Şaha kurd Deyfe
xatûn
Navekî mezin e di dûroka
jinan de
Cankurd

Dewleta Eyûbî di sedsala duwanzdehê Zayînî
de
(Rengên zer û purteqalî)
Paş koçkirina sultanê serkeftî, Yûsif
kurê Şadî yê, ku bi "Selahdînê Eyûbî"
navdar e, di sala 588 koçî de, şahdariya wî
ya, ku welatên Şam (Sûriye, Lubnan,
Flistîn û Urdun), Misir, Sûdan,
Hîcaz, û Yemen, tev parek
mezina Kurdistanê girtibû, di navbera
pênc kurên wî û birayê wî de hat parvekirin.
Birayê wî bi Şahê
Dadmend "Elmelîk Eladêl" navdar
e.
Keleha Qahîre, ku ji şopên Eyûbiyan
e

Di dewleta Eyûbî de hinde xatûnên
Kurd ên pir bi nav û deng di dûroka
musilmanan de hene, bi çand û zanîn û
wêjevanî û bi destboliya xwe di her warekî
qenciyê de hatîne nasîn û dûroknasên
musilmanan pesna wan di gelek pirtûkan de
didin. Ji wan herdu xûşkên sultanê serkeftî,
Selahdînê Eyûbî, yek bi Rebîe'
xatûn û ya dî bi Zumurrud xatûn
hatibûn navkirin. Feqiya navdar
Şemsilmiluk xatûn, padişaha
Hemayê Xaziye xatûn, padişaha Misirê
Şeceretudurr, ku di dûrokê de bi
sultana Ereb û Eceman hatibû navkirin,
û padişaha Helebê, Deyfe xatûn.
Deyfe xatûn
a ku em di vir de li ser wê dipeyivin, dota
"qîza" Şahê Dadmend e,
biraziya Selahdîn e.
Bavê wê mirovekî mucahîd, dilfireh û destbol
bû.
Di sala xelê "bircîbûna giştî" de li
Misirê pir pere li nav gel belav
kirin, bi birayê
xwe re çû bû pir cengan û wek qehremanekî
hatibû naskirin. Pir
hajê xwarin û saxiya xwe dikir, lê ji ber ku
wî gelek şîrone dixwar, nexweşiyên wî jî
hebûn. Dema
beharê ji ber kulîlkan difna wî diêşa.
Ji Şamê diçû Misirê û
paş beharê vedigeriya.
Roja koçkirina wî di 75
saliyê de bû, ne kêmtir ji 300.000 mirov bi
pey darbesta wî ketibûn. Li şûn xwe
şanzdeh kur hêlan, ji wan:
-Şahê Misirê (Elkamêl)
-Şahê Şamê (Eleşref)
-Şahê Cizrê û bakurê Sûriyê (Elsalêh)
-Şahê Ruhayê (Elmuzzeffer)
-Şahê keleha Cihberê (Elhafêz)…
Ji dotên wî jî:
-Deyfe xatûn
-Xaziye xatûn
-Zehre xatûn
-Melîke xatûn
-Muinîse
(Ismetudîn)
xatûn…
Deyfe xatûn
sala 1186 z.li keleha Helebê ji dayîk
bûye.
Keleha Helebê di dest ê bavê wê de bû, pişt
re sultanê serkeftî Selahdînê Eyûbî
keleh ji dest birayê xwe girt û da dest kurê
xwe Elmelîk Elzahêr.
Deyfe xatûn ji
kurê xwe re Elmelîk Elzahêr xwast û
anî. Ji Deyfe
xatûn re (Elsitrilaa'lî) digotin,
weku paşê li ba Osmaniyan jî (Elbabulaa'lî)
pêda bûye.
Ev kurê Selahdîn mirovekî çeleng û
jîr û jêhatî bû.
Di navbera apê xwe
Elmelîk Eladêl û şahên herêm û kelehên
dî de lîstikek diplomatî ya mezin dilîst.
Hem apê wî û hem jî wan şahan
ew ji xwe re wek
alîgek "alîkarek" an navberekî çalak
didîtin.
Lê berî wê yekê, Xaziye xatûn, xûşka
Deyfe xatûnê, li padişahê Helebê
hatibû markirin.
Paşku wê koç kir diyarê
rehmetê, Deyfe xatûn a 25 salî ji wî
re anîn. Hîngê
bûk li ba bavê xwe bû, li Misirê.
Elmelîk Elzahêr ji Helebê çû Şamê
bo silaviya bûka
xwe bike. Qelenê wê
50.000 Dînarên zêrîn bû, cihêzê wê jî barê
300 deve û 50 qantiran bû.
Elmelîk Elzahêr 5
gerdenên durreyan şeva derbasbûnê bi histoyê
wê xistin, ku bihayê wan 350.000 Dirhem bû.
Ew dewat û
bûkanîna wilo bi nav û deng sala 1212ê Z. bû.
Kela
Helebê

Paş salekê kurê wê Elmelîk Elezîz ji
dayik bû.
