Arşev Oskan
Ey şehîd şehîd
Ey rêber şehîd
Navê tey ciwan
Bûye navnîşan
Te nûkir şopa
Kalê Şêx Se´îd
Qazî Mihemed
Berzanê Egîd
Te hêz daye me
Tu bûyî rêber
Her kes te naskir
Cîhan seranser
Ey şehîdê Kurd
Maşûqê oldar
Li xwînê sarkir
Destê koledar
Rêçek nû te da
Pêşiya milet
Li başûr te got
Pîroz be dewlet
Ev ayetên nû
Serî hildidin
Tirsê dişkînin
Nema berdidin
Bêje pakrewan
Divê em çikin
Ayetên te xwend
Emê pê bikin
Navê şehîdan
Emê hildin jor
Li ser gorên wan
Gurzê gulên sor
Li ser zimanan
Hatiye kolan
Maşûqê welat
Lawê Kurdistan
Wan destên bi xwîn
Tu zû revandin
Komên ciwanan
Li hev civandin
Qamişlo rabe
Lawê te va hat
Giyanê şêrîn
Kiriye xelat
Divê em bêjin
Bijî azadî
Bimre çavsorî
Li ser vî qadî
Kaniya xwînê
Vaye derbûye
Êşa bi salan
Li dil zer bûye
Ji îro pê ve
Wê gul bibin sor
Bihnê belavkin
Wê li hawîrdor .