jî, ji jin û mêrên Êzdî re ferz bû ku; |
Vêga li Ewrûpa
yê kêm jin û mêrê Êzdî ; |
|
·
biçine ber ziyaretan û tuaf bibin,
·
destên kesên dûnav be paçû bikin,
·
bira û xwa axretê ji xwe re bigirin,
·
mahra zewaca xwe bêyî şêxan nebirin,
·
her rojên êvara înê nanê miriyên xwe derxînin,
·
li herciyê ku gava tîrêjên rojê derdiketin û kesî xerîb ne
li wirbûna êrdê paçû bikin,
·
sond û adên xwe bi navên Rihaniyan(Siltan Êzî, Şêx Adî, û
hwd.ê)Kulik, Xerqe, Roj, Heyv, Stêrkan,Tahmên xwarinê,
Ziyaretan û hwd.ê bikin.
·
ji bo qisûmet, bela, teşqele û hwd.ê çênebin, timî rojiyan
ji bo Xas, Qelender, rihanî , Kulik, Xerqe, Roj, Heyv,
Stêrkan, Ziyaretan û hwd.ê bigrin û ji bo wan xêra bikin..
·
Hemû Dawetnebî û Cimayiyên ji bo Rihaniyan(Siltan Êzî, Şêx
Adî, û hwd.ê)Kulik, Xerqe, Berat, Roj, Heyv, Stêrkan hwd.ê
çêbikin,
·
bi xêra rojên îd, erefat, cejnên pîroz û whd.ê biçine malên
hevûdinê û bi bihevûdinê re rûnên, nan bixwin, aşîtiyê di
nava xwe de çêbikin. û whd. |
·
Îd û erefatên xwe çêdikin û diçine ber ziyaretan tuaf dibin,
·
destên kesên dûnavên xwe paçû dikin,
·
ji xwe re bira û xwa axretê digirin,
·
mahra zewaca xwe bi şêxê xwe dibirin,
·
di rojên êvara înê de nanê miriyên xwe derdixînin,
·
li herciyê ku gava tîrêjên rojê derdikevin paçû dikin,
·
êdî bi navên Rihaniyan(Tawisî-Melek Siltan Êzî, Şêx Adî, û
hwd.ê)Kulik, Xerqe, Roj, Berat, Heyv, Stêrkan,Tahmên xwarinê,
Ziyaretan û hwd.ê sond û adên xwe dixwin.
·
Xwarin û vexwarina ji bo xêra Xas , Qelender, Milyaket û
hwd.ê derdixînin, Dawetnebiyan û Cimayiyan çêdikin,
·
di rojên îd, erefat û pîroz de diçine malên hevûdinê û bi
bihevûdinê re rûdinên, dawet dikin û aşîtiyê di nava xwe de
çêdikin. .
·
Kêm kesên dûnav ji bona olê ruyê xwe berdidin, Xerqe li xwe
dikin an jî dikarin Xerqe çêkin,
·
Îbadet û duha yê xwe dikin, û whd. |
HINEK REFORMÊN LI SER XWARIN Û VEXWARINÊ |
|
HETA VAN SALÊN
DAWÎ JÎ |
ÎRO DI SALA
2005 DE |
|
·
Tû evdê Êzdî goştê xenzîr(beraz) ne dixwar û ji xeynî wê her
kesekî pêle şûna cîhê lingê xenzîr bikira guneh bû
·
Hinek qismên Êzdiyan goştê dîk, masî, xezal(Pezê Şêşims) û
whd. qet ne dixwarin.
·
Êzdiyan zêde araq(alkol) venedixwarin, ne diçune sînema,
meyxana û lokalan. Kelem, xas(marol), fasule, şiklekî
kundir(bi taybetî hinek şêxên-Fexran) û whd. ne dixwarin.
·
Êzdiyan destkujê jinan, mêrên ku ne sinetkirî, heywanên (fetisî)heramçuyî
û xwarina ji ber xerîban dima ne dixwarin û whd. |
Ez bawerim li Kurdîstanê
hê jî gelek ji van kevneşopên me berdewam dikin. Lê, li
Ewrûpayê îro gelek evdên Êzdî încar van tiştan dixwin û
vedixwin an jî kesên ku nexwin û nekin hebin jî kes bi wan
dernaxîne.
Li aliyê dinê îro gelek
dost û nasên Êzdiyan jî çêbûne, ew jî êdî nahêlin ku kes
weke berê urf û adetên Êzdiyan piçûk bike an jî henekên xwe
bi Êzdiyatiyê bike. |
Bi dîtina min hêja
ji kevn de jî tû dîn, evd û rêxistinan nikarîbûn li hemberî van
bûyerên ku li gorî dewran an jî xwezayî têne guhastin derkevin û ewê
ji îro pê de jî nikaribin hinek guhastinên çêbivin rawestînin. Ji
xwe ji bo ku Êzdiyatî karîbe mîna dewranê berê di pêşerojê de jî bê
saxkirin û xwedî bive, divê tifaq û rêxistbûna me li goriya zeman hê
jî gelek mezin bive û em xwe ji bo hinek guhastinên xwezayî yên dinê
jî amade bikin. Weke em dibînin, reform jî ne bi gotinan tenê û ne
li gor daxwaziya çend evdan çêdibin. Pêşiyên me hêja di demên kevn
de li ser evdên bixwe ne bawer jî weha gotine :
„Kesê ku bi kêrî dînê xwe neyê, ew bi kêrî dînekî
dinê jî nayê“.
Hêvîdar im ku min
bi van berhevkirinan tû kesek ne êşandi be û eger kêmasî çêbubin jî
ne bihemd in.
|
|
|
المقالات
المنشورة تعبر عن وجهة نظر اصحابها ولا تعبر بالضرورة عن رأي الموقع |
|
HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE |
|
|
|