Teviya Helebê du mehan
di xemlê de ma, xewanên xwarinê li her qedek
bajêr roj bi roj dihatin danîn.
Şayîyek mezin û demdirêj
çêbû, pir zêr û zîv, yaqût û durre bi kurik
xistin.
Paşku mêrê wê Elmelik Elzahêr 30 salî
deselatdarî kir, sala 1216ê nexweşiya wî
xort bû, peyrew û serleşkerêd xwe li
dora xwe civandin,
ku ji kurê wî re dilsoziya xwe sond bixun.
Di nav wan de bavpîrê zarokê wî yê sê salî
Elmelîk Elfadêl û xalê wî Elemlîk
Eleşref jî hebûn.
Gava Elmelîk Elzahêr koç kiriye
diyarê rehmetê, termê wî bi dizî hatiye
veşartin, û ta roja îro kes nizane gora wî
padişahî li kîderê ye.
Wî malbatek mezin ji
bira, biraziyan, kur û neviyan li şûn xwe
hêşt, ne kêmtir ji 150 kesan. Xelkê
bajêr gelek ji wî razî bûn, û bi taybet ji
ber ku wî kenalek pir hêja û kirêckirî ji
dûr ve bo anîna
avê ji Helebê re kêşa bû.
Paş du salan, di sala 1218ê de bavê Deyfe
xatûnê jî, Elmelîk Elaadêl çû
diyarê rehmetê.
Ew li ser rêya
Şamê mir. Birayê Deyfe xatûnê,
Elemlîk Elkamêl ciyê bavê xwe girt, navê
xwe û yê xarziyê xwe Elmelîk Elezîz
li ser pereyên Helebê da neqişandinê.

Pereyên Selahdîn Eyûbî, sala 586 hicrî, ku
li ser aliyekî stêrka
pêxember Dawûd heye
Di dema Elmelîk Elkamêl de peymanek
di navbera wî û Xaçperestan de hat morkirin,
û bi wê yekê Quds a, ku apê wî
sultanê serkeftî Elnasêr Selahdîn
ê Eyûbî û bavê wî Elmelîk Elaadêl
bi darê zorê û paş gelek cengan vekirine,
carek dî ket destê Xaçperestan, tenha camiya
Eleqsa û zinarê Mîîracê di
destê musilmanan de ma.
Paş mirina wî, sira Deyfe xatûnê di
deselatdariya Helebê de hat.
Kurê wê Elmelîk Elezîz bû şahê Helebê.
Dema ew bûye
padişah hîn 17 salî bû.
Ew bi zûkî bû bavê kurekî bi navê "Selahdînê
duwemîn". Kar û barê deselatdariya xwe
baş kir, dêrîna "mulkê" xwe ji dest Etabegan
stand û destê wan ji ser xwe rakir. Mixabin,
di 24 saliya xwe de, paş 7 salan ji
padişahiyê, di sala 1236ê de koç kir diyarê
dilovaniyê. Lê belê berî
mirinê peyrew û merivên xwe dan sondkirinê,
ku wê kurê wî, Selahdînê duwemîn,
bibe padişahê wan li Helebê.
Paşku kurê wê jî koç kir diyarê rehmetê,
neviyê wî yê, ku mafê şahanî
bo wî hebû, hîn
heft salî bû. Ji ber vê yekê Deyfe xatûn
a, ku hîngê bûbû 50 salî,
kirin padişaha
Helebê, ta lawik mezin dibe.
Deyfe xatûnê
deselatdariya Helebê û derdora wê
şeş salan kir.
Rêformek diravî û
zanyarî xiste sîstema xûkê "pacê".
Rêzgirtin û giranbihayî li hember zanyarên
olî û dinyayî da xuyakirin, û ji ber ku ew
hozanvaneka jêhatî bû, wê gelek pere li
dibistanan rijandin, û du zankoyên bi navê
xangeh "xwendegeh" li Helebê
li taxa Ferafîre, ku bi navên
Elnasîriye û Fîrdews berî niha bi
800 sal ava kirin, û jê re hoste, feqe û
zanayên bi nav û deng civandin.
Ji xwe di dewleta
Eyûbiyan de ciyê zanayan, hosteyên
dibistanan, zankowan û camiyên, ku têde îzan
û zanîn dihatin belavkirin, pir bilind bû.
Di wan 6 salan de, têkiliyên xwe yên
diplomatî bi padişahên Hema, Hums, Şam û
Kurdistanê re xort
kirin. Bi taybet li gel padişahên
Kurd û Selcûqiyan re, bi
Elmelîk Elmuzzeffer, Elmucahêd, Eleşref û
Keyxisro re giha bû peymanin nivisandî
ji bo alîkarîkirina hev di têkoşîna li
hember Xaçperestan, Xewarizmiyan
û hêrişkerên Mongolî de. Deyfe xatûnê
şeş salan bê
westan têkoşîn û xebatek wêrek li hember
hêrişkaran kir. Temenê
dewleta Ayûbiyan bi jîrbûna xwe
dirêjtir kir.


