Kemal NECIM
Vexwendin
Hûn jî
Yên ku birîna wan hîna germ e
Yên ku gumana xwe didin sûndê
Ewên bejinbilind, carê çêra azadiyê dikirin
neha ji damarên min dirijin
siwarên xwîna min
nêçîra sîmir û ((çiyayên bi xwînê avdayî)
û hemûyên din
Hûn jî werin
şeva helbest û xaçê
Ku bi dilê we be
bila şeveke çarşemî be
Yan yeke din
ku bi heyv be..!
…………..
Êvar baş
Vexwendiyên şeva birînên şor
Yên gumanê
Yên havîna pêşîn
Yên pûşhilgêran
Yên helbestê
Vexwendiyên mukirê li ber çarmêxa êşa min î şîn
û şîna min î li ser çar hêlên gunehan vekirî.
Vexwndiyan …..
Xwezî bi dilê we çawa dikarin li ser singa min rêyan bajon
çawa tije dilên xwe di bin darebesta min de direvin..
direvin..
direvin..
wey dîsa xwezî bi we
kîjan hêla salê bi heyv be
Li wir xwe vedixwînin çarşemeke min
Li wir li gunehên min mukir tên, min çarmêx dikin
û li şûna min zeviyên zêrîn yên genim diçînin.
– 1 -
(………)
car heye navê helbesta xwe jibîr dikim.!
Car heye helbesta xwe na nivîsim.
Car heye pelika xwe ya vala di bêrîka xwe de vedişêrim
Ji min weye ew helbesta min ya nû ye.
-2 -
Havîna pêşîn
Xwê
Dilbijokiya xwedê
û nivişta wî ya bi telsim
li ser eniya pûşhilgêran diçirise.
Hew xwê
ya bi telsim
dikare zimanê min yê girêdayî
veke..
Tenê xwê..!!
-3-
Havîna paşîn
rewrewk
xaçerêka guman û baweriyê
…………
û neha berê te li kû ye
Gilgamêş…?
-4-
Rê
Her ew rê bû
li ber deriyê min dimir
li wir zindî dibû
........
Her ez im
ku vedigerim mal
têra sibê
xwe dikujim..!!
-5-
Ba
Enî bi xwê gerden şorê memik şil in nede ba
Şev hîn zû ye wî kirasê xwe yê tenik ji neha de nede ba
Birîn germ e di singê de bo sar nebe da nejene nede ba
-6-
Tirî firoş
Genimdêran cergim suhtin kirne xwelî dane ba
Serîk genim bi yekî tirî ramûsanek bi heft liba
Pûşhilgêra ku derbas bû wekî ewrê wekî ba
Xwezî bi min vê havînê can ji min çû ma li ba
-7-
Hilperîn
Artêşa Mecûsan pişta min dadan
Çaxê hilperînê û nimêja agir peresta ya
Çaxê çinîna gulbeybûna ye
Ji xewê re
berege
nema…!!
-8-
Hilweşîn
Ez Syamend im Syamendê dîn im
Erd û asmanan dihejînim…!!