Kiryarên antidemokrat
yên rejîma Şamê li dijî gelên Sûriyê didomin.
Siyaseta inkarê ya li himberî kurdan her wek
xwe maye. Rejîm bi vê siyasetê re jî, zextên
xwe li ser hêzên demokrat ên ereb xurt dike
û her kesê ku xwe dilivîne û doza demokrasî
û mafên mirovan dike, dide dadgehê û davêje
zindanê.
Li gorî agahiyên dawî rejîma sitimkar a Şamê
dixwaze 150 malbatên ereb bîne Dêrika Hemko
û di ered û zeviyên kurdan de bi cih û war
bike. Komela mafên mirovan li Rojavayê
Kurdistanê DAD di daxuyaniyekê de diyar kir,
ku hêzên ewlekariyê biryara anîna 150
malbatên ereb ji bajarokê Şedadê (100 km li
başûrê Hessekê dikeve) ji bo wan di erdê
kurdan de bi cih bike, daye.
Ev malbat dê li gundê Xerab Reşikê bên bi
cih kirin û 3500 donim eredê gund dê li wan
bê par kirin. Ev gav wek berdewamiya
siyaseta erebkirina heremên Rojavayê
Kurdistanê ye. Di dala 1970 î jî de rejîmê
45 gund di herêma Cezîrê li erebên Reqayê
belav kiribû û bi hezaran donim erdê kurdan
yê herî berhemdar dabû wan. Niha ji kurdan
tê xwestin ku li dijî vê gavê derkevin û bi
tu awayî destûrê nedin van kesan ku li
herema kurdan bi cih bibin.
Ji aliyê din rejîma dektator Beşar Essed 7
kesên muxalif dan dadgehê û bi giştî 39 sal
li wan birî. Her yek ji wan 7 sal, tenê ji
ber ku gotarên hin nivîskarên sûriyê yên li
derveyî welat çap kiribûn û li hevalên xwe
par kiribûn. Ew kes bi tewana "li dij welat
kar dikin" hatin darizandin.
Rejîma Şamê ji bo berjewendiyên xwe biparêze
hemû pîvanên hiqûqî bin pê kiriye. Li hundrê
welat kesên muxalif digire û eşkence dike û
bi dehên salan wan davêje zindanê. Li
derveyî welat jî destê xwe dirêjî dijberên
xwe dike û wan yeko yek tesfiye dike. Yê
herî dawî jî endamê perlemana Lobnanê Welîd
Îdo bû. Ew kes yek ji dijberên rejîma Essed
li Lobnanê bû û endamekî çalak yê kutleya
Herîrî bû. Niha rejîma Şamê bi riya
terorkirina endamên vê kutleyê dixwaze
hijmara perlemanterên wê kêm bike da ku
hikûmet têk here. Ji xwe dema hikûmet têk
here, dê hêzên muxalefet rabin ser piyan. Ev
jî hemû hevalbendên Essed in. Hizbulah û
tevgera Emel û Genral Ewin …hwd.
Desttêwerdanên rejîma Essed li Lobnanê û
Filistînê weha zêde û tirsnak bûne, ku
istiqrara herêmê dixe tahlûkeyê de.
Bi lempa kesk ya Şamê Xalid Maşel Serokê
Tevgera Hemasê biryara derbeya li dijî El
Fathê da. Maşel yê ku li Şamê mêvanê Essd e
û 250 milyon dolar ji Iranê wergirtibû, ji
bo bi cihanîna her biryara Şam û Tehranê
amede ye. Ji ber hindê dê herêm hêdî hêdî
ber bi kaos û şerê navxweyê ve here. Ji xwe
berê jî Essed gotibû, eger min bidin dadgeha
navnetewî ya ji bo darizandina kujêrên
Herîrî, "Ez ê agir bera herêma di navbera
deriya sipî û ya reş de, bidim"!!
tariqhemo@hotmail.com