Hem li ser pereyên Elmelîk Elaadil û hem jî
li ser yên Selahdîn wêneyan
jinan hebûn
Di sala 1219ê Z. de, Mongolan bi
serkêşiya Cengîz Xan hêrişa xwe ya
xwînî bi ser Buxara û Semerqendê
de anîn, qirkirinên kesnedîtî û kesnebihîstî
di rê de kirin, bajêrên musilmanan wêran
kirin, li hezaran xangeh, camî û dibistan,
tev li pirtûk û zanayan sotandin, talanek
hovbaz a ku di dûroka mirovatiyê de ta niha
li ser zimanan wek bê wekanî tê dîtin.
Di wê demê de hemî
mîrnişîn û xudan keleh lerizîn û kabêd mêr û
qehremanan sist bûn. Lê belê Deyfe
xatûnê seriyê xwe li ber
wa lehiya agirî neçemand.
Sala 1226ê Z. Cengîz Xan geber bû,
piçekî hêrişên Mongolan kêm û jar bûn,
lê paş 4 salan dîsa bi harbûnek bê wekanî di
bin alayên Sarûxan, Kîşloxan û
Berdîxan de, hêriş û talan anîn ser
dewleta Xuwarizman, ew kavil kirin û
berê xwe dan ya Selcûqiyan jî…Wek
agirekî bi zeviyên havînê keve, wilo
Mongol ber bi rojava ve hatin.
Dema Mongol gihane
ava Ferêt,
kela Cihberê tar û mar kirin, xelkê
wê qirkirin û tirs xistin hinava gelên
herêmê. Leşkerê Deyfe
xatûnê belav bûbû, hinek çû bûn
alîkariya keleha Cihberê, hinek jî çû
bûn kelehên Şîrez û Harimê.
Mongolan bi asanî
rêya xwe ber bi Helebê ve gudandin.
Mîrê Ereban Elî Bin Hedîse, ku
neyartiya Kurdan dikir, bû alîgê Mongolên,
ku li wan derdoran bi 12000 suwar û peya bûn.
Wilo hejmara wan hîn mestir û bi hêztir bû.
Li hember wan Elmelîk
Elmu'azzem Tûranşah ê Eyûbî bi
leşkerekî ji 1500 kesan li derveyî keleha
Helebê çavrêya wan dikir. Sala 1240
Z. bû, hîngê pevçûnek xwînî ya mezin û
demdirêj çê bû, Mongol û Ereban tevî ku deh
caran ji Kurd û Helebiyan pirtir bûn,
nema dikarîn xwe
ragirin, ji qada cengê bazdan û reviyan. Lê
mîrê ereb ê xiniz Elî Bin Hedîse ji
nişka ve û ji paş ve hêriş ser leşkerê
Helebê kir û xwe gihand Tûranşahê ku
gelek birîndar bûbû, ew û birayê wî
Nusretuddîn girtin û piraniya leşkerê wî
mehfkirin, du şehzadeyên kurd, kurê
Elmelîk Elfadêl û yê Elmelîk Elzaher
û hinek mezinên bajêr di nav wan de bûn.
Di Helebê de tenha 200 suwar man. Serkêşên
wan Şehzad Şemsiddîn Lolo û
Izziddîn Mecla bûn. Herdu şehzadeyên
wêrek bi wan suwaran bi fermana Deyfe
xatûnê ji bajêr derdiketin û li hîşta
kelehê nûçeyên neyaran dicivandin, fermanên
Deyfe xatûnê bo gundiyan belav
dikirin, ji xelkê dixwastin, ku bên Helebê,
xwe di kelehê de bi cih bikin, da xwe ji
qirkirin, talan û hovîtiya Mongolan
biparizin. Carcaran jî bi Mongolan re
diketin ceng û pevçûnên xwînî. Mongolan
li Çiyayê Lêlûn, Ezazê, Babê, Bizae',
Munbicê û bajarokên dî yên li nêzîka
Helebê tev wêran kirin, gel qirkirin, namûsa
jin û keçên ku xwe di camiyan de veşartine
di wan camiyan de şikandin û gelek ji wan
destegîr kirin, bi xwe re birin. Tê gotin,
ku zarokên şîrmij ji hembêza dayikan davêtin
û paşku namûsa dayikan dişkandin, ew şîrmij
dikuştin û dayik li pey xwe dixuşandin
dibirin an jî dikuştin.
Keleha Selahdîn li Sînayê

Nûçeya şikestina leşkerê Helebê giha
padişahê Humsê, Elmelîk Elmensûr,
yekser dora 1000
suwarî ji leşkerê xwe û ji leşkerê şamî yê
li ba wî bû civand ser hev û berê xwe da
Helebê, li taxa Hezaze ya niho danişt.
Deyfe xatûn çû
silaviya wî û bi hatina dilşad bû.
Deyfe xatûnê
bizavek diplomatî kir bo
ji hevçûna Ereban. Hîngê
Mongol li Heranê civiya bûn û
biryara xwe da bûn, ku bavêjin ser Helebê.
