Ji bo helbestvan Kemal Necim
Hoşeng Osê
Hogirê toz û mijê…
Tu bi xwe re, çima li hev nayê!!?
Kes weke te nîn e.
Û tu ne weke ti xwe yî jî.
Mîna Xwedayekî wendayî
di nav bera dil
tenahî
bêdengî û xemên xwe de.
De bajo….
Hino ..hino bajo
Giyanê te yê şikestî, ne tiyê firînê ye.
Lê, dixwaze li bin siya zeytûnekê raze.
De bajo…
Berî razên helbestên şîn
Qîzaniya xwe bifroşin qiralê cinan, bi misteke xew.
De bajo…
Berî çavên kezîzerê
ji liyan û xewnên te birevin.
Çavên kezîzerê û barana kesk, cêwiyên rewanê te bûn.
Heft hezar çîrokên şevên zivistanê
di bîstikeke fedyok de dimeyandin.
Û heft hezar şevên har û kovî
di çîrokekê de diwestandin û dilorandin.
Lê, berî oxira dawî, te ji nêzîk ve li wan çavan nenerî !?
Te li çi dinerî ?!
Li xweliya tirsê
bayê têkçûnê
li hemû destpêkên bê dawî
hemû dawiyên bê destpêk, dinerî ?!!!
Siwarê birînan…
Hemû raperîn, artêş û keştiyên te
li ber dergehên Efrînê xwe şewitandin.
Ji ber ku tu ne mîna helbestên xwe jî bûyî.
Birastî nizanim….
bê çawa ew tîpên bêcir
û gotinên serhildêr xwe dihûnin
û rişma xwe didin newêrekekî weke te ?!
Raste tu dikarî şevê bi tîrêjekê girêdî
û bi dilopek xem bişweitînî.
Tu dikarî li ser vedenga tavên Beyrûtê demsala ramûsanan nîgar bikî
li ser pêlên deriya wê
mîna pêxemberan bimeşî.
Tu dikarî buharê di paxila payizê de bilorînî.
Lê, nizanim bê ta kengî
tê ji têkçûn û tirsê re bijî?!
Tu dizanî çawa ji perestgehên xemên xwe ken biweşînî.
Lê, tu nizanî mîna helbestên xwe bigirî?!
Siwaro… de bajo..
Bajo ber bi cîhaneke ji girî ve.
Giyanê xwe ji tirsê daweşîne.
Kî dizane bê kezîzer û kezîreşan
di kîjan dojehê de li benda te ne?
Rapere li himberî xwe.
Berî tîpên bêcir
rişma hespên xwe yên şemûs ji te bistînin.
Careke tenê, bibe weke xwe û bajo…
bajo…
bajo…
bajo…
Berî deriyên poşmaniyê di rûyê te de werin girtin.
Dadgeha dilan, li gunehên te yên ku gerdûn nikare wan hilgire
ew ê bibûre.
Hey raza bê xew, û xewa bê raz.
Kerwanê telsemên xwe bajo
ber bi wan ve.
Hey wendabûna kilîtkirî bi wendabûnê…
Çavên wan kilîta razên te ne.
Çiya, li bahozan napirsin û natirsin.
Mij, nabe hêlîna çûkên baweriya te ya leriziyayî bi te.
Dema Zembîlfiroşan çû bê veger.
Û pencera kezîzerê hîna vekiriye.
Ji xwe nereve.
Li xwe vegere.
Yan bersiva min bide…
Ta kengî ew ê newêreke karibe helbestên wêrek bihûne..?!!
De bêje….
bêje?