Kurdî
Lêkolîn

Werger

Helbest
Gotar
Çîrok

Hevpeyvîn

Nivîskar

Arşîv

Şevçira

Kurmancî

Başûrname

Êzîdxane


 

 

 


Pêjna
Baranê


Hevgirtin

Pirtûk &
Xwendin


Urkêş


Şevçira


Kurmancî


Kurdart



Êzîdxane



بعض نافذة

كردستان
 عربياً

القوس
الثالث

Dibistan
A-Z

Qehwa sibehê
 
 
عربي
 Deutsch
 English
Redaktion  

 

H.R.R.K    West Kurdistan Intellectuals Union

13 November 2008 18:03

 

 

 

 

Dermanê kuxikê

Zagros Osman

 

 Bapîrê min zilamekî bê hêvî bû , çixara ew guhestin gorê, berya herre ber destê xweda, sibeyekê ji xew şiyar bû û dest bi sirûda kuxikê kir , piştî wê wek her cara çayê ji pîrikka min ne xwest , belê çavek li min veda hîna mebesta wî ji wê nerîna tuj û bi şewat min nasnekiriye .
kalo ji nişkave kenniya û destê xwe li hev xist û got : hoooweh kê bîra wilo dibir kurro hûn namînin ecêmayî .
ez nemam ecêmayî ji peyva kalo lê ji kennê wî , ewaya tû cara nakenne û nahêle emjî bi kenin , çi belawî ye vê sibehê dikene , ev bûyerek mezine , xweda tenê zane bê çi sedema vî kennî ye .
pîrkkê got : şeva çû xew bi çavê kalo nebû vê kuxika bê xwedî bêhna wî çikand ew zeft kiribû min jî rabû ew şûşa dermanê tu jê vedixwe danî ber wî, ji zora kuxikê kalo giş biser xwe da kir û dibinê şûşê de azanda xûyaye ew dermanekî başe eger tu çû dermangehê çend şûşên din jê werîne .
min di guhê pîrê de got: te got kîjan şûşe dabû kalo lêêê weyla min çav xwarê bi rastî te bi jîrbûna xwe tir li tanzo çîler qetand ma derew çiye . pîrê got: wilo li min nener ez pîrikka teme piştî min derman da kalo kêfxweşbû û destê xwe li doxîna min peland lê bşbû ku di xewrre çû û ez jê filitîm .
min ji pîrê re got:serseriyê porkurrê tu zane te çi zeqnebût daye vî sêwî yî bêmicalî belengazî .
pîrê got : bê xwedîyo ez ji ku zanim çi kerrafî te xistibû şûşê .
min got: keçê wîskî bû wîskî tê dawî vî lawikî bike Rambo.
pîrê got: wîskî mîskî nasnakim ez zanim li ser vî dermanî ew bşdbie.
Kalê me serxweşe û daye nav distirê li çepka dixe di fîkîne edebsiziyê bi pîrê re dike, wê me û xwe bihetikîne, bo wilo min derî li ber mêvana girt . pîrê got: ev çi dermane yaho nûh min naskir dema min kevçiyek jê vexwar çima tayekî ji agir xwe berda nava min ji qirrikê ta gurçikê.
Heylo heylo şeva çû ez di guhê ga de bûm, kalo û pîrê firtone rakiribûn û hayê min ji wan tune.
Kalo hebekê biser hişêxwve hat dest bi girî kir û got: dûh bi şev zilamekî melomirarî keşmûlî quntazî bêmirês incolekî gemarokî pertolkî rîberdayî hat xewna min vî zilamî belaxwe di min dida ez rabûmê ew reviya û min da ser piştê lê neket zefta min, wî bang li min kir û got: tu zane az kîme ez qirdê te me eger te min girtiba wê şensê te bş biba lê te min negirt palo wê şensê te bimîne wek temtêla min û piştî tu bemire ezê bibim qirdê neviyên te ezê mîna te wî bê oxir bihêlim .
min guhneda peyva kalekî nîv xurrfî nîv serxweş , lê ji wê rojê de her şev xewna kalo tê min û pêrre şensê min pîstir dibe , min xwe avêt şêxekî bo çarakê ji minrre bibîne wî got : tu kurde ne , min got erê az nebxêrome çi îşê xewna ji kurda heye bavo , wî got: kurro ma tu nizane bê neyara xewnên we jî bindest kirine , sipasiya xewda bike ku qirdê te di xewna de tê te , kesên din şiyarin û xewna te êrîşî wan dike , li min megre tiştên wisa nivişt û berbejin bi wan kêr nakin , kê ji terre gotibû tê wîskî bide wî kalê reben loo de werre safîbik .

sibasdar@gmail.com






 

ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera rojava. netê
werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 
Destpêkirina malperê: 01.12.2004 / www.rojava.net - © 2004-2005

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN ROJAVAYÊ KURDISTANÊ
rojava@rojava.net

Design: www.hesso.de
rojava.net rojava.net_INDEX_KURDI Neue Seite 1 rojava.net rojava.net Neue Seite 1 Neue Seite 1 Neue Seite 1