Deyfe xatûnê şêxê
Ereban Zahêr Bin Ghannam ji xwe ve
nêz kir, çend cariye ji cariyên xwe û hinek
zevî danê, rêza Ereban kir dupar.
Elî Bin Hedîse jî li têkiliya xwe bi
Mongolan re poşman bûbû, ji wan bi dûr
ketibû.
Hêrişkar di çemê Ferêt re derbas bûn
û xwe gihandin bajarokê Reqqê.
Elmelîk Elmensûr
kona xwe ya şahanî li herêma Neyreb
û Cibrînê
vegirt.
Ereb û Mongolan li
herêma Cebûl û Dêr Hafirê
ketibû qirka hevdu. Mongolan avêt ser
Sermîn û Mee'retulnu'man,
Kefer Tab û Şîrezê, wek nalek
mezin leşkerêd wan li
herêmên dora Helebê belav bûbûn.
Berê xwe dan bajarokên
Hemayê, Selemiyê û Resafê
jî. Di bin tiştên talankirî de êdî
westiya bûn, hêdî hêdî diliviyan. Elmelîk
Elmensûr û bi wî re leşkerê Deyfe
xatûnê yê mayî gihan Siffînê û
rêya vegera wan ber bi Reqqê ve
girtin.
Ereb bi civandina tişt û
pertalên, ku di şeran de li şûn Mongolan
diman, mijûl bûbûn. Eyûbiyan
zora leşkerê hêrişkaran bir, Mongol
ber bi Heranê reviyan, gelek ji pez û
jinên ku bi zorê li gel xwe biribûn li şûn
xwe hêştin. Mongol ji Heranê
jî ji ber Eyûbiyan reviyan, di şevek
tarî de lehiya avê bi ser wan de hat û gelek
ji wan di çemê Ferêt de bi lêda çûn,
geber bûn, dest ji jin û zarok û malê, ku
talankiri bûn, berdan.
Li bajarê Helebê û li teviya kelehên dî yên
musilmanan bû şayî, leşkerê Eyûbiyan
serkeftî vegeriya, weku çawa ji cengên li
hember Xaşperestan berê vedigeriya.
Heran, Sirûc, Reha,
Serê Kaniyê û Reqqe ketin bin
destê Deyfe xatûnê.
Di wê navê de Elmelîk Elhafêz, kurê
Elmelîk Ela'dêl, li keleha Ezazê
koç kir diyarê rehmetê, xûşka wî Deyfe
xatûn, termê wî anî Helebê û li
Fîrdews hat veşartin.
Ji aliyekî dî ve birayê Deyfe xatûnê,
Elmelîk Elkamêl, ku padişahê Misirê
bû, her dixwast, ku hêrişê bîne ser Şam û
Helebê bi mebesta yekkirina dewleta
Eyûbiyan di bin destê xwe de. Dibe jî
ew ditirsiya, ku
paş ketina Heleb û Şamê wê Mongol hêrişê
bînin ser Misirê. Lê belê Deyfe xatûnê
bi diplomasiya xwe kanî bû
ew ji wê sewdê
bêxista û nehêşta ew bavêje ser Şam û Helebê.

Çavê Selhadîn yê rastê birîn bûye.
Lew re ne wek yê dî di wêneyê de hatiye
Di wan 6 salan de hinek xêrnexwazan jî her û
her bizava xwe kirin,
da Deyfe xatûnê ji ser textê şahanî
bavêjin. Yek ji wan mire Şîrezê bû,
li nêzîka Hemayê, Şîhabuddînê
Eyûbî bû. Wî bi tenê xwe nikanî bû
tiştekî bike, lew re şandiyek şand ba
padişahê Şamê, Elmelîk Eleşref,
û gibûs wî kir, ku teviya mîrên derdora
Helebê dixwazin xwe ji bindestiya Deyfe
xatûnê azad bikin û ewan li padişahekî
hêzdar digerin. Gava Elmelîk Eleşref
Helebê bistînê, wê hemî alîkariya wî ya
leşkerî û diravî bikin.
Xudanê keleha Şîrezê jî bi xwe
amadeye, ku di bin serkohiya Elmelîk
Eleşref de deselatdariya Helebê bi rê ve
bibe.
Padişahê Şamê Elmelîk Eleşref bersiv
dayê, ku ew
xiniziyê bi malbat û pişt û neviyên
Elmelîk Elzahêr ê Eyûbî nake.
Gava Deyfe xatûnê
ew xiniziya Şîhabuddîn
bihîstiye, yekser leşker şand ser keleha wî,
ew girt û riha wî rêşkir.
Di wê demê de rêşkirina
riha mêrekî nizimkirin û cersiyek mezin bû,
bi zûkî li hemî welatan wek nûçeyek birûskî
belav dibû. Şîhabuddîn û
peyrewên wî di keleha Helebê de hatin
zîndankirin, mal û dêrînên wan jî ji dest
wan hatin derxistin.

Weku em dibînin,bi
kulehê Selahdîn û bi ser cilên wî ve zêr û
cewher nînin
Li hember Xaçperestan jî helwesta Deyfe
xatûnê her req û hişk bû.
