Koçerê Ferensî bi hizrê xwe dibêje:
Em digerin, ji çend salan ve
Belkî ji hinga de
Gavên me jimartî bûn.
Em li gula danê geriyan
Û me dît
Di destine ji qumê de.
Em dê tenê hinga
Ji stranên periyan bawer bikin
Wexta derya xwe ji çavên me bikişîne.
Em kaniyan dinixumînin
Da dîsa bikolin
Yên bi xweşî
aştiya rojên hînik didine me.
Em bi zarokên xwe re diaxivin
Li ser ya wê bibe
Ne ser ya bûyî.
Em şevên gumanê û tehliyê dibuhrînin
Di heman demê ku stêrik
omîdên me li esêm dineqişinin.
Koçerê kurd bi dilê xwe dibêje:
Çiyayên bilind xalî nabin,
ji mijê, ji moranê,
keviyên piçûk pala xwe didanê,
qentarê kul û xeman bi rê ket,
lê ê şahiyan li nîvê rê gihanê.
Şevê çiryan dirêj in,
xewa min nayê,
bist û pêwir bilind bûne,
qurix li min hate qayê
xwedê birînên kurilavêjê min kûr in
derman li wan nayê.
Cih bi cih ziman tê guhertin, şêweyê jiyanê
hişmendiya ziman bi cih dike. Mirovê kurd
her jiyan û bûyerên wê bi dilê xwe dîtiye.
Em dibêjin:
dilê min ma pê ve.
Dilê min çû sêvekê.
Ez ji dil dibêjim.
Dilê min pê hesaye.
Ji dilê xwe bipirse.
Ji tirsan dilê min ket erdê.
Ez bi sed dilan dilketim wî.
heger ev yek bela serê me ye ?
heger na, ji xwe jiyan tenê bi dil jiyan e?
Ji zimanaxêvên zimanekî heya yê din, raman,
nerîn, dan û standin bi babetên jiyanê re
tên guhertin .
Rola ziman bi xwe di vê yekê de heye ? yan
dil û hişê me ziman diguhere?
Sibeha we pirs.