Carekê suwarên (Aldawiye) hêriş ser
pezên musilmanan kirin û talan kirin,
serleşkerê Helebê, ku jê re Elmelîk
Elmuee'zzem digotin, yekser avêt ser
wan, leşkerê Aldawiye tertbelav kir,
gelek ji wan kuştin, seriyên wan birrîn û li
gel destegîran anîn Helebê.
Destegîr di keleha
Helebê de hatin zîndankirin û dawî ewan
daxistin keleha li xarê di xendeqê de.
Tirsek mezin xist dilên suwarên filehan, ku
nema carek dî
talanê tînin ser pez û dewarên musilmanan li
derdora Helebê.
Padişahê Şamê, Elmelîk Eleşref, di
sala 1237ê Z. de nexweş ket, weseka wî ew bû,
ku birayê wî Elmelîk Elsalêh li şûna
wî bibe padişahê Şamê. Gava koç kiriye
diyarê rehmetê padişahê Misirê, Elmelîk
Elkamêl, çav berdan dêrîn û text û taca
Şamê û ji bo
standina wan berê xwe da Şamê.
Keleha Şamê xist damê "hesarê".
Deyfe xatûnê berî hatina birayê wê ji
Misirê alîkarî bo
xelkê Şamê şandibû, û bi wê re jî padişahê
Humsê, Elmelîk Elmensûr ê Eyûbî,
alîkariya Şamê dikir.
Paş demekê wî raya xwe guhart û bû alîgê "alîkarê"
hêrişkarên ji Misirê hatîne.
Padişahê Şamê yê nû,
Elmelîk Elsalêh ê Eyûbî, ku ciyê birayê
xwe yê rehmetî girtiye, çare li damekirina
keleha xwe nedît, binzor bû, ku
deselatdariya Şamê ji hêrişkaran re bihêle.
Elmelîk Elkamêl
xwe bi wê yekê hêzdartir dît û biryar da
bo standina
Helebê jî. Deyfe
xatûnê jî çare li hember zora ku ji
başûr ve hatîye nedît.
Rabû alîkarî ji padişahê
Selcûqî xwast. Lê
alîkariya wî hêzek biçûk bû, hema sozên wî
mezin bûn.
Di wê navê de, Elmelîk Elkamêl nexweş
ket û sala 1237ê Z. di keleha Şamê de koç
kir diyarê rehmetê.
Şahdariya wî bi mirina
wî re dupar bû, Şam û Misir ji hev cihê bûn.
Dewleta Eyûbiyan
ket delavê parçebûn û jarbûnê.
Deyfe xatûnê
têkiliya xwe ya ramyarî bi padişahê Selcûqî
re xort kir.
Wê hêla, ku neviyê wê
Elmelîk Elsalêh û padişahê Selcûqiyan
xûşkan bi hev biguhêrin.
Diyar e, ku peymana
jinanînê ne li Helebê bû, li Qeyseriyê
bû, ku navenda welatê Romê bû.
Gelek zêr û zîv û pere
bo wê yekê hatibûn dayîn û belavkirin,
hem li Qeyseriyê û hem li Helebê
şayînên mezin hetibûn çêkirin.
Em dibînin, ku padişahê Şamê, Elmelîk
Elsalêh, xwe wek peyrewekî li ber
Deyfe xatûnê dida nasîn, û Elmelîk
Elhafêz, xudanê keleha Cihberê (Cee'ber),
dema feliciye, ji tirsa ku kurêd wî serî li
wî hildin, ji xûşka xwe, Deyfe xatûnê
xwastiye, ku kelehek dî li ciyê keleha
Cihberê û Balîsê bide wî. Wê
biryar da, ku keleha Ezazê, li bakurê
rojavayê Helebê bide wî.
Sala 1242 Z., di 59 saliya wê de, nexweşiya
Deyfe xatûnê giran bûbû.
Rovikên wê kul bûbûn.
Nema toxtiran dikarî bûn
çareyekê lê bibînin.
Deyfe xatûnê koç
kir diyarê rehmetê. Dergehên kelehê 3
rojan hatin girtin,
gel xemgîn û dilsoj bû.
Termê wê di hucreyê de li nêzîk gora bavê wê
yê navdar, Elmelîk Elaa'dêl, şahê
dadmend, hat veşartin.
Neviyê wê, Elmelîk Elnasêr ê ku 13
salî bû şûna wê girt, du şêwirdaran,
Cemaludewle Iqbal û wezîrê Qeftî
alîkariya wî di deselatiyê de kirin.
Ji ber dilnermiya wî êdî
kesek nedihat kuştin, çi dizker û çi kuşter.
Tê gotin, ku gava kuşterek dihanîn ber wî,
digot:"Yê jîndar ji yê mirî çêtir e."
û ew berdida. Wek
diyar dibe, ew
hozanvan bû, hinek helbestên wî bi Erebî
hebûn û li dora wî gelek hozanvan hebûn.
Dibêjin, ku di aşxaneya wî de her roj bi
sedan pez dihatin serjêkirin, kelandin û
biraştin û goştê wan dihat belavkirin.
Di rojên Duşem û
Pêncşemê de deriyê wî ji giliyan re vekirî
bû, guhdariya xelkê dikir û bi dadmendî
deselatdariya xwe bi rê ve dibir. Di
bin destê wî de şahdariya Helebê firehtir bû,
Hums û Şam û Mêrdîn û
Mûsilê jî bûn parek ji dêrîna wî
an jî di bin saya
wî de bûn. Hêriş ser Misirê jî kir, lê bi
serneket, vegeriya Şamê û
dora 10 salan
deselatdariya wî ma.
Mixabin hêrişên Mongolan kêm nebûn,
vê carê Holako hêriş ajot ser
Rojhilata Navîn.
Elmelîk Elnasêr hat
girtin, ew birin
ba Holako, pêşîn pir baş û hêja
comerdî jê re kir û dawî ew da kuştin. Al a
Eyûbiyan daket, stêrka wan rijiya û
agirê wan ê bêtir ji 100 salî gurr û hêgin
bû, bi hêrişa hov a Mongolan hat
vemirandin.
Ta roja îro navê Deyfe xatûn di
pirtûkên dûroka îslamî de, wek jinek hêzdar,
serbixwe, diplomat û hezkiriya wêjevaniyê,
avakirinê û dadmendiyê, hatiye neqişkirin,
mixabin, li ba Kurdan ev stêrka bi rohnî di
dûroka jinan de nehatiye nasîn an kêm hatiye
nasîn. Berî wan jinên ewrûpî, ku navên wan
li ser zimanên dûroknasan in, divê navê
Deyfe xatûnê di serî de ba. Lê gava em
li mirovên xwe yên navdar xudan dernekevin,
ma wê kî vî karî bike?.
Jinek wilo xudan deselatî, hem li hember
Xaşperestan, hem li hember Mongolan û hem jî
li hember neyarên xiniz ên hindirî, bi
xebatek wilo mezin rabe, pêwîste li ba me
Kurdan ave wê bi zêr bite nivisandin.
Hinek navdarên Kurdên Eyûbî:
|
Ismetudîn
dota Şahînşah kurê Eyûb (Elsit
Ele'zraa) ( 1141 Z.
koç kir)
|
Xudana
dibistana Ele'zrawîye ye, ku li Şamê ava
kiribû jib o feqehên Henefî û Şafîî', dema
koç kiriye diyarê rehmetê, ew di dibistana
wê de çal kirin.
|
Şêrkoh kurê Şadî yê Eyûbî (1169
Z. koç kir) |
Şêrkoh
kurê Şadî kurê Merwan, ku wek Elmelîk
Elmensûr hatiye navkirin.
Serkêşê Kurdan bû li
Misirê. Di dema
sultan Nûriddîn kurê Mehmûdê Zengî de, li
Til Beste Xaşperest şikandin.
Bû wezîrê padişahê
fatimî Elmelîk Ela'dêd li Misirê.
Apê sultanê serkeftî
Selahdînê Eyûbî ye. Ji nişka ve sala
1169ê Z. li Qahîrê koç diyarê rehmetê û li
wir jî hat çalkirin.
|
Ismetudîn
xatûn (sala 1183 Z. koç kir)
|
Ismetuddîn
xatûn dota mîr Muî'nuddîn e, paş mirina mere
wê yê yekem şah Nûreddîn ê şehîd, Selahdînê
Eyûbî ji xwe re anî. Ew jin gelek older bû,
li Şamê dibistana Elhenefiye ava kir, û
navendek bo Sofiyan û gelek weqfên xêrê li
şûn xwe hêştin.
|
Teqiyêdîn Şahinşah Omer ê Eyûbî
( 1191 Z. koç kir) |
Omer
kurê Şahinşah Eyûb (Elmuzzeffer:serkeftî),
xudanê bajarê Hemayê b.
Ji sala 1186 ta 1191 Z. deselatdarî li wir
kir. Biraziyê
sultanê serkeftî Selahdînê Eyûbî bû.
Di cengên li hember
Xaşperestan dewek mêrekî wêrek hat nasîn.
Li ciyê apê xwe demekê
serkarê Misirê bû, Keleha Melazkurdê dame
kir, û li ber dergehê wê jîna xwe ji dest da,
di sala 1191 ê Z. de.
|
Sultanê serkeftî Selahdînê Eyûbî
( 1193 koç kir) |
Yûsif
kurê Eyûb kurê Şadî ye (1137 -1193 Z.),
avakarê Dewleta
Eyûbî ye. Ji sala 1174
de ta bi sala 1193 Z., deselatdariya wî
piraniya Kurdistanê, Şamê (Sûriye, Lubnan,
Urdun û Filistîn), Misirê, ta bi Hîcaz û
Yemen û Sûdanê, dewleta wî girtibû.
Yek ji navdartirîn
padişahên cîhanê ye, bi dadmendî, qehremanî
û nêrînên xwe yên şaristanî.
Bû wezîrê şahê Misirê
Elmelîk Ela'dêd, pişt re dewleta Fatimiyan
ji ser hev belav kir û bi xwe padişahê
Misirê, lê serkohiya xelîfeyê Bexdadê sala
1171 Z. pejirand. Li nêzîka Humsê
Zengî şikandin, Sûriye û Mûsil standin,
Teberiya ji dest Xaçperestan girt, ewan di
gelek cengan de binve kirin, Li Hitîn hemi
hêzên Xaçperestan li hember leşkerê wî
civiyan, lê dîsa jî tev şikandin di sala
1187 Z. de. Quds vekir û padişahê wê yê file
destegîr kir, pişt re li gel Xaçperestan
peymanek aştiyê morkir û di navbera wan û
Musilmanan de aştî pêda kir.
Şikandina Xaşperestan di
Hitîn de wek şikandina leşkerên Hitler di
Stalîngradê sala 1944 tê dîtin.
|
Sittişam ( 1218
Z. koç kir)
|
Sittişam,
xûşka sultanê serkeftî Selahdînê Eyûbî ye,
jina Mihemmed kurê Esediddîn Şêrkoh ye,
gelek comerd û destbol bû, hersal bi hezaran
Dînar derman û avjong li hejaran belav dikir.
Her pirskarek dikar8
biçûya ber deriyê wê û daxwaza xwe bikira,
wê gelek komele û Weqifên xêrê li Şamê û li
derin dî vekirin.
|
Ela'dêl yekemîn kurê Eyûb (1218
Z. koç kir) |
Mihemmed
Kurê Eyûb kurê Şadî (1145-1218 Z.),
cîgirê Selahdînê
Eyûbî ye li Misirê û waliyê Helebê ye.
Di navbera 1199 û 1218
Z. de padişahê Misirê bû.
Dawî welatên Şamê,
Ermîniya û Yemen jî tev li dêrîna xwe kir.
Di dema deselatdariya wî de desteya Ismaîlî
li Misirê jar bû, paş ku gelek kes ji wan
girtin û avêtin
zindanê. Dema ku xwe li Şamê
bo cengê li
hember Xaçperestan amade dikir koç kir
diyarê rehmetê. Ji şopên
wî dibistana Ala'dilî ye li Şamê.
|
Eleşref Mûsa kurê Mihemmed
Ela'dêl (1237 Z. koç kir) |
Eleşref
Mûsa kurê Mihemmed Ela'dêl (1182-1237 Z.)
bû padişahê
Ruhayê, pişt re Heran jî ket bin destê wî.
Di zikê 9 salan de Sincar û xapûr û Nuseybîn
jî ketin nav dêrîna wî, paşku birayê wî Eyûb
koç kiriye diyarê rehmetê Xelat û Meya
Farqîn û derdora wê jî di nav du salan de
bûn yê wî. Hinek ji
dêrîna xwe da pismamê xwe û li şûna wê Şam
sala di ber de ji wî girt.
Deselatdariya wî di
navbera (1229 û 1237 Z.) de bû.
|
Elkamêl Kurê Mihemmedê Eyûbî yê
yekemîn (1238 Z. koç kir) |
Mihemmed
(Elkamêl) kurê Mihemmed (Ela'dêl ê yekemîn)
kurê Eyûb (1180-1238 Z.),
bû cîgirê bavê
xwe li Misirê, lê paş ku bavê wî koç kir
diyarê rehmetê, wî serxwebûna dewleta xwe
xuyakir, ji sala 1218 Z. de ta bi mirina xwe
padişah bû. Di wê ere de avêt ser Heranê,
Ruhayê, Sirûcê, Reqqê, Amedê, Kela Kîfa û
Şamê, û kurê wî Masûd sala 1225 Z. Mekkê
girt destê xwe. Elkamêl
li Şamê mir û di keleha wê de hat veşartin.
Ji bermayên xebatên wî yên
bo zanînê
dibistan Kamilî ye li Misirê.
|
Şêrkohê duwemîn(1239 Z. koç kir) |
Şêrkoh
ê duwemîn Kurê Mihemmed kurê Şêrkoh e
(1173-1239 Z., bi
nave (Elmelîk Elmucahêd Esedidîn) hatiye
nasîn. Wek bav û bavpîrê
xwe xudanê bajêrê Humsê bû li navenda Sûriyê.
Ew jî mirovekî
wêrek bû, bi taybetî di cenga Dimyatê de li
Misirê (1221 Z.) navdar bû.
Di ere zanîna olî de jî
navekî wî hebû û destûra wî wek hedîsbêjekî
ji hinek zanayên Şam û Misirê hebû.
|
Deyfe
xatûn
(
1242
Z. koç kir) |
Deyfe
Xatûn dota Elmelîk Ela'dêl kurê Eyûb e, ew
jina Elmelîk Elzahêr kurê sultanê serkeftî
Selahdînê Eyûbî ye. Paş mirina ere wê û
hîngê kurê wê piçûk bû,
ew bi xwe bû padişaha Helebê û pişt
re dewleta xwe firehtir kir.
Şeş salan
deselatdarî bi şêweyekî baş kir, hêrişên
Mongolan û Xaçperestan ji ser şahdariya xwe
vegerandin. Li Helebê
hat çalkirin û ji şopên wê Dibistana
Elîrdews û Xangeh e.
|
Elmuzeffer Mehmûd ê yekemîn(1244
Z. koç kir) |
Mehmûd
kurê Mihemmed ê (ElMensûr), ku Omerê (Elmuzeffer)
(1202-1244 Z., Xudanê
Hemayê (Ji sala 1230 ta bi 1244 Z.), paş ku
deselatî ji dest birayê wî Qilîç Arslan (Elnasêr)
hat derxistin. Ta mirina xwe ma
deselatdarê Hemayê. Li
ser wî tê gotin, ku mirovekî comerd û wêrek
û zanînhez bû.
|
Elsalêh
Necmiddîn Eyûb(1249 Z. koç kir) |
Eyûb
(Elmelîk Elsalêh0 kurê Elmelîk Elkamêl
(1206-1249 Z.) du caran bûye padişahê Şamê û
bi hêzdarî deselatdariya xwe bi rê ve biriye,
carekê (1229 Z.) û cara dî (1245 ta 1249
Z.), di 43 saliya jîna xwe de bi nexweşiya
wêranê mir Li Misirê (Elmensûre), dema ku ew
ji Şamê çûye Misirê, da hêrişa Xaçperestan
li Dimyatê rawestîne. Termê wî rakirin birin
li Qahîre çal kirin.
Keleha Errewde li Qahîre
di saya wî de hat avakirin.
|
Elmue'zzem Tûranşah(1250 Z.) |
Tûranşah
kurê Nejmiddîn Eyûb e.
Sala 1250 Z. koç kir diyarê rehmetê.
Sultanê Eyûbî yê tev
dawî ye li Misirê (1249-1250 Z.).
Ew li keleha Kîfa
demekê cîgirê bavê xwe bû, dawî neviyên wî
deselatdarî li wê kelehê kirin.
Ketibû gelek cengan li
hember Xaşperestan û bajarokê Dimyatê li
Misirê ji destê wan derxist.
Li Farskorê bi destê
Memalîkên deryayî hat kuştin.
|
Elmue'zzem Isa yê Eyûbî (1250
Z. koç kir) |
Isa
kurê Mihemmed kurê Eyûb, ku bi Elmue'zzem
hatibû navkirin sala 1250 Z.
koç kiriye diyarê
rehmetê. Di navbera
salên (1218-1227 Z.) de sultanê Şamê bû û
zanyarekî mezin bû. Gava cengê dest
pêdikir, ew berî
ere leşkerê xwe derdiket meydanê.
Yek ji pirtûkên wî bi
ere (Elsehmul musîb fîrreddî e'la bnîlxetîb"
e.
|
Şeceretudurr
(1257 Z. koç kir)
|
Şeceretudurr,
kebaniya Elmelîk Elsalêh Necmiddîn Eyûb e.
Paş mirina ere wê û kuştina kurê wê Tûranşah,
ew bû padişaha
Misirê. Wezîrê xwe
Izeddîn Ibek, avakarê dewleta Memalîkan, li
xwe mêrkir, mere xwe kir sultan lê belê
deselatdarî bi rastî di destê wê de bû.
Yek ji navdartirîn jinên
Kurd e di dûrokê de.
|
Eleşref Mûsa kurê Ibrahîm
(1263 Z. koç kir) |
Mûsa
(Eleşref) kurê Ibrahîm (Elmensûr) kurê
Esediddîn Şêrkoh (1230-1263 Z.),
padişahê Rehbê û
Humsê bû. Li hember Teteran, ku leşkerê wan
6000 suwar bû, bi 1500 kes derket qada cengê
û ewan ji ber wî reviyan. Jina wî "Emetulletîf"
zanayeka Humsî ya bi nav û deng
bû .
Li Humsê koç diyarê
rehmetê û li wir hat veşartin.
Ew padişahê dawîn
bû ji malbata Eyûbiyan li Humsê.
Jêderên mijarê:
-
تاريخ ابن خلدون .
-
الأعلاق الخطيرة في ذكر أمراء الشام و الجزيرة
، لابن شداد.
-
زبدة الحلب في تاريخ حلب ، لابن العديم .
-
المختصر في أخبار البشر، لأبو الفداء.
-
تاريخ الإسلام ، للذهبي.
- الأعلام ،
للزركلي.
- علاء السيد - حلب .. تحكمها امرأة
-
محمد أمين زكي ، خلاصة تاريخ الكرد وكردستان -
الطبعة العربية في القاهرة
1939
-
دلو ميقري – نساء كوردستان – الوجه الحقيقي
لشعب عريق / الحوار المتمدن
-
مواقع إسلامية وتاريخية عربية وكوردية.
-
يوليو
2005
مجلة
"
أهلا وسهلا
".المصرية.